"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Kemal Burkay

Burkay di sala 1937’de Li Kurdistana Bakur, hêla Dêrsim, li Gundê Dirban hatiye dinê. Bavê xwe dersdarê dibistana pêşîn bû, Burkay dibistana pêşîn li cem bavê xwe, li gundên Canîg û Dirban xwend.

loading...

Piştre mekteba mamosteyan xılas kır, piştî wê jî li Enqerê di zaningehê da Huqûq xwend, di sala 1960’î da xilas kir û bû avûqat. Li bajarê Xarpêt, Dêrsim û Enqerê awûqatiyê kir. Burkay hîn di xortaniya xwe da bi edebiyatê ve mijûl bû; şiêr, hêkyat û roman dinivîsand.

Romana wî ya pêşîn “Yaşamanın Ötesinde” (Li Wî Alî Jiyanê) di sala 1963’yan de di rojnameya Vatan de tefrîqa bû (beş bi beş hat weşandin), dîwana wî ya şiêran ya pêşin (Prangalar) jî di sala 1966’an da çap bû.
Berhemên xwe berê bi zmanê Tirkî dinivîsand. Pişt re ku hînî xwendin û nivîsandina Kurdî bû, êdî bi zmanê dayikê jî nivîsand.Burkay hîn di dema xwendina zanîngehê de him bi bîr û bawerî sosyalist bû, him jî bi pirsa Kurdî hişyar bû.

Di sala 1964’an de li Xarpêtê (Elazîz) kovara ÇIRA derxist û li ser pirsên gel û welat nivîsand. Di sala 1965’an da bû endamê Partiya Karkerên Tirkîyê (TİP) û li hêla Elazîz, Bîngol, Dêrsim û Erzinganê ji bo rêzkirina vê partiyê kar û xebat kir. Her wisa jî li ser pirsên xebatkaran û li ser pirsa Kurd di kovar û rojnameyan de nivîsand. Bona vê yekê çend caran hat girtin, di sala 1967’an de çar meh, di sala 1971’ê û 1972’yan de jî ji salekî zêdetir di hepsê da ma.
Di sala 1972’yan de derkete derweyî welat û du salan li Elmanyayê ma.

Li wir alîkariya hevalên HEVRA kir û di rojnameya Ronahî de bi Tirkî û Kurdî nivîsand. Di nav Weşanên Ronahî de çend pirtûkên wî çap bûn. Yek “Di Şertên Tirkiyê de Tevgera Gelê Kurd ji Bo Rizgariyê” yeke din jî “Helbestên Kurdî” bû.
Di sala 1974’an de vegerî welat û tevî hin havêlên xwe Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkîyê (PSK) ava kir û bû Sekreterê Giştî. Di sala 1975’an de kovara Özgürlük Yolu (Riya Azadî), di sala 1977’an de jî rojnameya Roja Welat derxistin, ku ew rojnameya bi zmanê Kurdî, di dema Komara Tirkiyê de ya pêşîn bû.

Her wisa PSK wek “Tevgera Azadî” hate nasîn. Din nav Weşanên Riya Azadî de bi dehan kitêb çap bûn li ser dîrok, ziman û pirsa Kurdî.Tevgera Azadî di demeke kurt de gelek xurt bû, li gelek cîyan komeleyên DHKD’ê ava kirin û di sala 1977’an de Şaredariya Bajarê Diyarbekrê, di sala 1978’an de jî Şaredariya Bajarê Girîdaxê qezenc kir. Erişên dewletê jî giran bûn li dijî Tevgera Riya Azadî û tevgerên welatperwer, çep û demokrat yên dinê yên Kurd û Tirk. Di sala 1980’ê de darbeya eskerî çêbû û gelek hevalên Burkay jî hatin girtin û kuştin. Burkay di Nîsana sala 1980’ê da derkete derweyîî welat, çû Elmanyayê û pişt re jî Swêdê.

Piştî derba eskerî êdi nekarî vegere. Kar û xebata xwe li der welat ajot. Welat bi welat gerî û civîn çêkirin. Her wisa jî li ser pirsa Kurd nivîsand. Digel vê gelek şiêr, çîrokên zarokan, gelek pirtûkên wî yên din di nav Weşanên Roja Nû, Weşanên KOMKAR û li welat di nav Weşanên Deng de derketin.Burkay 31 sal, li der welat, ango li xurbetê ma. Di sala 2003’yan de dev ji Sekreteriya Giştî ya PSK berda û di sala 2011’an de, ango 31 sal şûn de, ku ew dew û dozê dijî wî li Tirkiye êdî ketin, karî vegere welat. Di vegerê de bi hezaran heval, hogir û dostên wî hatin pêşiyê, xêrhatina wî kirin. Piştî vegerê du sal jî Serokatiya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) kir.
Di sala 2017’an de tevî komek hevalên xwe Weqfa Riya Azadî ava kir û niha bi karê wê mijûl e. Weqfê kar û xebata çandî û alîkariyê daye pêş xwe.

BERHEM:
Heya niha qasî 62 pirtûkên Burkay çap bûne. 42 hebên wan pirtûk, 20 heb jî broşur (kitêbik) in. Ji vana ji 20 hebî zêdetir bi Kurdî ne. Burkay digel roman û şiêr, di gelek warên edebî de –wek kurtenivîs, pêkenî, çîrokên zarokan, teatir nivîsandine. Her wisa jî li ser ziman û dîroka Kurd, li ser pirsên teorîk (li ser sosyalîzmê, li ser pirsên Kurd û Kurdistanê) jî gelek nivîsandine.Bîranînên Burkay çar cîld in û cîldên 1 û 2 çap bûne. Yên 3 û 4’ê jî li benda çapbûnê ne. Heya niha 10 pirtûkên helbestan ên Burkay derketine. 6 Hebên wan bi zimanê Tirkî ne: Prangalar (1966), Dersîm (1975), Yakilan Şiirin Türküsü (1993), Can Taşır Dicle (1998), Gecenin Koynunda bir Adam (2009) û Rubailer(1992)… Ev her şeş kitêb bi hev re, di sala 2009’an de di nav Kırmızı Yayınları de, li Stenbolê çap bûn. Çar dîwanên Burkay ên Kurdî jî ev in: Helbestên Kurdî (1973), Azadî û jiyan (1988), Berf Fedî Dike (1995) û Çarîn (Rubaî-1992-2013). Çarînên Burkay ji 300’î zêdetir in û temamiya wan bi Kurdî hatine nivîsîn û pişt re dîsa bi destê wî hatine wergerandin, bûne Tirkî. Gelek berhemên Burkay wek şiêr, Tarixa Kurd û Kurdistan û çirokên zarokan, hatine wergerandin û bi zmanên dinê çap bûne. Gelek şiirên wî bi destê hunermendên bi nav û deng bûne kılam û stran û têne gotin. Helbesta wî ya bi navê Hêlîn, ku keça xwe ya mezin re hatibû nivîsîn, li Italyayê diyariya Premio Cremona girt, her wisa jî bû straneke operayê.

loading...