"Enter"a basıp içeriğe geçin

Diya min vê êvarê ji min re wiha got – Mihemed Hemkoçer

Mihemed Hemkoçer

loading...

Çêrokek efsanewî, gelêrî ji diya min diyarî hezkiriyên wêjeyê gelêrî yê Kurdî
Diya min vê êvarê ji min re wiha got..
Mihemed Qurban, le were ba min rûne, bavê min ji min re çêrokek xeber de, ez î deh salî bûm, niha hat bîra min
Fermo yadê bêje
– dibêjin: zemanekî padîşah û wezîrê xwe ve derketin nêçîrê, li gera xwe bi rê de qafekî meriyan dîtin, bala xwe danê ku li ser wî qafî nivisandine ev kê sê meriyan bikuje, gul xwe dinin ma çawa êkê sê meriyan bikuje, lê belê li hemberê cotariyekî cotê xwe dajot, bala xwe li ser wan bû, lê nizanî ku ew kî ne û çi dikin!!
Padîşeh û Wezîr dema ew qafa dîtin, li cem sekiniyan û bi hev re gotin: Gelo ev qaf çi dike li vir û ê kê ye!?
Di ci de deng bi wî qafî ket û got: Law law, we xêre law, hûn dizanin ku sê kes bi sedema min ê bimirin!!!???
Wezîr û Pêdîşeh mat man! li derdora xwe nihêrîn ku bizanbin ew deng ji ku derket, nizanîn! pir li ber xwe dan ku çi bikin çi nekin! rabûn agirek dadan û ew qaf çekirin nav êgir û gotin: Hele em binêrin çi yê jê derkeve, piştî agirê wan xelas bû, û bû arî û qaf jî bû rejî, dîtin ku tiştek nebû, darêkirin û çûn
Piştî wê, Cotarî dît ku ew çûn, hat ber ciyê ku ar lê dadane dît ku tiştek tune ye, lê belê dema wan qaf vir de wir de dida, Cotarî gûman kir ku tiştekî heye, îca cotarî jî mat ma! rabû hinek arî, rejî ji wir kom kir û kir çiqina xwe û wî jî darêkir û dev da mala xwe.
Li malê, keçek wî ciwan hebûye û rabû çiqina bavê vekir, bi vekirina çiqinê re hinek ji wê rejiyê (Ariyê) helfiriya û ket devê keçikê, bi ketina wê ariyê devê keçikê, dibêjin: keçik avis bû (bi hal bû)!!! wextek çû bavê keçikê dît ku zikê wê bilind dibe ! rabû kurê xwe yê mezin wesand û got: Tu yê herî vê virxûnê bibî çolê û min jê xelas bikî, anku bikuje
Lawê wî xwîşka xwe temî kir û got: Ez î derim nav erdê me taştiya ji min re nên bîne, taştiya keçikê nanê birayê xwe kir hev û dev de çolê, li çolê birayê wê ew bi dengkirin da, belê bêje min xûçê, bi rastî eger tu rastiyê bêjî ez te tiştek nakim, lê belê birak ji meselê bi gûman e ku xwîşka wî tiştekî şerm kiribe, hema dixwaze bizanibe ku mesele çi ye, dest narin xwîşkê
Xwîşka wî got: Keko, bi serê min û te be, bi heqê xwada be, min tiştekî şerm nekiriye, tenê rojekê bavo bi xwe re ji çolê ariyin anî bû û dema min çiqina wî vekir, hilfiriya gewriya min û ji bilî vê jî nizanim!
Birayê keçikê, xûşka xwe bir mal, nekuşt, çû ba bavê xwe û jê re mesele xeberda, îcar bavê wan got: Ez ê pîrekê duduwan bînim, bila wê sekin ku hêja qîz e, ez êbawer bikim! Keçikê got: Ez razî me
Rabû du pîrik hatin keçik sekirin derket bi rastî kes ev nexopandiye, hîna qîz e.
Wext zeman dere û wexta weldandina wê dibe, zarokek di bin parsiya keçikê re dibe û ew jî Qafek e, eynî ew qafê ku padîah û wezîr ve şewitandine ye, bi bûndina wî re deng vêdikeve..!
Çi dibe çi nabe di mal, de dizane û pê deng dike, dema birayê Keçikê ji cot tê, bang keçikê dike dibêje: Dayê ha xalo hat ha, rabe jê re nên dîne, ev di mal de , wî vedişêrin, ji kesekî re nabêjin!
Çend roj derbas dibin, Padîşah xewnekê dibîne, di xewê de tiştê herî xweş di dunyayê de bi dest dikeve û di cî de segekî qîl î reş tê ji dest dibe, vê xewna xwe ji kê pirs dike ti kes nizane wê şîrove bike!
Sê rojan li ser hev xewnê dibîne û çiqas milet kom dike ku yek bibersivîne, ti kes nizane, dawiya dawî Padîşah fermanekî derdixîne û dibêje: piçûk, mezin, mêr, jin, zarok û kesekî nehêlin û bila tev bên qada qesra min ku vê xewnê ji min re şîove bikin…
Li mala Qêf, ev gotina tê kirin, Qaf dibêje : Xalo min jî bibe, ez ê xewna wî ji hev derxînim, Xalik dibêje: Ku tu nizanibe serê me ê here ha xwarzî?!
Qaf dibêje: Tu min bibe û min di paşela xwe de veşêre, kengî milet bela bû û tikes nema min derxîne, ez ê deng bikim.
Sibe vetê, milet kom dibe û birayê Keçikê Qêf dike paşela xwe û dere, dema ku tikesî bersiv neda û belabûn çûn, Lêwik got: Padîşa zarokekî me yî piçûk bûye dibêje: Ez bersiva xewnê dizanim!
Pêdîşa got: Rind e, kaniye?
Qêf xwe bi xwe ji paşela xalkê çekir erdê û got: Padîşa ez im, bila jina te û Reşikê berdestê te jî were û zebeşekî ji min re biwesîne, Pêdîşah emir kir jina wî hat û Reşikê xwe jî hat û zebeşek jî anîn deynan pêşa Qêf.
Qêf got: Kêrekê bidin min, bi kesekî re kêr tunebû!, ji ber nava xwe kêrdûskek derxist -(Loma dibêjin, dema zarok bûn, kêrdûskekê di ber qindaqa wan re bikin)-, kêrdûsk derxit û got: Bervê xwe wêde bikin, bervê xwe guhartin û Qêf kêr da zêbeş, dema qapaqa zêbeş vebû kêrdûska xwe kir hundir zêbeş û got: hey , wex kêra min dizîn, paşe te kêrdûska min diziye?
Padîşah got: Na , ez ê çawa diziyê kêrekê bikim, ez î padîşah im!
Qêf got: nexwe ya jina te yan jî Reşikê te diziye?!
Jinê û Reşik ve got: Bila me seke
Qêf got: ma dest û piyên min hene ez we sekim, xwe rût tazî bikin ez binêrim herdu..
De herduwan xwe tazî kirin, li pêşa wan û radibe, Qaf dibêje: Padîşa xewna te ev e, ew tiştê pir xweş ku tu dibînî, jina te ye, û ew segê reş Reşikê te ye ku bi diziya te jina te vê re dibe yek û li pêşa te diherimîne..
Padîşah Jinê û Reşik ve dikuje û Qaf jî dîse dibe arî û winda dibe, û hat bîra Padîşah ku dema qaf dîtine li ser nivisandî bû ev kê sê kesan bikuje! Talisim ev e.

loading...