"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Gülistan Acet

Gülistan Acet (z. 1985, Êlih), derhêner û lîstikvaneke kurd e.

loading...

Jînenîgarî

Di sala 1985an de li Êlihê hatiye dinyayê. Ji Zanîngeha Uludağê ji beşa mamostetiya tirkî mezûn bûye. Di Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê li ser zimanê kurdî mastera xwe temam kir. Piştî zanîngeh temam kir wê du salan mamostetiya zimanê tirkî kir û piştî du salan di 2009an de dev ji mamostetiyê berda û berê xwe bi temamî da sînemayê. Bi vê yekê re di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê dest bi perwerdehiya sînemayê kir ev proses qasî du salan dom kir. Gülistan Acet bi derhênerê kurd Ferit Karahan re zewicî ye.

Xebatên Sînemayê

Gülistan Acet fîlmê xwe ya yekem Bihûşta Zebeşan di 2013an de temam kir. Vê filmê di 50emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antalyayê de wek kurtfilma herî baş hat hilbijartin. Di heman salê de di filmê Derbûyîna Ji Bihûştê ya derhêner Ferit Karahan wek aktrîs cih girt û ji heman festîvalê xelata aktrîsta alîkar a herî baş wergirt.

Fîlmografî

Kurtefîlm

  • Guneh; Derhêner û senaryonûs, 2015
  • Bihûşta Zebeşan Derhêner û senaryonûs, 2013
  • Li Benda Biharê, Derhêner û senaryonûs, 2013

Lîstikvanî

  • Derbûyîna Ji Bihûştê, Alîkara derhêner, 2013
loading...

Bir Cevap Yazın