"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mecîdê Silêman

Navê rastî Mecîdê Mihemedê Silo
Zayîn Semenkaşê Ermenistan
Mirin 2014
Hemwelatî Kazakhstan
     Esil  Kurd
Pîşe Helbestvan û Dengbêj

Dengbêj Mecîdê Silêman(1937-2018) xwediyê helbesta Welatê me Kurdistan e,Navê wî yê rast Mecîdê Mehmedê Silo ye Ew di sala 1937an de li gundê Semekaşê, nehîya kotayke, li Komara Ermenistanê ji dîya xwe bûye,Malbata Mecîdê Silêman yek ji wan malbatan bû ku bi destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn neçar man ku cih û warên bav û kalên xwe ji ber zilma Roma reş dest jê berdin.

loading...

Binemala wî

Mecîdê Silêman kurê Mihemedê Siloyê Miho yê ji eşîra Biruka ye û li Wanê bi cih bûn. Mihemedê Siloyê Miho di çaxê koçê de diçe li Naxçivana Ermenistanê li kêleka çemê Erez bi cih dibe. Bi xwe dengbêj e û her tim ji Naxçivanê diçe hem Başûrê Kurdistanê hem jî Rojhilatê Kurdistanê û vedigerê cem kulfeta xwe. Li van deran tevlî berxwedanên Kurdan dibe û ku di çerperên şer de bi navê Îsa begê Rewanî tê binav kirin. Siloyê Miho herî dawî di sala 1946’an de dîsa berê xwe dide Rohilatê Kurdistanê ji bo tevlî nava refên Qazî Mihemed bibe. Ev çûyîna wî ya dawî dibe û careke din venagerê cem malbata xwe. Neviyê wî kurê Mêcîdê Silêman, Semedîn dibêje ku ew li Rojhilat di çeperê şer de şehîd bûye.

Zaroktîya Mecîdê Silêman

Mihemedê Silo şehîd dibe û Mecîdê Silêman hê şeş,heft salî bûye ew u biraye xer herdu bihevre li cem dapîra xwe di nav xizaniyê de mezin dibin. Mecîd di zaroktiya xwe de şivantî kiriye û di ber re jî çûye dibistanê. Gava Mecîd diçû ber pez bixwe re pirtûk dibirin û her dixwendin. Di çaxên ku Mecîdê Silêman diçû dibistanê perwerde bi zimanê Azeriyan tê dayîn. Lewre ew jî bi Azerkî perwerde dibe.

Dengbêjî

kalikê Mecîdê Silêman bi xwe dengbêj bû û bi saya wî Mecîd di zaroktiya xwe de dengbêjî kiriye,di sala 1955’an de Radyoya Êrîvanê vebû Mecîdê Silêman wek gelek Kurdên Qafkasyayê li gel qîza xwe Sîsa Mecîd ji bo tevlî xebatên Rodyoyê bibin çûn Êrîvanê. Li wir bi piranî klamên ku wî bi xwe dinivîsandin digotin. derdora 90-100 klamên wî di arşîvên radyoyê de hene .Li cem wî xwîşka min jî klam digotin. her wisa bi kasî 40-50 klamên Sîsa Mecîd jî di arşîvên radyoyê de hene.

Jîyana Koçberîyê

Malbata Mecîdê Silêman li Bajarê Naxçivana heta sala 1988’an dijî. Lê piştî ku şerê dinavbera Ermen û Azeriyan de derdikeve neçar dimînin ku ji wir koç bikin. di 1988an de şerê Azerî û Ermeniyan dest pê kir.Ermeniyan êrîş e wan kirin û digotin di dema qirkirinê de Kurdan jî em qir kirin. Ji ber vê dixwestin Kurd herin. Ji ber vê jî herkes bela bû û bi deverekê de çû. Malbatê mal û milkê xwe li pey xwe hiştin û berê xwe dane Krasnodarê nêzî Soçiya Rûsyayê li ba birayê Mecîd. Di rê de dîsa gelek êş kişandin.Lê li wir keça Mecîd çû rehmetê. Lê rayedarên Rûs gotin ji ber ku Malbat bê nasname ye mafê we nîne li vir kesekî defin bikin. Li ber vê yekê jî Mecîd got cihê ku ez nikaribim keça xwe lê defin bikin ez lê namînim. Ser bi vê yekê dîsa ji wir bar kirin û berê xwe dane Qazaxistanê.

loading...