"Enter"a basıp içeriğe geçin

Şêrkuj kurê Pehlewên e – Mihemed Hemkoçer

loading...

Pehlewan ji mal derket aw û nêçîrê, û jina xwe temî kir ku mila kurê wê Şêrkuj dernekeve, hêj î zarok e. Çawa ku Pehlewan derdikeve, kurê wî jî tivinga xwe radike û derdikeve nêçîrê, li çiyayek î ku lawir lê pir in, Şêrkuj du şêran dibîne, ew herdu şêr êrişî wî dikin, Şêrkuj şêrek dikuje û yên din jî direve, lê berê bi sê ciyan dirask bi ser çavên wî dikevin, li wir dema du birîn dibe, li xwe xera dibe û dide girî!

Karwanek bi rê de diçû, bihîstin ku dengê giriyek î tê, derin dibînin ku xortekî ciwan didêgirî û şêrek î li wir kuştî ye!.
Wî hêdî dikin, tu kî yî, çima digrî, ev şêr kê kuştiye???
Dibêje: min kuşt. Lê belê girî lê selitiye!
karwan dibêjin: baş e, te xê re lê?
Dibêje: ez newêrim herim malê, bavê min ê ji min hêrs bibe!. Şêrkuj dibêje.
Kawran dibêjin: çawa cahîlek î wek te şêrekî bikuje û bavê xwe hêrs bibe?
Şêrkuj dibêje: jiber ku Şêran ez birîm kirim.
Dibêjin: kerwan, dibêjin: de ka meş bi me re here, em ê li ba bavê te bersiva te bidin.
Dike nake, karwan wî bi xwe re tînin malê. Li malê dibînin ku diya Şêrkuj ê karê xwe dike, lê dema çav li zarokê xwe dikevin, mirûz teh dike! pir namîne, Pehlewan ji nêçîra xwe vedigere û dibîne ku mêvanên wî hene, xoşbêş derin û karawancî dibêjin: berî her tiştî divê tu ji me re bêjî, çima zarok ji dest te newêre bê mal? tu yê wî berat bike?
Pehlewan dibêje: hûn rêwî ne, mêvan ên min in, nanê xwe buxun û kar îşê we bi kurê min û hundê min nîn e!?
Karwan li ber digerin û dibêjin: eger tu soza beratbûnê nedî me, em jî nanê te naxun!?
Pehlewan neçar dimîne û dibêje: ez ê çêroka xwe û wî ji we re bêjim; eger hûn razî bûn, ez ê wî berat bikim?
karwancî dibêjin: fermo.

Pehlewan dest bi çêroka xwe dike..
(li ser zimanê kalekî) ku got:
Li gunedek î ku têra henaseya wî nedikir, kesî ew qebûl nedkir, mêvan nedhatin, malê û ti kesî ew venedixwend mala xwe jî, bi jina xwe re got: rabe, em konê xwe rakin û em dêv bi zozanan din.
Wî û jina xwe û çend dewarên ku pê debara jiyana xwe dikirin xwe hilgirtin û dev dan zozan û çiyan.

Êdî. nema tikes ji wî aciz bibe, nema ti kes xwe di ser wî re bibîne û bigre û nema kesek heye ku ew jê xêlî bibe jî, êdî ji bilî lawiran ew nema hesabê tikesî bike.
wextek derbas bû jina xwe giran û bizik bû, pir hindik wext temam bû hat roja ku jina xwe zaokekî bide wî, dem ketiye zivistanê, berf bi gazekê û bêtir ramediye, ew di şikeftekê de li ber serê jina xwe ya dike nalenal mat û melûl maye, ne tiştek ji pençê tê der û ne jî çareyek heye ku jinê ji wê êşa giran felat bike!.

Bi şoran nêzîk e, bi wextan dûr û êş û zor e, jina wî heta ku zarok anî bi xwe mir, derdekî da ser yek î ji wî mezintir, êşa dil derbû, kul û derdê mêrik nema tên şîrovekirin û hewaldan ! ne dizane zarok hêdî bike, ne jî dizane ku jina xwe veşêre! Zarok bi qêrîna xwe ya yekemîn helbet tiştekî dibêje, an tiştekî dixwaze!! lê ew bi giriyê xwe yê ku li ser jina ku zarokek da wî û xatir jê xwestiye birîn û keseran şîrove dike, ne zarok têdihîje şîroveya bavê, ne jî bav dikare zarok bikenîne!.

Demek derê, ji jina xwe re gorekê di şikeftê de dikole, lê belê zarok hêj î ne rihet e!, derdikeve ku lawirekî bigre bîne daku şîr jê bide zarok, heta vediger ji serman re ew jî can dide û pir namîne ew jî dimre.

Ev zarokê ku nû bûye, bi çe dawrê ye nizanim, xwedê dike ku ew nemire! xezalek bêhna wî dike û tê di şikeftê de dimexele û bê navber çiçikê xwe dike devê zarok.
Sal devser hev dikin, zarok êdî heftsalî dibe, bi şîrê xezalan mezin dibe, bi goştê kîvroşkan, têr, çivîk û giyayê çiyan xwe bi firê dixe, demek wiha derbas dibe û rojekê ew li warê xwe nêçîrvanekî dibîne ku dike awa xezalan bike, dema zarok wî dibîne ku devser xezalê dike, ew jî devser nêçîrvên dike, nêçîrvan ji pêşa wî direve ta ku dighînin gundê ku bav û diya wî jê bar kirine, dema ku bi nav gund dikeve mieltê gund tev ji wî ditirse! ne dizane deng bike, ne jî çêr û mirûzê mirovan li ser heye, xelk jê re diêje: Phlewan.

Pehlewan panizdehsalî dibe, rojekê kalek li wî dicive û hêdî hêdî ew fêr zimanê kalê dibe û kal jî çêroka bav û diya wî jê re xeber dide, dema Pehlewan bi serhatiya bav û diya xwe dibihîse, ew jî nema li wî geundî cîwar dibe û ji wir serê xwe radike û dere.
– pehlewan jî ez im, ji Karwanciyan re dibêje-

Dûr nêzîk digîhne gundekî din, dema ku bi nav wî gundî dikeve, dibihîse û dibîne ku xelk direve dikeve hundiran û dibêjin: Şêr hatin şêr hatin! bi yek î ji wî gundî re dibêje: şêr kanî ne? dibêje li pesarê hana ne, her demekê tên zarokên gund duxin!!!
Pehlewan di cî de dev dide pesarê ku raberî wî kirine û dide pey şêra.

Lê belê, ji wî gundî tenê kalek heye ku ji şêran natirse û ew kal jî wê rojê ne li mal bûye, êvar dibe kal vedigere gund (mal) û jê re dibêjin: yek dihat gund û dev da ser şêran. kal matmayî ma ! gelo ev çi kes e, bi xwe re dibêje!?, bi gundiyan re dibêje: ku eger ew kes vegeriya bişînin ba min, ew mêvanê min e, lêbelê keçek kalê heye bi kesekî qayîl nabe!.

şêran xwe neda dest Pehlewên û Pehlewan vegerî gund, dema vegeriya xelkê jê re got: tu mêvanê vê malê ye (Mala Kalê), derbas bû cem kalê.
Kalê mêvandariya wî sê rojan kir, pişt re hevdu nasdikin û Pehlewan çêroka xwe bi kitekitan hewaldide.
Li dawiya çêroka wî, kal dibêje: min qîza xwe da te ! mafir ku tu tenê jibilî min ji şêran natirsî, min qîza xwe da te, tu razî yî keça min? Kal bi qîzê re dibêje: keçik dibêje: erê.

Pehlewên keça kalê bir û anî cih û warê bavê xwe, demek diçe, mehek dudu derin keçik rû nade Pehlewên û vê re zemawend nabe! pehlewan dibêje: çima tu bi min re nabî yek?
Keçik dibêje: jiber ku min tu huner te nedîtine!!!.
Pehlewan neçar dibe û keçikê vedigerîne malê, dema derin, dighînin nav gundê keçikê, li ber destê êvarê rastî du şêran tên ku dadikevin nav gund, Pehlewn keçikê dihêle û dide pey şêran, şêrek xwe xelas dike û Pehlewan yê din digre, dikuje, jerjê dike, digore û xwe li ser eyarê şêr dirêj dike.
Keçikê sekir ku Pehlewan nehat !? dilê xwe pê dimîne û dide şopa wî, dere, dere dibîne ku şêr î kuştiye goraye û li xwe eyarê şêr î di xew de ye, keçik li wir dilê xwe dikeve Pehlewên û li ser eyrarê şêr vê re dizewicaû zemawend dibe.
Îca, ev xortê ku we dîtiye, min li ser pişta şêr bi jiyanê xistiye, de ka bêjin; çawa dibe şêr wî birîn bikin?
kewrancî lal dibin û li çavên hev dinihêrin!!!.

NIVÎSÊN BALKÊŞ

loading...

Bir Cevap Yazın