"Enter"a basıp içeriğe geçin

Helbest û Cureyên wê – Walî Bedelpûr

Beşa 1. HELBEST Û WATEYA WÊ

 PÊŞGOTIN

loading...

Têkoşîna ji bo peydakirin û zanîna wateya helbestê bi dirêjiya dîrokê fikrê gelek wêjevan û wêjenasan bi xwe ve mijûl kiriye. Her kes hebûna helbestê dipejirîne lê wateyeke yekîne ku ji aliyê her kesê ve bê pejirandin heya îro tinebûye.

Temenê helbestê bi qasî temenê zimên e, ji dema ku ziman û axavtin hebûye helbest jî hebûye, her qas ku zeman û ziman pêş ve hatiye helbest jî zêdetir pêş kevtiye û qet paşveman û têkçûna helbestê nebûye û nabe jî.

Kevintirînê cureyên helbestê ku heya îro di dest de mane Vêdayên Hindûyan in û mêjûya wan gelek ron nîne lê tê gotin herî kêm 1000 heya 5000 sal berî zayînê hatîne nivîsîn. Gatayên Zerdeşt jî nimûneyek li helbestên herî kevnar in û her viha Hemaseya Gîlgamêş jî yekem menzûmeya hemasiya cîhanê ye.

Helbest nayê watekirin û sedema herdemhebûn û rewneqa helbestê jî her ew yek e. nebûna wateyeke yekîne dibe sebeb ku mirov têkeve nav behra wesf û şiroveya helbestê û baştir di gel cîhana nasnekirî û weşartiya helbestê nasiyar be.

Ger mirov tevayî şiroveyên wêjevan û helbestvan û zaniyarên zanistên însanî yên di bara helbestê de di yek nivîsarê de kom bike dîsan jî mirov nikare bibêje ev nivîsar bi tewayî helbestê şirove dike.

Em ê têbikoşin bi qasî derfet û şiyana xwe li ser wateya helbestê bisekinin û gelek bi kurtasî bîr û nêrînên xwedînêrînan bi we re parvebikin.

WATENASÎ

Poetry (Helbest) di zimanê Yûnanî de ji rîşeya ((Poiesis)) bi wateya çêkirin û avakirinê ye.  Di nêrîna zêdeyî çand û neteweyên kevnar de afirandina helbestan bi îlhama hêz û quweyên derveyî xweza û tebîetê çêdibe. Her wek di Yûnana kevnar de Miyûz (muse) wek xwedayê şiir û mûsîqayê dihate nasîn û Erebên beriya îslamê jî helbest netîceya îlhama ecinneyan li ser fikrên helbestvan dizanîn.

Şiîr شعر di zimanê erebî de bi wateya zanîn, zanist, zaniyarî, fêmkirin û … hatiye û ji kilama xwediyê kêş û wezn û qafiyê re şiîr tê gotin. (Ferhenga Dêhxoda)

Helbest di ferhenga soraniya Henbane Borîne de viha hatiye watekirin: 1) kesê ku tiştên şikestî pêkve girê dide 2) kesê bendikan badide 3) gotinên çêkirî û nedurist 4) şiîr û şaîr û çêkerê şiîran. Li gor hinek gotinan kurdên Soranî bixwe ji şiîrê re nabêjin helbest belku ji kilam û stranan re helbest dibêjin û ew peyw bi şaşî têkelî kurmancî bûye.

ROJEN BARNAS: “Di kurmanciya jêrîn (soranî) de helbest ji bona stran (kilam) dibêjin. Me jî ev bêje bi şaşî bi maneya “şi’rê” girt û bi kar anî, lê “helbest” ne şi’r e û şi’r jî ne “helbest” e

Di rastiyê de helbestvanên me yên kilasîk ti carî peyva Helbestê bi kar neanîne û di kovarên me de yên weke Hawarê jî tenê di nivîsên soranî de peyva Helbest hatiye anîn. Profisor Qanatê Kurdo di pirtûka xwe ya bi navê Tarîxa Edebiyata Kurdî de her tim peywa Şêr bi kar aniye û cihê helbestvan jî peyva Şêrbêj, û her viha Mihemed Ûzûn jî di pirtûka xwe ya bi navê Destpêka edebiyata Kurdî de peyva şihîr û şahîr bi kar tîne.

