"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Serkeft Botan

Di sala 1957’an de li Mêrdînê hatiyê dinê. Mekteba sereta, navendî û zaningehê (beşa mamostetiyê) li Mêrdînê qedandiye. Botan dibejê ‘’destpêk û germahiya helbestê sala 1975’an e lê berî vê jî kurmê helbestê di rihê min de digeriya.!’’

loading...

Helbestên Botan jî mîna yên pire helbestkarên Bakûrî piştî gellek salên dûdirêj dibin dîwan û Hozan Birader çend helbestên Botan dike stran.
Botan li warê nivîsê jî gav tavêje û berê xwe dide kovarên kurdî. Herî zede jî li kovara Rewşen disekine. Botan di sala 2003’yan de helbestên xwe bi navê “ZoMaFer” di dîwanekê de dicivîne.

Di vê navberê de ew hew helbestê ne mijûl e; di qada roşenbîriye de jî li paş namîne. Dîrektoriya Qursên Zimanê Kurdî ya Amedê dike. Di damezirandin û rêveberîya Enstîtûya Kurdî de, di damezirandin, reveberî û seroktiya Kurd- Penê ya şaxa Amedê de peywir digire.
Botan û Rênas Jiyan bi hev re weşanxaneya Belkî’yê li Amedê ava dikin.

Di sala 2005’an de Botan pirtûka xwe ya duyemîn “ Çi ma ? ” li weşanxaneya Belkî’yê çap dike. Gelek salên dudirêj di aqademiya siyasî de wane dide. Botan salên dudirej bi remza ‘Qadîn” ê qunciknivisîya rojnameya Azadiya Welat dike. Jiyana xwe li Mêrdînê didomîne.

loading...