"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Hîlmî Akyol

Hîlmî Akyol di sala 1960’î de li Bajarê Amedê, li navçeya Hezro, li Gundê Dersilê ji diya xwe dibe. Hêj şeş heyvî ye mala wan koçî Amedê dibe. Dibistana seretayiyê ya Alpaslan, di sala 1973’yan de; dibistana navîn a Alî Emîrî di sala 1976’an de û dibistana amadeyî ya Ziya Gökalp jî di sala 1979’an de li Amedê diqedîne.

loading...

Akyol di sala 1979’an de dest bi berhevkirin û deşîfrekirina çîrok, stran, destanên fabl û pêkenokên Kurdî dike. Wekî ajokarê kamyonê kar dike. 7 salan bi tankêran neftê ji bajarên Başûr dikişîne Batman û Mersinê. Di dema ajovaniyê de jî berhevkariya xwe didomîne. Heya niha 32 pirtûkên wî, 3 cîldên Antolojiya Dengbêjan, pirtûkek ji devê jinan stranên dawetê, pirtûkek Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan, du pirtûk bi Rojîn Zargê re Amade kiriye. Pirtûka Ez Eyşe Şan im jî bi Zeyneb Yaş’ê re amade kiriye, bi tevahî 40 pirtûkên wî hatine weşandin. Sê pirtûk ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve, sê pirtûk ji aliye Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê hatine weşandin. Çar pirtûk ji aliyê weşanxaneya bi navê Elma, çar pirtûk jî ji aliyê weşanxaneya Do ve hatine weşandin.

Ji sala 2007’an û vir de Antolojiya Dengbêjan a ku projeyeke Yêkîtiya Ewropayê û şaredariya bajarê mezin ê Amedê û Navenda Çanda Dîcle Firatê ye, bi tevî hevalên xwe wekî komîsyonek xebatên xwe amade kiriye. Niha hê jî karê berhevkariyê didomîne.

Em ê li vir bi tenê cih bidin pirtûkên wî yên helbestan.

BERHEM:

Awirên Rojê, Helbest, Weşanên Do, 2006

Tîna Rojê, Helbest, Weşanên Do, 2008

Roja Pîroz, Helbest, Weşanên Do, 2010

 

loading...