HELBEST DI NÊRÎNA HELBESTVAN Û WÊJEVANÊN EREB DE

Helbest û helbestgotin ji berê de ji aliyê Ereban ve bi bihayî hatiye nirxandin û bihapêdan. Îbni Selam helbestê (Dîwana ilm û zanista Ereb) dizane. Ereban ew qas biha û nirx didane helbestê ku wan bijardeyên helbestên xwe ji dîvarê Keibê ve vedikirin.

Di pirtûka Elheyevana Cahîz de di bara helbestê de viha hatiye: Helbest pêşeyek e ji cureya nessacî û hûnandinê û cureyek ji wêne û tesvîrê ye. (Cahîz 1945:76)

Li bal alim û zanayên Ereb helbest bi gotenekê tê gotin ku bêjerê wê, beriya gotina xwe bîne ser zimên wê bi wezn û qafiyeyê bixemilîne û ew kesê wî karî dike jê re şahîr tê gotin. (Dêhxoda, Şêir)

loading...

Di helbesta Erebî de wezn û qafiye wek ruknên sereke têne hisêb.

HELBEST DI NÊRÎNA HELBESTVANÊN ROJAVAYÎ DE

Zêdeyî nêrînên helbestvanên rojavayî di bara helbestê de mirov dikare di yek ji wan çar desteyên jêrîn de bi cih bike.

  • Helbest: Baştirîn û Şadtirîn dem (The best and happiest moments).Shelly helbestvanê Birîtanî viha dibêje: Helbest nivîsandina baştirîn û şadtirîn demên baştirîn û şadtirîn mejiyan e (Shelley, 1904: 54)

    Samuel Taylor Coleridge dibêje: Helbest bêhn û itra hemû zanist, fikr, hest, raman û zimanê beşeran e (Baker, 1986: 43)

  • Helbest: Mûsîqeya Peyvan (Music in Words)Thomas Fowler dibêje: Helbest mûsîqeya peyvan û mûsîqa jî helbesta bi awaz e.
  • Helbest: Ziman an gotara xeyalî (Imaginative Language or Composition)hinek li ser wê bawerê ne ku xeyalraçandin (Imagination) rukna herî sereke ya helbestê ye.
    Lord Byron dibêje: Helbest weke kevir ku dihele û ji çiyayê agirîn tê xwarê, ji nav xeyalan de dihele û dikele û pêşiya hejîn û têkçûna erdê digire(Ibid)
  • Helbest: vegotina mûzîkala hest û ramanên însan (Rhythmical Expression of Emotion and Ideality)

 HELBEST DI NÊRÎNA DERÛNNASAN DE

Derûnnas helbestê peyameke derkevtî ji derûniya nehişiyara helbestvan dizanin, geh helbestê mikanîzmeke xweparastinê li hember hin xwestekên binpêbûyî û carna jî cureyeke nexweşiyê didin nasîn.

Freud (firoyd) ji bo helbestvanan nirxekî mezin hildigirt û helbestvan wek derûnnasekî dizanîn ku heta kûrtirîn beşên fikr û ramanên însanî dikarin biçin.

Helbestvan di zanista derûnnasiyê de mamosteyê me mirovên adî ne ber ku ev ji rûbarên zanistê avê vedixwin lê em hîna li dû zanistê digerin. (Ferguson 1996: 19)

Bi nêrîna Freud helbestvan pêşrewê derûnnasan di keşfa ramanên însanan de ne. ((Her cihê ku ez diçim, ez helbestvanekî dibînim ku beriya min gihiştiye wir))

HELBEST DI NÊRÎNA FÎLOZOFAN DE

Peywenda helbest û felsefeyê gelek kevnar û qahîm e û kêm fîlozof peyda dibin ku di bara helbestê de gotarek negotibin.

