"Enter"a basıp içeriğe geçin

Çîroka Kela Cansizê – Mihemed Hemkoçer

Mihemed Hemkoçer

loading...

Xortekî nuh digîne, ji mal derket, bi rêkek xwe de çû, dûr nêzîk dighîne bajarekî, li wî bajarî xortekî di nêzî temanê xwe de nas dike û dostaniyekê bi hev re çêdikin, dibêje: Tu kuve diçî birako?

Dibêje: Ez derketime li darî dunyayê li karekî xwe digerim
Dibêje: Ka ez jî bibim hevalê te û em tev herin?
Dibêje: Xemnake, em herin, û bi hev re dê dikudînin û derin, dûr nêzîk ev herdu dighînin bajarekî din, li wir li xwaringeha wî bajarî, duxin, li otêla wi xew dikin, di xana ku lê xew dikin de, ew herdu yekî din wek xwe nas dikin û hersê dibêjin dost û heval û bi rêdikevin û derin, derin.. derin, bi şora nêzîk e, bi deman dûr e, dighînin bajarekî mezin, li wî bajarî jî Yahodiyekî heya (remildar) e, Remildar î bi (ISIM) dixwîne û îşa dike û tiştên nepen diyar dike û têderdixîne, li wir ev hersê ciwan bi wî remildarî re dicivin, Remildar dibîne ku ev cawîl in, nih dighînin, xeşîm in û ew tidareka REMLEKÊ dike hinek wek wan gerek in, radibe van hersiyan vedixwîne ba xwe qesrê, li mal nan dide, av dide û piştî demekê dibêje wan: Ka em nimêj bikin?

Xort jê re dibêjin: Em nizanin nimêjê bikin!
Yahûdî dibêje: Xem nîn e, hema min çawa kir û çi ji we xwest wiha bikin!
Xort dibêjin: Belê, em amede ne
Remildar li pêşa wan disekine û dest bi xwendina xwe dike (dibêjin lawekî remildêr heye dixwaze jê re qîza paşayekî navdar bixweze û ew nadêyê, Û Remildar hewldide ku wê bi xwendin û remla xwe, bi ISIM ji wir wê bîne ji kurê xwe re)!, îcar ev hersê xort ê li pey Remildêr in, Remildar î dixwîne, huf dike kuf dike, xiyê di ser eniya wî re diherike, wextek derê dibêje bi min re bang bikin, li pey min bêjin.. de remildar çi dixwaze xort dikin, çi dixwaze xort dikin, dê ha dê, Remildr dibêje: Temam çavên xwe vekin û li min nenirin, li paş xwe binirin û bêjin were were were, xort çavên xwe vedikin, dibînin ku periyek ji ên buhuştê rût tazî li paş wan e, dema dibêjin: were, keçik çaketî yekî ji wan radike û di xwe werdide û ku radibin ser xwe, dibe kevokek û hildifire taqa qesrê û bi zikbanê koçkê ve dizeliqe û danakeve !
Eqail di serê van hersêkan de namîne, Remildar wan ji mal diqewtîne û dibêje we îşê min xerakir, ji mala min derkevin!

Ev hersê xort ji mala Yahûdî derdikevin û derin, bi rê de ji hev pirs dikin, tu kî yî ne kî yî, tu lawê kê yî, tu!?!?!? derdikeve hersê yek lawê Mîrhejar e, berê bavê xwe mîr bû lê feqîr ketiye, û yek lawê Şahdamar e, bavê xwe xudiyê bajarekî ye ji berê de ji tamarê maran e, yanê î bi tirs bûye û yê sisiyê jî kurê Tenêdîbegê ye, ew jî dibêjin: xwe zanin nizanin serê xwe bi tenê dîtine, anku kes li pêşa wan xûya nake!

Sebr û saman li ser van namîne û lêdixin derin mal, li mal her yek tê ji bavê xwe re dibêje: Tu yê bi min re here filan bajarî ji min re qîza Remildêr bixwaze, her yek di tenga xwe re, bi lawê xwe ve, bi rêdikeve û lêdixin, darêdikin derin bajarê ku Yahûdî lê û wer ê xwedê hersê bi hev re dighînin wî bajarî, xort dema çav lihev dikevin her yek li yê din mat dimîne! dawiya dawî hersê derin koçka Yahûdî û qîza wî dixwazin, Remildar dibêje: Ka ez bi qîza xwe bişêwirim, derê ba keçikê û jê re dibêje; keçik ji wan re dibêje: Ji we hersiyan we kê ji min re ji bajarê Kela Cansizê diyariyek anî ez ê wî bikim, li ku ye ne li ku ye ev bajar?! Keçik dibêje: Îşê we ye..!!

Hersê bi bavên xwe ve radibin û tên mal, her yek mehînekê, hespekî û ekîbek zêr û tidareka rê ya xwe dikin û darê dikin û derin..
Ev bi rê ve derin dûr nêzîk wextek dirêj dere, rastî çateriyekê tên, dema leqoyî wê çaterêkê tên . li wir disekin dibêjin: Eger em hersê tim bi hev re bin, dibe ku em tim bi vacî Cansizê herin! ka em her yek rêkekê bişopînin ku me yekî nedît, yê din ji me ê bibîne, rind e, aqilê van wiha dere ser ê hev û dibêjin: Em ê paşê çawa haya xwe ji hev bikin?
Lawê Mîrhejar dibêje: Ka em hersê gistîrkên xwe têxin bin vî hîmî, ku em kî vegeriyan em ê hîm rakin, eger gistîlka kê hebe ew tê wateya ku hêj ji rêya xwe venegeriye û em ê bikevin pey şopa wî, temam bi vî awayî şora xwe dikin yek û derin.
Em ji kurê Şadamar de dest pê bikin..

Kurê Şadamar dere, dere dere, dighîne bajarekî, ser binê wî bajarî dide hev ku kelehekê bibîne, yan nîşanek ji yên keçikê gotine bibîne, tiştek nedît, li wir digere, dibîne ku bajarekî şên e, pere vê re pir in, rojekê derê digere rastî kerxanê tê, dikeve wir , di wir de keçikan dibîne, zerî rindikan ê xwe xemilandine, dikin sema, kêf mêzîk… em dirêj nekin bi nav dikeve û ne rojek ne dudu bi ber bayê wan dikeve û ta pereyên xwe xelas dibin, li dawiyê di wir de kare dike, li ber yekî digere ku wî di wir de bi cî bikin daku nanê xwe derkeve ji feyan re nikare vegere û li wir diîne, li ber destê goştfiroşekî kar dike.

Li vir, bila kurê şahdamar goşt qîma bike û em herin ser kurê Tenîdbegê, Kurê Tenêdîbeg jî dere dere, dêr nêzîk, dighîne welatekî, li wî bajarî digere diftile, serbinê bajêr dibîne, ti navnîşanek ji yên keçikê xwastine nabîne, ew jî li wir bi kabê dikeve, pere lê xelas dibin, li dawiyê li ber destê helawciyekî kar dike û ji feyan re bikare vegere mala xwe!
Ma lawê Mîrhejar, Kurê Mîr hejar dere bi çol û beyabanekê dikeve, berî ye dûz e, rê û şop li pêşa wî winda dibin, ha li vir ha li wir, dighîne ber çiyakî dibîne ku xirabakî tê xûyan, xwe lê digre dere, digîne cem wî xirabî, ji nedî ve dêwek bi wir dikeve û diure dibêje: Hêêêy tu çi dike di memleketê min deû dibezê, dema dighîne ba lêwik bi hulma wî re lawik bi bani dikeve ji tirsa te û ji qawata bayê devê Dêw re, û dibêje: Tu çi dikî li vir?

Lawik dibêje: Ev xirabê bavê min e ma tu çi dikî li vir, ez î hatime şûrê bavê xwe yê nêrizî derxînim, ku niha ez derxînim ez ê te pê bikujim
Dêw dibêje: merem ev der ji kevnar de ê bavê te bûye, ka dakeve em ê bibin dost, wê demê Dêw nefesa xwe berdide, lawik li edê dikeve, xoş bêş dostaniya hev dikin, dibêje: Ez ji te dixwazim tu rê ya Kela Cansizê raberî min bikî?
Dêw dibêje, Dêw î sor e, rengê xwe sor e, dibêje: Li pişta min e û çavên xwe damirîne, veneke ha, tu yê kûr bibî..

