Jiyana Sebrî Botanî

Jiyana Sebrî Botanî

Sebrî Botanî an jî Sebriyê Ehmedê Temir helbestvan û nivîskarekî kurd bû. Botanî di sala 1925’an de li gundê Lodê yê navçeya Dihê hatiye dinyayê.

Ew ji hoza Jêliyan bû. Wî hemû jiyana xwe xistibû xizmeta ziman, edebiyat û çanda kurdî. Di gelek kovar û rojnameyên kurdî de li ser mijarên cihê dinivîsand û yek ji çalaktirîn kesayetiyên kurd bû. Ew di salmeziniya xwe de sirgûn bû û di heta dawiya jiyana xwe li Norwêcê jiya.

Sebrî Botanî di 25’ê cotmeha 1998’an de li Osloyê, serbajarê Norwêcê, çû ber dilovaniya Xwedê.

BERHEM:

Şîn û Şadî, Dîwan 1

Dilistan, Dîwan 2

Dengê Metîn û Cûdî, Dîwan 3

Dibêjin, Çîrok û Çîvanok

Herweha nêzîkî deh kitêbên Botanî yên neweşandî jî hene.

Helbestên Sebrî Botanî

Lê Binêre

Noam Chomsky

Noam Chomsky Kî Ye

Avram Noam Chomsky (z. 7 kanûna pêşîn 1928) kevne dersdêrê zimannasiyê li Massachusetts Institute of …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !