"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Perwaz Hisên – (Parwaz Hussein)

Perwaz Hisên (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Parwaz Hussein, bi erebî wekî Barwas Hussein jî tê naskirin; z. 16’ê çiriya pêşîn a 1988’an, li Hewlêrê, Başûrê Kurdistanê, ÎraqaFederal) stranbêjeke ciwan a kurd e ku bi dengê xwe yê xweş di werzeya duyem a bernameya televizyonê ya kanala MBC a bi navê Arab Idol (Arab Aydul) 2013 de pişkdar e û li gorî çend çavkaniyan bû “balyoza muzîka kurdî bo nav cîhana erebî”.

loading...

Yekem car e ku di pêşbirka Arab Idol de kesekî ne ereb û ne erebîaxiv tê de beşdarî dike û Perwaz di 2013’an de li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû keseke bi nav û deng.

Di 17’ê gulana 2013’an de Perwaz yek ji deh fînalîstên pêşbirkê bû û vê gavê diçe pêş. Wekî din, hejmara pişkdariyê ya stranbêja hewlêrî ya 6 (şeş) e.

loading...