"Enter"a basıp içeriğe geçin

Germa Havînê û Keçika Çînî – Lokman Polat

Germa Havînê û Keçika Çînî - Lokman Polat

loading...

Di vê germa havînê de dê mirov çi bike? Ya dê biçe ber bahrê (deryayê) xwe bavêje avê, avjênî bike, xwe bide ber rojê, yan jî weke min xwe bide bin sîya darê û pirtûk bixwîne, nivîs binivîse. Ez di mehên havînê de gelek pirtûk dixwînim û nivîs dinivîsim.

Di kultura me kurdan de beroj na, lê sî heye. Yanî havînan kurd di sîyê de rûnî dikin. Ewropî jî xwe didin ber tavê. Ev ferqîyeta kulturî ji ber rewşa germî û sariya welatê me û yên ewropîyan tê. Havînan welatên ewropayê bi qasê welatê me germ nîn e. Ew weke turîst diçin welatên germ û xwe didin ber rojê.

Kurd weke turîst naçin cihek, ji xwe pêwîst nake ku kurd ji bo germîyê biçin cihek din. Xwedê ji xeynê azadîyê hertişt nesîbê kurdan kiriye. Werhasil ji bo ez jî li Kurdistanê fêr bûme ku havînan di bin sîya darê de rûnîkim, di vî welatê sar de jî ez xwe nadim ber tavê û di bin sîya darê de rûnî dikim.

Min pirtûk, defter û pênûsa xwe girt û ez çûm ber deryayê. Li qeraxê deryayê keç û jinên Swêdî bi bincilên rengo reng ber deryayê xemilandibû. Rindî, xweşikî, bedewî û spehîbûna keçên Swêdê bi nav û deng e û pêwîst nake ez behsa rindîya wan ji we re bikim. Lê, bawer bikin ez di nav van bedewan de şad û bextiyar nîn im. Heger ez ne li ber behra Stockholmê, lê li ber çemê Diyarbekirê, gola Golcukê, gola Wanê ya jî li ber çemê Hesenkeyfê bama, ez ê gelek şad û bextiyar bama.

Li ber bahrê temamên spehîyan xwe dabû ber rojê. Ez jî di nav wan de derbas bum û çûm aliyê wiyalîn û di bin sîya darê de rûniştim. Min dest pê kir pirtûk xwend, paşî çend rêz nivîsî û li rindên derûdorê mêze kir. Di navberê de çiqas derbas bû, ez nizanim. Min hew dît keçeka Çînî hate cem min û ji min agir xwest ku cixara xwe pêxe. Min heste –çaqmaq- derxist û cixara wê pêxist. Ew neçû, li cem min rûnişt û got :

  • Ji kîngêveye ez li te temaşe dikim, tu di bin sîya darê de rûniştî, xwe nadî ber rojê û nakevî avê. Qey tu avjênî nizanî?
  • Ez zanim. Ez li ser gola Moso avjênî fêr bûm. Heger ez rojeke biçim ber wê golê, ez ê xwe bavêjim avê û avjênî bikim.

Di esasê xwe de xwestina agirê cixarê û sohbeta li ser avjênîyê behane bû. Keçik di konsolosxana Çînê ya li Swêdê de karmend bû, ji xwe re li hevalekî digeriya. Min ecibandibû û dixwest bi min re dostanî pêk bîne. Ez jî heşerîyeke wisame ku li şadî û bextiyarîya yek şevan digerim. Piştî sohbeta wê rojê û têkiliyên me yên dostane, hetanî ku keçik vegeriya çû welatê xwe, me hevûdu car caran bi şev didît û sohbet dikir.

Dema ku keçik ji Swêdê çû Çînê. Me hevûdu dît. Wê ji min re got :

  • Ez ji dostaniya te gelek memnûn im. Te bi min da nîşandan bê di jîyanê de dostanî çiqas xweş e. Loma jî ez spasdarê te me.
  • Spas xweş. Lê, min meraq kir tu çima hetanî vê emrê xwe nezewicî?
  • Gotineke pêşiyan yê Çînî heye, dibêje : Heger tu dixwazî meheke şad û bextiyar bibî, bizewice.
  • Lê, piştî mehek?!…..

Ji karê xwe hezkirin

Min di rêzên jorîn de behsa keçika Çînî ya ku min wê li Swêdê nas kir, kiribû. Niha ez dixwazim ji ber gotina pêşîyan ya çînîyan behsa hinek tiştan bikim.

Gotineke pêşîyan ya çînîyan heye, dibêje :

” Heger tu dixwazî saeteke dilşad bibî, raze.

Heger tu dixwazî rojeke dilşad bibî, here nêşîra masîyan.

Heger tu dixwazî mehek dilşad bibî, bizewice.

Heger tu dixwazî saleke dilşad bibî, li ser serweteke daynin.

loading...

Heger tu dixwazî di temamê jîyana xwe de dilşad bibî, ji karê xwe hez bikin.”

loading...