Soqrat û Eflatûnî helbest hasil û netîceya îlhamê dizanîn.

Di nava fîlozofên kevnar de Erestû ye ku rêkûpêk û bi hûrbînî di bara helbestnasiyê de nivîsiye. Ew helbestê teqlîda tebîet û heqîqetê dizane. Ew di cihekî de dibêje: karê helbestvan ne ew e ku bûyeran deqîq weke diqewimin binivîse belkî ew bi terza ku îhtîmal heye bûyer qewimî be wê tîne zimên û dinivîse, û ferqa helbestvan û dîroknivîs jî ew e û helbest ji dîrokê felsefîtir e.

Georg Wilhelm Friedrich Hegel fîlozofê Almanî dibêje: Hunera helbestê ji wênegeriyê baştir û ji mûsîqayê sertir e. hunera helbestê ye ku ji hemû huneran berztir e ber ku risteyên helbestê bi alîtirîn û binirxtirîn esera însan yanî Gotinê çêdibin.

Immanuel Kant jî baweriyeke weke Hegel heye û dibêje: Mûsîqa xweştirînê huneran e lê ti tiştî fêrî mirov nake, tişta ku hêz û şiyanê dide fikr û derûniya mirov û fêrker e jî, helbest û helbestvanî ye, bes di nava hunerên ciwan de helbest di pileya yekem de ye ber ku hûş û zanistê zêde dike û hêza xeyalê azad dike. (Kant 1381: 74)

NÊRÎNÊN DIN

Ji bilî hemû şiroveyên me pêştir nivîsîn hinek şirove û wate jî ji aliyê xwîneran ji helbestê re hatîne nivîsîn.

Eli Khamarov nivîskarê Rûs dibêje: Helbestvan ew serbaz in ku peyvan ji qeyd û zindana wateyê rizgar dikin.

Christopher Fry helbestê wek zimanek dizane ku însanî îicaza wê keşif kiriye.

Xala herî girîng ku helbestê ji nivîsarên nehelbest cida dike jî her ev mûcîzeya nava zimên de ye.

Thomas Hardy romannivîsê navdar dibêje: heger Galîle bi zimanê helbestê bigotiba erd digere, ti carî dadgehê ew muhakîme nedikir (Larkin, 1973: 58)

Di dawiyê de bi muqayise û danberheva hemû şiroveyên xwedînêrînan mirov dikare bibêje ((Helbest afirandina mûcîzeyê bi riya zimên û di nava zimên de ye)).

Beşa 2. CUREYÊN HELBESTÊ

Bi berfirehî di edebiyatê de helbest ji du aliyên sereke ve hatiye dabeşkirin û destebendîkirin ku yek ji van dabeşkirinan li wate û mefhûm û zata helbestê dinêre û ya din jî li şikl û sûret û qalibê helbestê. Li gor her du desteyan jî gelek cure ji bo helbestê hatîne eyarkirin lê em ê yên herî girîng û naskirî ku edebiyata me jî zêde li ser wan sekinîye bi we re bidin nasandin.

CUREYÊN HELBESTÊ JI ALIYÊ WATE Û MEFHÛMÊ VE

1.HELBESTA EPÎK YAN HEMASÎ

Helbestên ku mijara wan qehremanî û serbihorî ne, dikevin beşa helbesta epîk de. Minaka helbesta epîk ya herî pêşî Destana Gîlgamêş e. wekî din di Yûnanê de Îliyad û Odîseyên Homêr, di Hindûstanê de Mehabaharata û Ramayana, di Rûmê de Ênêîda Vêrjîl û di Îranê de jî mirov dikare Şahnameya Firdewsî nav bibe. Di wêjeya kurdî de jî helbestên li ser qehremanî û serbihoriyan de hatîne nivîsîn ne kêm in, mînak destana Emîrxanê Lepzêrîn û Kela dimdim ku ji alîyê çend helbestvanan ve hatiye hûnandin.

loading...

