Sedat Yurttaş parêzerekî kurd e.
Di sala 1961ê de li Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Di ber xwendina xwe re demeke dirêj di gelek karên giran ên cûr bi cûr de xebitî. Dû re Zanîngeha Stenbolê Fakulta Hiqûqê qedand û li bajarê Amedê dest bi karê abûkatiyê kir.
i hilbijartina giştî ya sala 1991ê de, di îtifaqa HEP û SHPê de mîna parlamenterê Amedê hat hilbijartin. Lê, piştî ku di 1994an de DEP ji aliyê Dadgeha Bingehîn a Dewletê ve hate girtin, bi tevî S. Yurtdaş ve parlemteriya 13 hevalên wî jî betal bû û hate girtin. Piştî ku 16 mehan di zîndana Ulucanlar ya Enqereyê de girtî ma, cezayê 14 mehan lê hat birrîn. Niha li Amedê dijî û Serokê Pena Kurd a Amedê e.
Berhem
- Orkestra Yeni Ezgiler Çalacak, Helbest – Weşanên Belge, bi tirkî, 1992.
- Bir Gensoruda Parlemento Gerçeği, Bîranîn – Weşanên Yurt, bi tirkî, 1993.
- İnsanlar Düşünceler Kavgalar, Bîranîn – Weşanên Öteki, bi tikî, 1996.
- Remo: Bitmeyen Sorgu, Roman – Weşanên Çiviyazıları, bi tirkî, 1998.
- Xelat, Çîrok – Weşanên Siyê, bi kurdî, 2002.
- Kevoka Xeyalî, Çîrok – Weşanên Elma, bi kurdî Stenbol, 2012.
- Kefaret, Çîrok – Weşanên Lis, bi kurdî 2012.