"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Cegerxwîn

Kurtejiyana Cegerxwîn (1903-1984)

loading...
Ji malbateke gundî belengaz, helbestvanê kurd ê nûjen Cegerxwîn sala 1903  li gundê Hesarê yê ku dikeve Bakur hat dinê.Navê wî Şêxmûse kurê Hesenê Mihemedê Mehmûdê Elî ye.

Qey qederê wisa dixwest, ku Cegerxwîn jiyaneke zor û zehmet derbas bike, dema dê û bavê wî mirin û sêwî ma.
Vêca ji neçarî bû şivan û paleyî jî dikir. Lê Cegerxwîn zû bi zû ji vê rewşê derket û berê xwe da zanistiyê, li cem şêx û melan li zanînê geriya, dest bi xwendina feqetiyê kir. Heft heşt salan bi vî awayî xwendin tewa kir û (îcaza) xwe li cem Mele Fethule stand, piştre hinekî meletiya gundan kir. Du bûyerên mezin di herêmê de çêbûn, ev bûyer bûn sedemên guhertinê di kesetiya Cegerxwîn de, berê wî bi xurtî ber bi niştimanperweriyê de dan:

1- Cenga cîhanî ya yekem û tiştên jê veketin, mîna serxwebûna gelên bindestê tirkan û peymana taybet bo Bakur a ku bi navê (Sewr) tê nasîn û leystikên turkan dijî wê peymanê.

2- Heriftina şoreşa Şêx Seîd 1925ê û di pê re çavsoriya ku li gelê kurd kirin. Bikuştina hezarên şoreşgêran. Hema bi sedan ji wan şoreşgêran gihiştin Sûriyê.
Ewan şoreşgêran di sala 1927  de komeleyek bi navê Xoybûn saz kirin. Cegerxwîn tevlî vê komeleyê bû û bû yek ji endamên wê.
Di vê demê de Cegerxwîn dest bi nivîsandina helbestê kir û di kovara Hewarê de helbestên xwe diweşandin. Piştî serkeftina şoreşa Iraqê sala 1958 , Cegerxwîn derbasî Iraqê bû û li zankoya Bexdayê di beşa wêjeyê de xwend.

Di sala 1963, ji naçarî dîsa vegeriya Sûriyê, ta sala 1979 û di wê salê de berê xwe da Siwêdê û li bajarê Stokholmê cîwar bû. Di 22 çiriya pêşîn de, sala 1984ê de. Li bajarê Stokholmê dilê wî rawesta û çû dilovaniya xwedê. Kesekî mîna cegerxwîn tekê zemanê xwe bû. Bi hiş û ramanê xwe, bi bîr û bawerên xwe, niştimanperwerekî bê hempa, di nêv miletekî nezan û perîşan de, ku bi sedê salan zilm û zordariyê dikêşe. Cegerxwîn ev rasteqînî baş dizanî, ji ber ku gelek bûyerên mezin di Kurdistanê de li ber çavên wî çêbûn, vêca giha encamekê ku, miletê di vê rewşa xirab de bijî, divê mirov bêhnê lê fireh bike, hin bi hin mirov wî bighîne baweriyên zanistî, girêdanekê di navbera wî û doza azadiyê de pêk bîne.

Lê carna bê hêvî dibû û digot: (gulek nake buhar) . Lê di dema niha de neviyên Cegerxwîn bîr û baweriyên wî di dilê xwe de çandin, û li ser rêça wî gavan tavêjin. Di dawî de em dikarin rastiya vê helbesta wî berbiçav bikin dema dibêje:
Meyger tu bîne ez li dinê her wekî fîl im
Şûva ku me ajotiye tovê xwe biçînin
Mizgîn li te be me tovê xwe çand û gelekî nêzîk ewê kat bide!

Berhemên Cegerxwîn
Helbest (şiir)
1- Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam
2- Dîwana duyem: Sewra Azadî, 1954 Şam
3- Dîwana sêyem: Kîme Ez? 1973 Beyrûd
4- Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû 1980
5- Dîwana pêncem: Zend-Avista, Weşanên Roja Nû19
6- Dîwana şeşem: Şefeq, Weşanên Roja Nû 1982
7- Dîwana heftem: Hêvî, Weşanên Roja Nû 1983 Stockholm
8- Dîwana hestem: Aştî, Weşanxana Kurdistan 1985 Stockholm

Ziman û Ferheng (Dil ve Sözlük)

1-Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda
2- Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda
3- Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda

Wergerên wî (Çevirileri)

Kurd. Basîl Nîkîtîn
Mînoriskî
Leyla û Mecnûn
Ûsiv û Zelîxe
Çîroka xortê îranî
Dewleta Mahabadê
Kêferat li ser Kurdistanê, Xalifîn
Baqismatê res

Dîrok (Tarih)

Çend Şoreşên kurdên kevnare
Destûra Kurdistanê
Dewleta Eyûbî li Yemenê
Tarîxa benî Eyûb perçê 1
Tarîxa benî Eyûb perçê 2
Tarîxa benî Eyûb perçê 3

BI  KURTΠJÎNA MIN

Sala hezar û nehsed û sê ez hatim dinyayê
Bi navê  Siltan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê.
Heta bûm sêzde salî li gundê me’y Hesarê
Jîna xwe min diborand, paşê ji wê me da rê.
Bavê min î rîsipî, xwedî mirov û rûmet
Ne mirovek malgenî, bi namûs û bi xîret.
Ji tengasî, neçarî me ew gundê xwe berda
Hatin Amûda rengîn, bavê min zû emir da.
Diya min a belengaz, pêncî salî, dilovan
Salek piştî bavê min, ew jî li wî bû mêvan.
Birayê min nîvmela ji alema ronahî
Rast û dirist ku bêjim, ew tiştekî nizanî.
Wî pîreka xwe anî, bê wijdan û bê mejî
Bi gotinên xwe ên çors, ew min bêderb dikujî.
Xwişka min a xemnexwar, bê insaf û bê wijdan
Ez reviyam hatim cem, wê jî ez kirim şivan.
Geh li vir û geh li wê, min ezabek mezin xwar,
Ya Elah û ya Xwedê, paşê bûme xwendewar.
Jîna min ya kevnare, êdî hate guhertin
Tev xweşî û zanebûn, heft heşt salan hin bi hin.
Min dest bi kurdiyê kir, peyda kirim çend mirîd
Bi xweşxan û reşbelek xesma piştî Şêx Seîd.
Paşê çûme Iraqê, ji wê ez çûme Îran
Heçî kesê bidîma, ji min dimane heyran.
Berî sala rehmetî, bi Çar salan ” Dilbirîn “,
Di şi’rê de navê xwe min datanî ” Cegerxwîn.”
Min îcaza xwe sitand bi serbestî, mêranî,
Ji nû keça xalê xwe, ji Hesara xwe anî.
Bûn melayê Hazda jor, cibepoş û ser bi şaş,
Ji nû riya rast û xweş, bû serjor û rêl û kaş.
Min bi dûvê dinê girt, vîna wê ket dilê min,
Barê gund û ê kuflet, hemî ket ser milê min.
Paşê hate bîra min ku ez bibim xwedî gund,
Dilê min jî gote min ” gelek baş e, gelek rind.”
Min ji axa Cizîrê, du gund kirin kul û xem,
Navê yekî Çêlek bû, ê din me kir Cehenem.
Di nav me de nemabûn, ne axa û ne kêfxwe,
Elo, Celo, Kumbiqul, min tev kirin wekî xwe.
Roja me gund ava kir, kete rastê mixtarî,
Gundên me bûn berberî, dijminahî, neyarî.
Tevan girtin darên xwe, bûne weke gurên har,
Ji wî bextê min ê reş, kurê Potê bû mixtar.
Sermiyanê wî derew, li ser wî bû berberî,
Wek Duçeyê talyanî, paşê wî bi xwe de rî.
Xwedî mal û xwedî gund, li bergîlê bû siwar,
Rê xiste mala xwe, Tiro! Paşê bû etar.
Piştî ilmê xwe ê pir bûm Dodoyê qulungvan
Bûm hevalê Kumbiqul, kurê potê sermiyan.
Ev cîhana xapînok, heta min xwe jê nas kir,
Çikim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir.
Ji bo rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn,
Heta bimrim ji nû ve, xelk dê bêjin Cegerxwîn.

loading...