"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Sîpan Xizan

Di 30’yê Tîrmeha 1928’an de li mezra Eqroya Jorîn ya Licêya Amedê çavê xwe li jiyanê vedike. Wî dibistan û medresê nexwendiye. Bi derfetên xwe hînî nivîsandina xwendinê dibe.

loading...

Ew di sala 1954’an de li postexaneya Licê dibe karmendê têlê. Di sala 1956’an de ji Licê diçe Dihê, di 1958’an de ji Dihê diçe Farqînê, di 1963’yan de ji Farqinê jî tê Amedê, di sala 1969’an de jî Amedê diçe Mêrdînê. Li Merdinê dibe serokkarmendê têlê.

Li 11 navçeyên Mêrdînê, digel Şirnexê tev digere û ew qontroleriyê dike. Yek caran diçe Qamişloyê jî. Piştî heşt salên Mêrdînê di 14ê meha Kewçêra 1977’an de tê mişextkirin û wî dişînin Manîsayê. Ew berî çûyîna Manîsayê wekaletnamê dide du parêzerên TOBDERê (Yekîtiya Mamosteyên Tirkiyeyê) û li Daniştayê dozê vedike. Dawiyê, Daniştayê li dijî wî biryar dide û xebata wî ya li Kurdistanê, qedexe dike.

Ew difikire ku li wê derê debara wî nabe, diçe Manîsayê pişt re di demekê nêz de ji kar vediqete û teqawîd dibe û vedigere Amedê çend salan dikandariyê dike lê bi ser nakeve. Xizan bavê 9 zarokan e. Niha li Amedê jiyana xwe didomîne.

BERHEM:

Sîpan I, Helbestên Kurdî, Dîwan II, Weşanên Firat-Dîcle, 1991, Stenbol

Jana Sîpan, Dîwan II, Weşanên Tevn, 2005, Stenbol

Gulistana Sîpan, Weşanên Ava, Tîrmeh 2010, Amed

Pesindariya Sîpan, Weşanên JJ, Rezber, 2013, Amed

loading...