"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Gulîzer

Di sala 1979’an de li Elîpara Dîyarbekirê hatiye dinê. Dibistana pêşîn, navîn, lîse û zanîngehê li Diyarbekirê xwendiye.

loading...

Li Zayînxaneya Dewletê ya Diyarbekirê karê pîriktîyê (ebetîyê), li bajarê Îzmîrê jî mamostetiya zimanê Îngîlîzî kiriye. Di sala 1997’an de dest bi nivîsa Kurdî kiriye. Zewicî ye, dayika Ronya Têllî û Mîran Dildar e. Niha li Swêdê dijî û karê mamostetiya Swêdî û Îngîlîzî dike. Ji Malbata Dildaran e. Qîza nivîskar Receb Dildar, xwişka nivîskar Azad û Mûrad Dildar e.

BERHEM:

Kezîyên Jinebî, Helbest, Weşanên Avesta, 2006

Bûka Baranê, Helbest, Weşanên Avesta, 2009

Şevname, Helbest, Weşanên Avesta, 2011

Sindoqa Dirûnê, Helbest, Weşanên Avesta, 2016

 

loading...