"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Yucel Aslan – (Koçer)

Di Îlona sala 1975 de gundê Qirimqayê girêdayî Qereçana Erziromê hatiye  dinyayê û ji Eşîra Retkiya ye pêşiyên wî ji hawirdora Çiyayê Elegezê sala 1914 de payîtexta Ermenîstanê Rewanê hatine Serhedê. Yûcel heta  sala 1990î tev malbata xwe maye zarokatiya wî li zozanên Serhedê derbas bûye.

Yucel piştî salên 1990î ji ber şert û mercên demê wek piraniya kurdan berê xwe dide Stenbolê,  gelek karên cûrbecûr da dixebite, niha jî li ser avahîsaziyê kar dike. Ji bilî kar û xebatên avahîsaziyê, qasî qirara xwe nêzîkatiya wî ye li ser çandê, zargotin û wêjeya kurdî jî heye  du heb pirtûkên wî yên helbestan çap bûne navê yekî Hewar  e navê ya din jî Qemerê ye.

Yûcel endamê Komeyela Nivîskarên Mezopotamyayê ye û  herwusa endamê Pena Kurd e.

BERHEM:

Hewar, Helbest, Weşanên Na, 2015

Qemerê, Helbest, Weşanên Na, 2015

Helbestên Yucel Aslan – (Koçer)

NIVÎSÊN BALKÊŞ