"Enter"a basıp içeriğe geçin

Destana Derwêşê Evdî

Derwêşê Evdî destaneke kurdî ye. Li gor ku ji dengbêj û lêkolînerên dîrokê tê zanîn, Derwêşê Evdî di sedsala 18an de li herêma Wêranşarê jiyaye û berxwedaneke mezin li dijî Dewleta Osmanî û eşîrên Ereban nîşan dayê.

loading...

Wê demê Temir Paşayê Milî di sala 1780î de dibê serokê eşîrên kurd ê kîkan, milan û eşîrên êzdiyan li Beriya Wêranşarê û Derwêşê Evdî jî ji bêr jîrekiya xwe dibê serleşkerê Temir Paşayê Milî.

Di şerekî sala 1790î di navbera eşîrên Temir Paşayê Milî û Osmanîyên û eşîrên Ereban de Derwêşê Evdî tê kuştin.

Wekîdin evîna Derwêşê Evdî, ku bi eslê xwe kurdê êzdî bû û Edûlê ku bi eslê xwe kurdê misilman bû di nava civaka kurd de tê naskirin. Di nav kurdên de gelek stran û çîrok bi awayên cûda li ser Derwêşê Evdî hatine gotin.

loading...