Jiyana Jan Welat

Di îlona 1981’ê de li gundekî girêdayî navçeya Siwêregê ya bajarê Rihayê ji dayik dibe. Dibistana seretayî li navçeya Serêkaniyê ya ser xetê dixwîne.

Ji ber şert û mercên zor û zehmet yên gundîtiyê, piştî dibistana seretayî mecbûr dimîne navber bide xwendina dibistanê. Piştî 15 salan dîsa dest bi xwendina xwe dike û dibistana navîn û amadeyî di demeke kin de bi serkeftî diqedîne.

Di heman salê de li Zanîngeha Colemêrgê di Dibistana Bilind a Colemêrgê de Teknolojiya Avahîsaziyê û bi heman demê, ji derve jî li zanîngeha Eskişehir Anadoluyê di Dibistana Bilind ya Edaletê de  qeyda xwe çêdike. Herdu dibistanên bilind bi hev re di du salan de bi serkeftî diqedîne. Piştre Jan Welat, li bajarê Skopjeyê ya paytexta Makedonyayê li First Private University beşa hiquqê xelas dike.

BERHEM:

Biskên Delalê, Helbest, Weşanên Name, 2018

Lê Binêre

Yilmaz Guney

Robîn Hoodê Hemdema Me: Yilmaz Guney / Mehmed Dehsiwar

Yilmaz Guney (1937-1984) Ger mirov bixwaze lehengên ku ji hêla piranîya kurdan ve baş tên …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !