"Enter"a basıp içeriğe geçin

Strana Xêmûşê

Amadekirin: Mihemed Hemkoçer

loading...

Ji dengê Bavê Saleh

Xemûşê
Ey yaaaar
Yarî Xemê yarî Xemûşê
Li êteka çayê Kurmênc, li ber kaniyan li devê van newala
Erê, erê bi ser min de dibû şîngeşînga zext bi xilxala, navtengxezala, gerdenşemala û dêm bi xala
Ez nikarim herim pîşêêêê
Law pîşa vê bagir û serbaz û vê çawîşê, de yar yar
Erê, vê sibê weke marî û mêkewan dixwînê li sîng û berê pilindirî rîşê
Ne wek mêkew û mariyan, li Çayê Lêlûn, dixwînê li pilindirê rîşê
Ji mi re nebûye, xezalek ji bûcaqê Çemê Efrînê derketiye, ez li Deşta Cûmê, li şopê digerme, li nav hoşeb û qeram û lûlê û karûşê
Ey yaaaaar…
Erê.. vê sibê nebûye bêriyek ji bêriyên gundê Mabeta, gava keç û bûkên gundê mehabata xwe didin ber xem û xêzê çekedûzanê, li bêriya danê sibê, radikin helbek ji helbên kenêrî, hêdî hêdî xwe berdidin ber kaniya Berbewîşê
Sîng û berê vê sipî ye, mîna berfa Çayê Feraşînê, Melezgirê, zozanên Serhed û Erdîşê
Te lêvşekirê ji şekirî qamîşê, gerden ji şûşê
Sala çûnî vê çaxî tu di mala bavê xwe de qîz bû, bi sîng û berê xwe yê tîştîrî, tu pedîperde bû, hey mala bavê te neketê, îsal li ber serê te tê teqîn û reqîna darê dergûşê.
Yaaar.

loading...