Lawik li Dêw siwar dibe, çavan dadimrîne û Dêw bi rêdikeve, wextek derê dibêje: çavên xwe veke, lawik çavan vedike, Datê, Dêw dibêje: Ji vir û wê de ez nikarim te bibim, ev sînorê Dêw ê Reş e, ew ji min serxwetir e, ez newirim sînorê wî qut bikim, ê min bikuje, çoyekî xwe yî XEYBê heye bi hukmê wî çoyî hêza xwe dide ser ya min!

Hîn ê deng dikin, karim nikanim, ji nişkave Dêwê reş tê dighîne ba wan û radibin hev, ha ji wî tê ha ji wî tê, lawik dibîne ku Hevalê xwe ê sor î pîs dibe û bi xwe re dibêje: Ku wî bikuje, ez jî çûm, radibe derê alîkariya Dêwê Sor û herdu bi zor bi zora Dêwê reş dikujin û çoyê Xeybê jî ji wan re dimîne, Dêwê Sor dibeze lêwik radike û dîdine ser pişta xwe û dibêje: Te kuder xwest ez bi te re me û ji vir û pêde sînor li pêşa min vekirî ne, çavê xwe damirîn ku ez te li pêşa Cansizê deynim, lawik çavan dadimirîne û pir namîne dibêje: Çavê xwe veke, Lawik çavan vedike dibîne ku î li ber behrê ye, li wir ço dide Lêwik û dibêje: Tu li ku ket tengasiyê bi vî çoyî kin li erdêxîne rê ê li pêşa te vebe, bi ço li axê dixîne, av dibe hişkî û ji wir jî derbas dibe dighîne ber Kela cansizê, dibîne ku kelehek mezin e li her aliyekî dergehê wê zok peya ye û wêneyê keçikê jî li jorî dergeh e, Lawi dinêre, dibîne ku ev herçar payvanê vî dergehî di cî de heşk bûne, Kilîta dergeh di ber nava wan yekî de ye, radihêje û bi dest xwe ve tîne, dike dergeh û sê çerpan lêdixîne, bi a çarê re dergeh vedibe, dikeve hundirê kelehê, çi bibîne!? her kes di cî de li ber serê karê xwe can jê çûye û hişk maye!!

derê, li nav bajarê kelê tev de digere, li dawiyê dibîne ku sê hêlik liba bûne û ew jî hişk sekinîn ne, di duduwan de, du keçik in û a sisiyê jî vala ye!
Li wir diponije, çi bike çi neke, dibêje: Min nîşana keçikê xwastiye dît, bes e.
Ji Kelê tê der, dergeh digre, kilîtê dike ber nava wî payîvanî û lêdixe dere, dighîne ber deryayê, çûyê xwe lêdixîne dibe hişkî, ço li erdê dixîne Dêw xwe dighîne wî, li pişta xwe dike û dibe dighîne sînorê ku ew jê hatiye, li Mehîna xwe siwar dibe, tê dighîne çateriya ku wî û hevalên xwe gistîlka xwe kirine bin hîm, zinêr diqulibîne, dibîne ku gistîl hersê ê hene, a xwe dike pêçiya xwe û a lawî Tendîbegê radike û dikeve pey şopa wî, dere dighîne bajarekî, li vir li wir dibîne ku hevalê xwe î li ber destê helweciyekî kar dike, hespekî jê re dikre, cilin pak jê re dikre, lêdike piştî pak dişo vedişo û herdu tên, tên zinêr hiltînin, dibînin ku gistîlka lawê Şahdamar ê li wir e, wê jî radike û dikevin pey wî, derin dibînin ku ew jî î li bajarekî li ber deastû goştfioşekî kar dike, wî jî xelas dike, bi cil û hesp dike û dîse dibin hevalên hev û lêdixin û tên, tên bi rê de nêzîk warê xwe dibin, tî dibin, rastî bîrek avê tên, ne qulpîkek bi van re heye û erê na, dibêjin: ka em hevsarên hespan di ser hev de girêdin û em yek yek xwe berdin bîrê, avê vexin û derkevin, dudu xwe berdidinê û dora Kurê Mîrhejar tê ku berdidin bîr, li jor herdu şora xwe dikin yek û dibêjin: Ka em vî di vir de bihêlin, ê here me riswa bike û ê keçike bibe, di bîrê de wî dihêlin û derin, dema dighînin mal derin ba keçikê dibêjin: Bajarê te hana hana ye, keçik dibêje: hûn derewan dikin, we herduwan nedîtiye, ka bila hevalê we jî bê em binêrin, hele wî dîtiye an na!?

