"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Muhemmedê Kerbelayî

Mihemed Kerbelayî (1885 Amed -1939) nivîskar û helbestvanê kurd e ku herî pêşîn ferhenga Kurdî-Farisî wî nivîsand.

loading...

Mihemed Kerbelayî herweha mêrxasê bi navûdeng , di sala 1885an de, li gundê Axtepê ji diya xwe re çêbûye û di sala 1939an de jî, li gundê Çolê çûye ber dilovaniya Xwedê û li gundê Axtepe di wargeya xwe ya timî de dimîne.

Kerbelayî kurê Şêx Evdirehmanê Axtepî ye. Lê ew bi Şêxtiyê qewî nehatiye naskirin. Di nav xelkê de, jê re Mihemed Kerbela, yan jî Kerbelayî dihate gotin. Herweha alim û zanayekî gihaştî bû. Xasma di warê zanîn û dersdana feqiyan de, şûna bavê xwe dagirtiye. Sed heyf û mixabin M. Kerbela nezewîciye, li paş xwe ne kur û ne jî qîz hiştine û kurdûnde ji dinyayê koça xwe bar kiriye.

Wî, mîrata xwe tenê du heb pirtûkên granbiha ji nefşên nûhatî re diyarî hiştine. Li gorî gotinên xelkê, M. Kerbela ji mîrata bavê xwe Şêx Evdirehman jî, ji xwe re tenê pirtûk hildane. Wekî din, mal û milk ji xwişk û birayan re hiştine. Ji ber wan xeysetên wî yên rind û gihaştina wî ya zêde, di nav xelkê de navûdeng daye. Herweha bi hunermendî, zanyarî, rewşenbîrî, helbetvanî û welatparêziyê jî menşûr bûye. Ew, di ilmê erebî û farisî de pir zana bûye, wek zimanê xwe yê netewî zanibûye.

M. Kerbela di şerê şoreşa 1925, bi serokatiya Şêx Seîdê Pîranî de alaya azadiyê hildaye. Piştî fetisandina Serhildanê, Hikûmeta Tirk wî jî bi hin serok û berpirsyarên Dozê re biriye neyistanê (nefî) û wî li bajarê Uşaqê xistiye bin çavdêriya mecbûrî. Lê piştî demekurtekê, wî ji wirê hinartine bajarê Edeneyê Di sala 1927 an de, piştî ku Roma Reş ji Kurdan re “lêborîna giştî“ beyan kiriye, M. Kerbela jî vegeriye gundê xwe. Lê mixabin ew li beyabanê pir zor û zehmetî dîtine û nexweşîneke bêderman girtiye. Ew nexweşî, lê pir tîn kiriye û bi salan domandiye, heta ku bûye sedemê mirina wî.

Li gorî gotinên xelkê, Kerbela di ber sekerata mirinê de weha gotiye: “Ez sindoqeke devgirtî hatim û devgirtî çûm!”

Vî welatparêzê mêrxas, li paş xwe du heb pirtûkên granbiha ji me re diyarî hiştine. Yek dîwanek e û ya din jî ferhengokeka Kurdî-Farisî bi navê “Mîrsad’ul Etfal” e. Wî ew Ferheng di sala 1912 an de nivîsîye. Her çiqas pirtûk bi xwe ferheng e, lê wek Nûbihara Ehmedê Xanî, bi kêş û qafiye û kite, bi helbestkî nivîsîye. Tê de li dor 1350 bêje hene. Navê wê, bi mana riya (papûr) piçûkan e.

Mihemed Kerbela di destpêkê de gotiye ku wî ev Fergeng ji bo “etfal û ewladê di Kurdan” nivîsîye û domandiye:

… Wekî wê Nûbihara Xanî Esasê wê ji bo etfalan danî … Mihemed Kerbela Dîwana xwe jî, di sala 1914’an de nivîsiye. Piştre Mele Zeynelabidîn Amedî wê Dîwanê bi destxetê xwe, ji nûve bi tîpên Erebî nivîsiye û di 1980 de çap kiriye. Zeynelabidin Zinar ev herdu jî veguhaztin tîpên alfabeya latînî û di 1989an de dan weşanxaneya Jîna Nû ku çap bike. Mîrsad-ul Etfal di eynî salê de hatiye çapkirin, lê belê Dîwana wî hêjî nehatiye çapkirin.

Ev çend malikên li jêr, jêderkên ji Dîwana M.Kerbela ne li jêr wek nimune:

Turkê tazî işwenazî serwînazî serfirazîlwesazî Cîlwesazî, remz û razî der dilê hişyarî tê

Selahedînê Eyûb î, weya Perwîzê şêrîn î Nizanim şahê Îran î, weyaxud mîrê Kurdan î?

loading...

Ev sewda li min barek giran e

Ez pîr bûm işqa min hêj cuwan e

Barek giran e dil natuwan e

Baxê dil wê kund tê da dixwîne

Ev sewda bo min mirin, ne jîn e

Her ji îhsana te dayî

şerbeta şehd û şîfayî

Da esîrê Kerbelayî

Bûxelas ez qeyd û bendan

Berhem

  • Mîrsad-ul Etfal (Ferhanga Kurdî-Farsî)
  • Dîwana Helbestan
loading...

Bir Cevap Yazın