"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Cemşîd Bender 

Cemşîd Bender (navê fermî: Mehdi Halıcı), (z. 1927 li Konya – m. 8’ê avrêlê 2008 li Îzmîrê, Tirkiye) dîroknasekî kurd bû. Bender nav sazumankarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girt.

loading...

Jiyan

Ji kurdên Anatoliya Navîn bû. Malbata diya wî ji parêzgeha Wanê, bavê wî jî ji Çewlîgê çûne. Bavê wî bazirganekî hezkirî bû. Di zanîngeha Stembolê, fakulteya dadê de dixwîne.

Ji ber nameyekê xwe lê doz tê vekirin û davêjin zîndana Afyonê. Di heman demê de bavê wi jî ji ber nêrînên xwe di heman zîndanê de ye. Ango bi bavê xwe re dibe hevalê girtîgehê. Bavê wî hezkirî û sîmpatîzanê Seîdê Kurdî bû. Seîdê Kurdî bi xwe jî di bîranînên xwe de behsa bavê Bender dike, pesnê wî dide.

Sala 1957’ê bi tevî birayê xwe Feyzi Halıcı li Konyayê bi navê Çağrı (bang) kovarekê dertînin. Sala 1958’ê diçe Norwecê li ser kooperatîvan perwerdeyê dibîne. Vegerê li Stembolê parêzeriyê dike. Ji ber ku xwedî nêrînên kurdperwer bû, deriyên dewletê jê re hatibûn girtin, rastî gelek astengiyan dihat.

Birayê wî Feyzi herçendî endezyarê pispor ê kîmyayê bû jî, nedikarî ji xwe re karekê bibîne, mecbûr mabû di dikana bavê xwe de bixebite. Feyzî helbestan dinivîsîne, bi alîkariya hin siyasetmedaran di saziya zimanê tirkî (TDK, Türk Dil Kurumu) de kar dibîne, dixebite. Sala 1959’ê komeleyeke geştyariyê dadimezirîne (Konya Kültür ve Turizm Derneği). Feyzî di nava salên 1968-1977’ê de wekî senatorê AP (Adalet Partisi – Partiya dadê) di meclîsa tirk de cihdigire. Xûşka wî Nevin Halıcı yek ji rojnamevanên navdar e.

Giringiya Bender

Bender li rohnîkirina kûrahiya dîroka kurd digere, bo wê çendîn pirtûk hene dixwîne. Zanistiya nûjen pesend dike ku bingeha şarezayiya mirovahiyê Mezopotamya ye ku parekê axa Kurdistanê jî li vir e. Lê gava behsa kurda bû, dewleta tirk, bi tevî hemî hêza xwe dixwaze kurdan bêdîrok bide nîşandan. Kurd mezopotamyayî ne, axa wan li wir, Mezopotamya dergûşa şarezayiyê ye, lê behsa kurdan bû, înkarî destpê dike.

Bender jî çiqas tariya dîroka kurd rohnî dike, rastî êrîşan tê. Rêxistina girêdayî dewleta veşarî (an kûr) ya Tirkiyeyê Ergenekon jî di nav de, kemalîst, neteweperwer û tirk-îslamîstên Tirkiyeyê dijberiya Bender dikin. Medya û çapemeniya tirk birêkûpêk Bender reş dikin, dixwazin îtîbara wî bişkênînin.

Lê di serî de Îsmaîl Beşîkçî, Noam Chomsky, gelek zanyar sûdê ji pirtûkên wî digirin. Ew di qada navneteweyî de bo kurdozanan wekî çavkaniyekê ye.

Berhem

  • Çatıdaki İsa – Îsayê li banê (Roman, 1995)
  • Korku Ve Cesaret: Kürt Tarihine Sataşanlar – Tirs û wêrekî: Devavêtiyên dîroka kurd (1996)
  • Kürt mitolojisi 1 – Mîtolojiya kurd (1996)
  • Kürt Mitolojisi 2: Kral Nemrud ve İbrahim Peygamber – Mîtolojiya kurd 2: Key Nemrûd û Brahîm Pêxember
  • Kürt Mutfak Kültürü ve Kürt Yemekleri – Çanda pêjgeha kurd û xwarekên kurdî (2003)
  • Kürt Tarihi ve Uygarlığı – Dîrok û şarezayiya kurd
  • İmam ve Alevilik – Îmam û elewîtî
  • Kürt Kızı Zenge – Keça kurd Zenge
  • Kürt Uygarlığında Alevilik – Di şarezayiya kurd de elewîtî
  • Genelkurmay Belgelerinde Kürt İsyanları – Di çavkaniyên serkaniya (artêşa tirk) de serhildanên kurd
loading...