"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mihanî Licokic

Di sala 1952’yan de li gundê Licokê ku girêdayî Licêya Amedê ye tê dinê. Dibistan li gundê wan tuneye bi mecbûrî di pênc saliya xwe de dest bi xwendina olî dike.

loading...

Li ber destê seydayê rêzdar Hecî Rindalî dest bi xwendinê dike. Qûran, Nûbihar, Nehcûl Enam, Mewlûda Kurmancî, Mewlûda  Zazakî xelas dike. Fêrî xwendina latînî jî dibe.

Di 18 saliya xwe de tevlî refên partiya PDKT’yê dibe. Bi hatina Darbeya 12 Îlonê re mecbûr dimîne derdikeve derveyî welêt. Berê li Sûriyê paşê jî li Siwêdê bi cî dibe. Xwedî çar kur, keçek û şeş nevî ye. Mihanî zimanên Tirkî, Swêdî û zaravayên Zazakî, Soranî û Kurmancî dizane.

BERHEM:

Mewlûda Xasî ya Zazakî, Ji tîpên Erebî wergerandiye tîpên Latînî

Dêr û Fistanik Dormarey Lice Pêşê Kevir, Zazakî, Weşanên Vate

Axînê Min Welat, Zazakî, Weşanên Roşna

Kulîlkên Buharê, Kurmancî, Weşanên Roşna

Meymanê Homay ,  Weşanên Roşna, Ji kurmancî wergerandiye Zazakî

Sanikan û Deyîranê Lice Ra, Zazakî, Weşanên Vate

 

loading...