"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mustefa Reşîd

Mustefa Reşîd nivîskarê kurd û cihgirê serekê Navenda PEN a Kurd e.

loading...

Reşîd roja 19.12.1945’an ji dayîka xwe bûye. Ew roja rojeke çarşemê bû, dem jî dema êvarê bû. Di wê şevê de heyv hate girtin. Ji ber vê bûyerê jî, piştî 50 salî, roja bûyîna wî ya rastîn hate derxistin. Gundê ku ew lê bûye jêre Kaxirê dibêjin. Ev gundê Kurdan li Çiyayê Xastiyan, li herêma Çiyayê Kurmênc, li başurê rojavayê Kurdistanê ye. Bavê wî bi pêşiyên xwe digihîne êla Dinan û dayîka wî ji aliyê bavê de digihîne Xerziyan û ji aliyê dayîkê de digihîne Şikakan.

Dayîka wî, di destpêkê de, ew bi çanda Kurdan perwerde kir. Stranên landikê jêre gotin, çîrok û efsane jêre hewaldan, awaz û stranên gelêrî jêre stran. Berî ku ew biçe xwendegeha destpêkî, stranên mîna Dewrêşê Evdî, Memê Alan, Cebelî Mîrê Hekariyan, Salihê Naso, Xezala Mendalan, Xezala Reşîd Begê, Husênê Zilî, Siyamend û Xecê … û hwd bi dehan stranên giran û bi sedan stranên sivik, çîrok û efsaneyên Kurdan êdî bûbûn beşek ji jiyana wî. Siwarê xewnên wî Memê Alan, li ser pişta Bozê Rewan, li ser rêya Cizîrê bû. Çirûskên rêya wî ji bedewiya Zîna Zêdan, Binefşa Narîn û Keja Gulîsor bûn.

Tevî ku wî, li gor temenê xwe pir tişt dizanîn jî, lê belê gava ew çû xwendegehê dît ku mamoste bi zimanekî din diaxife û ew tê nagihîne. “Hey hawar ev çi bû!” wî ji xwe re got …. lê belê çare tune bû. Dîsa jî wî çare li wê pirsgirêkê dît û di wê salê de, di nav hevalên xwe de, bû yê herî jîr. Wî xwendina xwe bi zimanê erebî berdewam kir, paşve nema û di sala 1965an de, sala 12an bi standina bekeloriya (lîse) bi dawî kir.

Ji aliyê malbata wî de rêyek li pêşiya wî hatibû danîn. Ji ber ku birayê wî yê mezin bûbû doktor, diviyabû ev kurê din bibe muhendis. Bi wê armancê ew roja 19.04.1966’an li otobûsê siwar bû, sînorê Sûriyayê derbas kir û di Îskenderûnê re, di Edenê re, di Stenbolê re hat gihîşt bajarê Bêlgrad, paytextê Yugoslaviya. Dema pêşî li wî gelek giran hat û hin caran, ji ber awat û bîrkirina welat, di koşka xwe de bi tenê rûdinişt, li ber pencereyê, yan jî di nava nivînê de hêstir dibarandin. Lome û gazin ji xwe dikirin û digot: “Çima min ji ber gotinên xelkê bi ya xwe nekir û kêrsekek (axa hişk) ji axa welat nexist çenteyê xwe û bi xwe re neanî, daku min di demên xemgîniya xwe de, serê xwe daniya ser wê axê. Qeder û çarenûsa mirov kes nizane, gava ez li van deran mirim jî, hema bila serê min li ser wê axê be.”

Piştî mehekê ew bû endamê Komela Xwendekarên Kurd li Ewropa û ji wî re bû destpêka jiyaneke dûr û dirêj di nav rêzên tevgera xwendekarên Kurdistanê de. Ew li Bêlgrad bêtirî çar salan ma û nema debara wî li wir bû. Bêyî ku ew xwendinê bi dawî bike, berê xwe da Almaniya û hat li bajarê Berlîna Rojava bi cih bû. Li zanîngeha Berlîn xwendina înformatîk (xwendina computer) bi dawî kir. Di sala 1981’an de bi keçeke Kurd re zewicî û piştî çend salan du kurên wan çêbûn.

