"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, nivîskar, wergêr û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Diyarbekirê hatiye dinyayê.

loading...

Jînenîgarî

Dı sala 1953 de li bajêrê Farqînê wek zarokê malbatekî welatparezên Kurd tê dinê. Birayê wî parêzerê navdar Erdinç Uzunoğlu[2][3]‘ye,helbestvanê navdar Rojen Barnas û Kendal Nezan jî kurxalê wî ne.

Di sala 1970’ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîr Mîrê Kurd Kamiran Alî Bedirxan Beg di navbera salên 1972 -1979 an li Pragê di Zanîngeha Çarls (Karel) de beşa bijîşkiyê dixwîne, bi serfirazî dibe doktor.

Di dema xwendekarîyê de dibe endamê Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa di nav komele de bi Tariq Aqrewî, Mîrhem Yiğit, Qadir Dîlan, Muhemed Muhtedî, Selîm Babanzade, Muhemed Zaza, Zagros Haco’re kar dike[4]

Dema ku Çekoslovakya ji aliyê Pakta Artêşa Varşovayê ve tê dagirkirin di berxwedanê de dibe çalakger û aktivîst bo heqên mîrovayetî di komara Çekolovakyayê de.

Di sala 1973 de Dr.Abdul Rahman Qasemlo li Pirag nas dike,dostanîya wan ta şehîdbûna Dr.Qasemlo di sala 1989 de dom dike, bi salan alîkarîya Partîya Demokratê Kurdîstana Îranê dike.

Di sala 1975an da Yekta Uzunoğlu û Hacî Ehmedî (pêşeweyê Partiya Jîyana Azadîya Kurdistanê PJAK ê) bi ser konsolsoxaneya Swêde de digrin.Bi 20-30 xwendekarên Kurd re greva birçîbûnê organîze dikin. Di dewra Gûstav Hûsakê Stanîlîst da xwendakarên kurd radestî Sadam dikin. “Swêd welatekî bealî ye” û ev çalakî di dinê de deng dide û şandina xwendekarên Kurdên Başûr li Baxda dide sekinadinê, rejîma Sadam bi vê çalakîyê di vê warê de şikest dixwe.

Dr. Yekta Uzunoğlu di sala 1976 de bi alîkarîya hevalê xwe Prof.Dr.Pavel Martasek [5] û Vladîmîr Korensky bi navebeynakariya çapxaneya Araratê ya neqanûnî/ilegal li Komara Çekoslovakya ava dike û dehan pîrtok,broşûr,xerîta ( neqşê) Kurdistanê û nivîsên xwe,ya Dr.Abdul Rahman Qasemlo[6], Kendal Nezan û yê Prof.Dr. Joyce Blaû, bi zimanên cûda-cûda çap dike, diweşîne û li Ewrûpa belav dike. Çapxaneya Araratê(Agirî) di dîrokê de yekem çapxaneya kurdî ye li Ewrûpa.[7]

Dr. Yekta Uzunoğlu di dema ku li koleja bijîşkiyê dixwîne, xortekî li dijî komînîzmê ye. Di wê dewrê da bi serokê Komara Çekyayê Vaclav Havel re di nava rêxistina 77an de cîh digre û wê demê di nava çalakiyên siyasî de ye. Dema ku Vaclav Havel tê girtin, Dr. Yekta Uzunoğlu jî sirgûn dikin.

Herwiha piştre Dr. Yekta Uzunoğlu li Parîsê bi cîh dibe. 1982an lîsansa bilind û mastirê li ser nexweşiyên hundirîn dike.

Bi wezîrê berê yê Karên Derveyî yê Fransayê Bernard Kouchner û bi komek hevalan re Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ava dike. Hikûmeta Fransayê Dr, Yekta Uzunoğlu layiqê Bûrsa Enstitûya Pasteur dibîne. Dr. Yekta Uzunoğlu piştî 5 mehan pispor / îxtîsasê, bi nameyekî spasdariya xwe ji hikûmeta Fransayê re dişîne û bûrs û hemû derfetên ku hikûmeta Fransayê jê re dabûn lê vedigerîne û Dr. Yekta Uzunoğlu, tevî hevalên xwe yên Doktorên Sînonernenas diçe Kurdistana Îranê(Rojhilat), ji bo alîkariya şervanên Rojhilatê Kurdîstanê. Nexweşxaneyên sahra ava dike, dibistan bo ciwanên Kurd li serê çîya vedike, dibe mamosteyên wan,li Kurdistana Rojhilat ji Qoturê ta Soma-Biradost di enîya şerê de wek peşmerge cîyê xwe digre.[8][9][10][11][12]

Dr. Yekta Uzunoğlu hemwelatiyê Tirkiyeyê bû. Ji ber parastina mafê mirovan û alîkariya însanî ya kurdan û mirovan di sala 1987ê de ji hemwelatiya Tirkiyeyê tê avêtin. Li Almanyayêxwediyê mafê statû ya penaberiyê ye.Di 1983 an de Enstîtûya Kurdî ya Parîsê bı Kendal Nezan. Remzi Raşa û Yilmaz Güney re ava kiriye.[13] 1983 – 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Herwiha Dr. Yekta Uzunoğlu di dema xwêndkariyê de mecbûr dimîne çend welatan biguherîne.[14] Li sala 1988 de cara yekem di dîroka Kurdîstanê de li Ewrûpayê li ser pelên kurt de li Monte Carlo de radîyoya kurdî vekir û dest bi weşanên kurdî kir.[15]

Dr. Yekta Uzunoğlu, bi 10 zimanan bi awayekî herikî diaxive. Piştî têkçûyina komînîzmê vedigere Pragê. 1990î li Çekoslovakya 17 şîrketan ava dike. Sala 1994an de dewleta kûr ya Çek û Tirk Dr. Yekta Uzunoğlu tûşî problem û arîşeyan dikin. Herwisa di sala 1994an de rastî êrîşên hemwelatiyên Tirkiyeyê tê. Li Çekoslovakyayê kesên hemwelatiyên Tirkiyeyê yên ku bi nasnameyên sexte dijîn êrîşî Dr. Yekta Uzunoğlu dikin. Ji vê êrîşê zindî difilite[16].[17][18]

Bi hevkariya kesên neqanûnî/illegal yên Tirk ji aliyê polîsên Çekê ve bi 3 kurdên din re tê girtin. Dr. Yekta Uzunoğlu ji 13ê îlona 1994an heta 1997an di zîndane da dimîne. Yek kurdekî bi navê Gafur Gökmen piêtê berdana xwe 32 salîyê xwe de diçe rehma xwedê ji ber ku di girtigehê de nexweş dikeme û nayê dermakirin, kurdê dinê bi navê Hacî Bulut di girtigehê de dîn dibe.[19][20][21][22][23]

Rêxistina Efûyê ya Navndewletî( Amnesty International ) aşkere dike ku Dr. Yekta Uzunoğlu bi awayekî  hikûkî nehatîye dadmend kirin, nehatiye darizandin û careke din doza dadigehkirina wî ya hûkukî  dike[24][25] Di sala 2007 an de Serokkomarê Çekyayê Vaclav Havel, xwediyê xelata Osakarê Zdenek Sverak û 160 şexsiyetên herî navdarên Komara Çek ji bo pîştîwanîya têkoşîna Dr. Yekta Uzunoğlu dest bi greva birçîbûnê dikin, bî vê rîyê êrîşên dewleta kûr a Çekya li ser Dr. Yekta Uzunoğlu ku berdewam e, protesto dikin.[26][27][28][29][30]

loading...

Tiştekî ku Dr. Yekta Uzunoğlu bê tawanbarkirin nayê ditîn û di 31ê tîrmeha 2007an de dosyeya Dr. Yekta Uzunoğlu paqij derdikeve. Dr. Yekta Uzunoğlu, dema di zîndanê de ye, rastî gelek mûameleyên xirab tê û zerarê dibîne. 56 dozên hiqûqî derbarê berpirsan de vedike. Dozên tazmînatê di sala 2010an de bi dawî dibin.[31]

Yekta Uzunoğlu di dîroka hiqûqa Komara Çekyayê de tazmînata herî mezin bi dest dixe. Yên ku komara dewleta kûr ya Çekya bi wî dane jiyandin, di pirtûka bi navê “Îfade” dinivsîne û pîrtok bi deh hezaran çap dibe û tê wergerandina zimanê almanî jî û almanî jî çap dibe . Dr. Yekta Uzunoğlu di 21.01.2015an de di mala xwe da rastî êrîşa kuştinê hatiye. Lê bi zindî filîtiye. Kujer bi alîyê rêxistineke ku dixwazin Dr. Yekta Uzunoğlu bikujin ve hatiye organîzekirin. Doz hîna berdewam dike.[32]

Dr. Yekta Uzunoğlu hemwelatiyê Almanyayê ye. Bavê du keçan e, 3 zarokên wî hene. Li Pragê li Komara Çekya dijî. Wî bi tevahî 40 pirtûk bi zimanên cûda-cûda nivîsine, wergerandine û weşandine. Dr.Yekta Uzunoğlu 10 zimanan zane.[33]

XELAT

Di sala 2006 an de Sazîya herî navdar   Harta 77 xeleta  herî bi prestîj (Frantîsek Krîegel)ya Komara Çek ji destê serokomar Vaclav Havel bona cesaretê xwe li şerê  hember bêadaletîyê , bêheqîyê werdigre û dibe bîyanîyê yekem li dîroka komara Çek de  ku vê xelatê bi dest dixe.[34][35][36]

2017 girtina Yekta Uzunoglu li Komara Çekî

Pişta êrişa DAIŞê di sala 2014 Dr.Yekta Uzunoglu hember vê êrişê disekine, alîkarîya Kurdên Rojava dike,bi cîgerê komîsyona leşkerîya Parlamentoya Ewrûpî birêz J.Stetina’re diçe Kobanê û Nesrîn Abdullah (YPJ) tîne Komara Çek, dîsa sala 2015 de dibe sedem ku serok Mesûd Barzanî tê Komara Çek û 20.12.2015 parlamenterên Kurdîstanê tîne Komara Çek. Roja 21.01.2015 de sucdarekî navdar Vaclav Faktor ku hemkarê polîsê Komara Çek e bi şev dikeve mala Dr.Yekta û dixwaze wî bikuje,polîs wî digre lê rojkî şûnda wî berdide.

Yekta Uzunoglu di 28ê nîsana 2017an de li Pragê bê sebeb tê girtin(li ser daxwaza Sefîrê tirk). Dotira rojê ew bi biryara dadgehê tê serbest kirin .[37] Li gorî xwe Uzunoğlu li ser daxwaza balyoza tirk li Prag ji alî polîsên ku bi wan re kar dikin hat girtin.[38] Dadgeha Ewlekariyê ya Komara Çek bi daxuyaniya 13ê Sibat 2018 de, di binê vê pelê de hatiye belavkirin: III. ÚS 1920/17, bi  devê kadî Prof. dr. JUDr. Jan Filip CSc. ragihand ku girtina Yekta Uzunoglu di 28 ê çileya paşîna (2017) de dijî qanûna ewlekarîyê bû û komara çek mahkûm kir.[39]

2019 – Bîryara Dewleta Tirk bo girtina Dr.Yekta Uzunoglu

Di 2015 ê de li ser daxwaza Parlamenterê Parlamentoya Ewrûpa û cîgerê serokê komîsyona parastinê Parlamentoya Ewrûpa birêz MEP Jaromir Stetina û Yekta Uzunoglu bi hev re çûne Bakurê Sûrîyê(Rojava) da ku li ser şerê dijî  DAIŞê bo Parlamentoya Ewrûpa lêkolîn bikin. Piştî vegera xwe, birêz Jaromîr Stetîna hem li ser rûpela xwe û hem jî li ser rûpela fermî ya Parlamentoya Ewrûpa çend wêneyan li gel şerwanên Kurd ku li dijî DAÎŞ ê şer dikirin weşandîye.[40] Dr.Yekta Uzunoglu jî wan wêneyan bi destûra Jaromîr Stetina li twîterê xwe de parve kirîye. Di çileya 2019’an de li Tirkîye Yekta Uzunoglu ku birazîyê Dr.Yekta Uzunoglu ye tê girtin. Derdikeve holê ku Tirkîye ji sedema van wêneyan  bîryara girtina Dr.Yekta Uzunoglu daye û bi şaşî birazîyê wî berçav kirine ku navê wî jî Yekta Uzunoglu ye.Dr.Yekta Uzunoglu hemwelatîyê Almanyayê ye,çendan parlamenterên Alman, Jaromîr Stetina û parlamenterên din ya Parlamentoya Ewrûpa, PENa Kurd û gelek kesayetiyên navdarên Çek û Alman vê bîryara dewleta Tirkan protesto kirin. Ew wêne ku bûye sedama bîryara girtina Dr.Yekta Uzunoglu  ta roja îroj jî li ser malpera resmî ya Parlamentoya Ewrûpî de zeliqandî ye û ji her kesî re vekirîye.[41][42][43]

Pirtûk

  • Îsa Diçe Qudisê, 1986[44]
  • Îsa can dide mirîya, 1986[45]
  • Yûnis, 1986[46]
  • Hey lê ; Bi kurdî binivîsîne, , 1985[47]
  • Kovara Mizgîn – 1/83, 1983[48]
  • Kovara Mizgîn – 1/84, 1984[49]
  • Kovara Mizgîn – 1/85, 1985[50]
  • Yekta Uzunoglu: Láska u Kurdů; Země Kurdů; Legenda o Kurdech “(Kurd û Evîn”, “Welatê Kurdan”, “Dastana Kurdan”), di salên 1976-1979an de hatiye weşandin, (ji berga pêşîn)
  • Yekta Geylanî: Kurdische Alphabet (“Alfabeya kurdî”), Yekta Geylanî, Bonn 1982,
  • Yekta Geylanî: MEHDI ZANA MUSS GERETTET WERDEN, Bonn 1982[51]
  • Yekta Geylanî: Der kulturelle Völkermord an den Kurden in der Türkei (“Jenosîda çandî yê Kurdan ya li Tirkiye”), Yekta Geylanî, Bonn 1982,
  • Yekta Geylanî; Thomas Bois: Kurdische Volksdichtung (“Helbestên gelêrî yên kurdan”), Kurdische Institut, Bonn,1985 – Kurdische volksdichtung – Spiegel der kurdischen Seele 1986,http://yektauzunoglu.com/de/archiv/kurdische-volksdichtung-spiegel-der-kurdischen-seele/
  • Kurdische Musik – Musîka Kurdî, Kurdisches Institut,Bonn,1985,ISBN:3-925519-02-5,http://yektauzunoglu.com/de/kurdische-musik-1985/
  • Yekta Geylanî; D. N. MacKenzie: Kurdische Grammatik (“Rêzimana kurdî”), Kurdische Institut, Bonn 1986 – xebatekê li ser berhemên Celadet Bedir Xan û Roger Lescott e.
  • Yekta Uzunoglu: Kurdská přísloví, (“gotinên pêşiyan yên kurdî”), Lidové noviny, Prag 1993
  • Ein Kurde im Mahlwerk des Übergangs. Ein Bericht aus Tschechien, 2007,
  • Yekta Uzunoglu: Výpověď, (“Şahidî”), Akropolis, Prag 2008,http://yektauzunoglu.com/publikace/vypoved/
  • V.Klaus, I.Kočárník, K.Dyba, J.Zieleniec, J.Lux, Y. Uzunoglu û yên din: Ekonomické perspektivy ČR (“Perspektîfên aborî yên Komara Çek”), Meridian, Prag, 1993,ISBN:80-901588-0-3
  • Yekta Uzunoglu: Islámský trojský kůň v České republice ISBN: 978-80-906487-2-2
loading...