Em werin ser lawê Mîrhejar, di bîrê de t bîrê ku ço î vê re ye, bi ço li erdê dixîne bi ser dikeve û dere dighîne mala xwe û bi bavê xwe re dibêje dîlanê qurmîşke, min mizgînek ji keçikê re aniye..
Mîrêhejar lawê xwe dibe derin mala Remildêr û dibêje: lawê min hat, bang qîzikê dikin û lawik dibêje: Min li ber xirabakî, dêweî sor dît, ez bi dêw re bûm heval me çû dêwê sor kuşt, ez gîştim ber beherê, min derbas kir, min dît Kela cansizê, dergehê xwe payvanê li ber mirin e, li jorî dergeh wêneyê te bû, min çar çerp li dergeh xistin vebû, ez ketim bajêr, her kes di cî de li ber karê xwe can jê çûne, min li dawiyê sê hêlik dîtin dudu keçik tê de bûn û yek vala bû.
keçikê got: Rast e, ew a vala ya min e û yên din xwşîkên min in, tu yê were li wir min ji bavê min bixwze û di cî de qîzik û Yahûdî û kurê wî qeyb bûn!!!

Wê çaxê Qîzek dîse bi ISIM ji hêla Remildêr de winda dibe, remildêr xwe bi ISIM kir zikê wê. ew û kurê xwe û bi wê ve qeyb bûn, piştî zanî ku Lawê Mîrhejar ê wê bibe
Lawê mîrhejar ji nih de bi rêket û dev da kela Cansizî, lê belê dîlan ê digere hate ew wê tîne tê
Em dirêj nekin, ev dere dighîne ber kelê, dîse bi rêya xwe ya ku dêw alîkeriya wî dike, li ber dergehê kelê dibîne ku payvan ê hene û can ê pê hatine, lê belê keçikê ew temî kiribûn û gotiye: Eger kesek hat û li wêneyê min nirî û keser kişandin bigrin û bînin ji min re..
Rabû Lêwik kir nekir ew bernedan, li wêneyê keçikê nihêrî û keser kişandin û di cî de ew girtin û birin ba keçikê, li wir bavê Keçikê dît û got: ez hatime keça te bixwazim?
Bavê keçikê, şahê kelê ye, got: Ez qîza xwe ya mezin didim te
Lêwik got: na
Got: Ez a orte didim te, got: na
Got: Ez ya piçûk didim te got: erê ez razî me
(Lê belê keçik hersê jî ne yê Padîşah in, ew keçikên pêriyan in lê padîşah kirine bavê xwe)
Lawik keçikê tîne tên, dema dighînin ber xirêbe, li wir beriya li Mehîna xwe siwar bin dêw jê re dibêje: Te ev ji min re aniye lê ji xwe re?
lawik lixwe xera dibe û dibêje: Ji xwe re
Dêw dibêje: na, em her yek ê bi çel gazî jê bi dûr bikevin, ku kî ji berî kê gîştê a wî, dema jê bi dûr dikevin û dibezinê, Dêw digîne wê bi hufiniya dêw re du çêlmehr ji devê qîzikê tên der, ew yek Remildar e û yel kurê wî ye, ku wiha nekiriba, êkê bi wî awayî şeva gêrdekê lewik jî û keçik jî bijuştana!

loading...

Ser ji nuh de, li hespên xwe siwar dibin û derin tên dighînin bajarê xwe û dibînin ku dîlanê digere, tidareka dewatê dikin ku bizewicin, lê keçik dibêjie, di dewatê de ew herdu hevalên te ê werin hewl bidin ku me bikujin, ez ê xwe becawîş bikim, ez ê xwe bikim çûk, kevok… ta ez fersendê ji wan dibin, ez ê wêranekê bi wan bixînim û gêşj bikim, lê netirse!
Qîzik xwe dike firindeyek difire derê bi ser wan de dirî, carekê nikil li serê wan dixîne, carekê perê besikên xwe li wan dixîne… heta ku wan gêj dike û dikevin , dewata xwe bi serî dikin û mirazê xwe dibînin.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın