"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mervan Serhildan

 Mervan Serhildan, di sala 1958an de, li bajarê Mêrdînê, li navçeya Şemrexê ji dayik bûye. Diya wî Bedr(êy)a Sêlimê Emer e (ji gundê Şewaşî), bavê wî jî, Felîtê Mehmedhusênê Sim(oy)ê Fato ye. Navê wî yê fermî, Besalet Yaray e. Zewicî ye, 4 zarokên wî hene.

loading...

Dibîstana seretayî li Şemrexê xwendiye; lîse li bajarê Edeneyê xwendiye. Di serdema lîseyê de bi mijarên neteweyî û siyasî re ‘hevrû’ bûye. Ji aliyekî ve berxwedana başûrê Kurdistanê bi hestiyarî şopandiye, ji aliyekî ve jî li ser çanda siyasî û neteweyî hiziriye. Bûyer û geşedanên ku di jiyanê de bûye şahid, ew bi ber xeta azadî û demokrasiya gelê kurd ve beralî kiriye…

Di sala 1980yî de, li Enqereyê Zanîngeha Gaziyê beşa ‘Ragihandin û Rojnamegerî’yê qedandiye.

Di navbera salên 1976 û 1980yî de li komeleyan û li taxan beşdarî xebatên civakî, siyasî û bîrdozî bûye. Her wiha derheqê mijarên bîrdozî, civakî, siyasî û rêxistinî de li komeleyên Kurd ên li Enqereyê semînerên perwerdeyê dane. Encax piştî darbeyê, ew jî hatiye dîlgirtin; ji aliyê pergala 12ê Îlonê ve bi xedarî hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin. Bi biryara Dadgeha Bilind (Daniştay) çûye ser karmendiyê (Midûriya Karên Rêveberiya Dadgehê).

Di serdema karmendiya xwe de, pirtûka bi navê “Berxwedana Elektropola” nivîsiye. Di sala 2008an de malpera webê ya takekesî bi navê “www.mervanserhildan.com” vekiriye. Bi Tirkî û piranî jî bi Kurdî, li ser rojevê û mijarên girîng 600 makale, dosya, helbest û perspektîf nivîsiye. Ji van makaleyan, li derdora 300 nivîsên wî di rojnameya Azadiya Welat de weşiyane. Di 2009an de sertîfîkaya mamostetiya Zimanê Kurdî wergirtiye. Di navbera 2010 û 2017an de li Rojnameya Azadiya Welat 3 salan karê sererastkirinê (redaksiyon) kiriye, 3 salan di rûpela Forumê de nivîskarî û 3 salan jî di rûpela Aktuelê de qonciknivîsî kiriye.

Di dadgehê de 25 salan Midûriya Karên Rêvebiriyê kiriye û di serê sala 2014an de, ji Midûriya Dadgeha Rêveberiya Herêmî ya Amedê, malnişîn bûye. Niha karên nivîskarî, çavdêrî û çalakgeriya zimên didomîne.

Pirtûkên wî:

* Berxwedana Elektropola (Roman) Weşanên Berbang, 2015 – Stenbol

* Gerîneka Hestan (Helbest) Weşanên J&J, 2019 – Amed

loading...

Bir Cevap Yazın