Di sala 1976’an de wî û hin hevalên xwe biryar girtin, ku ji niha û pêve, xwe bi zimanê kurdî perwerde bikin û her nivîsarên xwe bi zimanê dayîkê belav bikin. Lê belê, pêşî diviyabû kesek xwe pêşve bibe û di pey re hevalên din perwerde bike. Ev karê han bû barê wî. Çi pirtûkên kurdî yên wê demê hebûn, wî ji xwe re peyda kirin. Ji nivîsarên Bedirxaniyan heya bi Qenatê Kurdo û Reşîd Kurd wî tev xwendin. Derketina Hawarê (çapa Ewropa) ji wî re bû mizgîniyeke mezin. Bi rojan, bi şevan, hin caran heya ber destê sibehê, wî Hawar dixwend; Hawar bû încîla rewşenbîriya wî, Celadet jêre bû mamostayê herî mezin. Ji sala 1977’an heya 1979’an wî li komela karkeran kursên zimanê kurdî pêşkêş kirin.

Wî di wan salan de gelek demên jiyana xwe di nav rêzên tevgera xwendekarî de derbas kirin. Bi hevalên xwe re di gelek komîteyan de cih girt, gelek sêmînar pêşkêş kirin, civîn û kongire pêkanîn, aksiyon organîze kirin, belavok û weşan nivîsandin û belav kirin.

Wî ji sala 1979’an heya 1985’an li xwendegeha gelêrî ya bilind li bajarê Berlîn mamostetiya zimanê kurdî kir. Gelek xort û keç di kursên wî de hînî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bûn. Lê belê yê ku ji tevan bêtir sûd girt û hînbû ew bi xwe bû. Beşdarên kursan ji her aliyên welat bûn û wisa jî, wî zaravayê her herêmekê dibihîst.

Hên ji dema Bêlgradê de, wî ji xwe re stran çêdikirin; stranên wî pir li xweşiya hevalan dihatin. Wî ev şêwe li Berlîn jî berdewam kir û di pey re li cihê stranan helbest hûnan. Bi vî awayî, wî gotina meta xwe ya dema zarotiyê anî cih. Gava ew hên biçûk bû û li ba meta xwe li ber rezan bû, gotinên wî gelek balkêş bûn. Hîngê meta wî digot: Ev lawê birayê min şaîr e. Wî piraniya helbestên xwe di rojname û kovaran de bi navê Xamevan dinivîsandin. Ji bona wê, dîwana helbestên wî, ya bi navê Serfirazî di sala 1994’an de, di bin navê Xamevan de hate belav kirin.

M. Reşîd ji sala 1966’an heya sala 1990’an bi navê Mustefa Alî dihat naskirin. Hên li welat paşnavê wî bi biryareke jorîn hatibû guhertin. Di sala 1990’an de wî paşnavê xwe sererast kir û mîna paşnavê birayên xwe yên din kir. Bi vî awayî, hûn dibînin ku Mustefa Reşîd, Mustefa Alî û Xamevan yek mirov e.

Di sala 1994’an de wî mala xwe ji Berlîn bar kir û hat bajarê Homburg, wilayeta Saarland, ya li ser sînorê Frensayê. Li înstîtûteke zanîngeha vî bajarî bûye delametkar. Lê dîsan jî, di ber karê xwe re, dest ji xebata rewşenbîrî bernade. Ew li bajarê Saarbrücken kursên zimanê kurdî dide û di MEDYA-TV de waneyên li ser folklora kurdî pêşkêş dike û di hin rojname û kovaran de dinivîsîne.

loading...