"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mewlûd Oguz – (Mevlüt Oğuz)

Helbestkar û rojnamegerekî Kurd e. Di sala 1987an da li navçeya Heskîfê ya Batmanê ji dayik bûye. Di beşên dîrok û edebiyatê de perwerdehî dîtiye.

Ji 2013an heya 2018an yek ji beşdarên daîmî yê Şêwira Xwendinê ya Stenbolê bû. Di sala 2017an de bi awayekî profesyonel dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û halê hazir ji bo medya Kurdî û navnetewî bi awayekî serbixwe (freelance) rojnamegeriyê dike.

Ew endamê Federasyona Rojnamegerên Navnetewî (International Federation of Journalists) ye û edîtorê Kovara Ziryabê ye. Ji bo kitêbên Kurdî û Tirkî edîtorî û redaktoriyê dike.

Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Pêngav, Çirûsk, Hawara Botan, Asîva, Wenda, Kovara W, Jehr, Heterotopia, Folklora Kurdan, Nûbihar, PopKurd û Ziryabê de hatine weşandin. Oguz, ji 2006an û vir ve li Stenbolê dijî û kar dike.

NIVÎSÊN BALKÊŞ