"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Welat Dilken

Di bihara sala 1975’an de, li gundê Dolê yê bi ser bajarê Semsûrê ve ji dayik bûye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Tîrêj, Çîrûsk, W û di malperên Kurdî de hatine weşandin.

loading...

Wî demekê di rojnameya Evropres û malpera Diyarnameyê de qunciknûseriyê kiriye. Welat Dilken di pêşbirkên wejeyî yên helbest û çîrokan ên Huseyîn Çelebî û di Feqî Huseyn Sagniç de di beşên helbestê de xelat wergirtine.

BERHEM:
Ken Deyndarê Me Em Deyndarê Giriyê Ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006, Amed
Sî Bi Rojê Xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009, Amed
Şeva Dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2011, Amed
29 Kul 29 Gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012, Amed
Siya Derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012, Amed
Neynik û Hine, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013, Amed
Stêrka Xuricî Ferêt, Roman, Weşanên Peywend, 2016
Kevir û Tiştên Din, Helbest, Weşanên JJ, 2017, Amed
Werger:
Me Herî Pir Ji Helbestkaran Bawer Kir, Ji Tirkî, Helbest, Weşanên Lîs, 2016, Amed

loading...