"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana İkram Oğuz

İkram Oğuz (bixwîne: Îkram Oẍuz) nivîskarekî kurd e ku di sala 1962an de li gundê Xanbegiya Jêrîn a Tekmanê ji dayîk bûye.

loading...

Wî dibistana ewil li gund, ya navîn û lîse jî li Erzirumê xwend.

Di dema 12ê Îlonê (1980) de hate girtin. Di navbera salên 1984-88an da li Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Aboriyê xilas kir. Piştre çend salan li Stembolê di fîrmayeke taybet de wek rêvebir xebitî.

Bi destpêka sala 1992an da dest bi karê çapemeniyê kir û di navbera salên 1992-94an de bû xwedî û berpisiyarê giştî yê Rojnameya Azadî. Sedem nivîsên wî û xwedîtiya wî ya rojnameyê di derheqê wî de bi sedan dawe vebûn û hate cezakirin.

Di sala 1995an da derket derveyî welat, karên xwe yên siyasî li Ewropayê domand. Di dawiya salên 90î de dest ji siyaseta aktîf berda û di fîrmayeke taybet de wek rêvebir xebitî.

Di sala 2004an malpera http://www.navkurd.eu damezrand. Ji wê demê û vir de berpirsiyartiya malperê dike û di malperê de bi kurdî dinivîsîne.

Berhemên wî

Bi navê Mîro û Rêwî du romanên wî hatine weşandin.

  • Mîro, roman, ISBN 978-605-4427-58-1, di destpêka sala 2014an de li Stembolê, di nav weşanên Weşanxaneya Do de derket.
  • Rêwî, roman, ISBN 978-605-4765-25-6, jî di îlona 2017an de li Stembolê, di nav weşanên Weşanxaneya Doz de derket.
loading...