"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Bahoz Baran

Bahoz Baran (z. 1982, Licê)  nivîskarekî Kurd e.

loading...

Bahoz Baran di sala 1982yan de li navçeya Licê ya Diyarbekirê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Licê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê beşa perwerdehiyê xelas kiriye.

Di salên zanîngehê de xwedîtiya Kovara Tîgrîsê kiriye û di sala 2003yan de li Tîgrîsê dest bi xebatên Kurdî kiriye. Ji 2006an û vir ve di nava xebatên perwerdehiya Kurdî de cî digire. Di sala 2015an de li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di warê zimanê kurdî dest bi xwendina masterê kir.

Berhem

  • Rêzimana Kurmancî, Li gel Mîkaîl Bilbil, Weşanên Enstituya Kurdî ya Amedê, 2008
  • A Baş : Çîrok, Weşanên Belkî, 2010
  • Rêzimana Kurmancî,, Weşanên Belkî, 2012
  • Derb Cûre: Çîrok, Weşanên Avestayê
  • Ferhenga Bişaftinê
  • Motik
loading...