"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Memê Miksî

Di sala 1988’an de li gundê Arincê ji dayîk bûye. Arinc, girêdayî navçeya Miksa Wanê ye. Destpêka xwendinê li dibistana gund, ya navîn li navçeya Miksê, di sala 2002’yan de diqedîne.

loading...

Ji ber şert û mercên jiyanê nikare xwendina xwe bidomîne. Zaroktiya wî jî di heman gundî de derbas bûye. Li wir zewiciye û bavê sê zarokan e. Di sala 2010’an de mal bar kiriye Stenbolê û li wir jiyana xwe didomîne. Bi karê elektrîkê ve mijûl e.

Ji xwendina dîwanên klasîk ên Kurdî, bêhtir di bin bandora hemwelatiyê xwe Feqiyê Teyran de dimîne. Her wiha Cegerxwîn û Seyid Eliyê Findikî jî bandoreke mezin lê dikin. Eşqa nivîsandina wî ya helbestan, di sala 2014’an de dest pê dike. Ji xeynî çend heb helbestên azad, temamî helbestên xwe bi pîvan nivîsandine.

BERHEM:

Ez û Ew, Helbest, Weşanên Sîtav, 2018

loading...