2.HELBESTA LÎRÎK (Strankî, Awazkî)

Helbestên ku hestên gel ên hevpar weke kêf û êşê yan jî hestên takekesî weke evîn, cudahî û bêrîkirinê digirin nava xwe, helbestên lîrîk in. Ji ber ku helbestên bi vî rengî dema Yûnana kevin bi sazamûreke bi navê lîr dihatin xwendin, navê vî cureyê helbestê bûye helbesta lîrîk, Helbesta Lîrîk ew cure helbest e ku zêdetir hestên takekesiyên helbestvan tîne zimên ji eşq û evînê bigire heya şerha derd û xem û keseran.

Em dikarin bibêjin Mem û Zîna Xanî navdartirîn menzûmeya lîrîk yan ku xenayî ya kurdan e. Helbesta Îrfanî jî di vê desteyê de cih digire zêdetirîn beşa vê cure helbestê destan û serbihorî û gilî û gazinên evîndarane ne.

Helbesta lîrîk di sê qalibên 1) kurt (weke çarîne û dubeytiyan) 2) nîvekî (Wekî Xezelan) û 3) Dirêj (wekî mesnewiyan) de tê nivîsîn.

Zêdeyî kilasîkên me helbestên wan lîrîk in.

3.HELBESTA DÎDAKTÎK YAN HÎNKER

Ev cureyê helbestê bi armanca dersdayînekê tên nivîsandin. Herviha ta radeyekê ji hestyariyê dûr in. Di helbesta dîdaktîk de, armanc ew e ku ramanekî, an jî pend, şîret û zanînekê bidin mirov. Helbesta dîdaktîk hînker e. mînaka kevnar di wêjeya me de Nûbihara Xanî ye ku ji bo zarokên kurmanca bi zimanê helbestê peyvên erebî werdigerîne ser kurmancî.

4.HELBESTA FELSEFÎ

Helbestên bi têgînên felsefî hatine hûnandin ku wateyeke xwe ya kûr hene, bi navê helbestên felsefî têne binavkirin, zêdeyî kilasîkên me helbestên bi vî avayî nivîsîne û helbestên wan xwediyê wateyên kûr in ku bi carek xwendinê her kes nikare wateya wan fêm bike. Helbestvanên weke Cizîrî, Mehwî, Nalî, Mewlewî zêdetir helbestên irfanî û felsefî hûnandine.

5.HELBESTA DRAMATÎK

Mijarên ku heyecan û xemgîniyê didin mirov bi şêweya şano ango bi şêweya dram, trajedî û komedî tên nivîsîn, ev jî bi navê helbestên dramatîk tên binavkirin, Helbestên li ser jidestdana kesekî, helbestên li ser bûyerên xemgîn û trajêdîk de hatîne hûnandin, û heya helbestên komêdî jî ger mehhûma wan xemgîn û trajêdîk be di vê desteyê de cih digirin. Hevbeşiyên vê cure helbestê di gel helbesta lîrîk gelek in û gelek helbest di her du desteyan de jî cih digirin.

6.HELBESTA MEDHÎ YAN PESNÎ

Ev cure helbest e ku helbestvan bi riya wê medh û hemd û senaya xwedê yan pêxember uan mezinên olî yan jî mîr û padişah yan her keseke din dide. Ji bo vê cure helbestê jî di nava wêjeya me de gelek helbest û eser hatîne afirandin wek mînak Mewlûda Melayê Bateyî ku medha xwedê û pêxemberê îslamê dike.

7.HELBESTÊN HECVÎ Û HEZLÎ

Ev helbest in ku helbestvanê wan yan berovajî medhê xirabiya kesekî bi tundî tîne zimên (Heciv) yan jî bi dijûn û gotinên nebaş û mustehcen her tiştî tîne zimên û dinivîse. Nimûneya herî navdar nav kurdan de dîwana Şêx Rizayê Talebanî ye.

8.HELBESTÊN DESTANÎ

Ew cure helbest in ku destan an serbihoriyekî şirove dikin ku di hizr û mejiyê helbestvan de çêdibin yan ji destaneke nivîskî hatîne girtin û bi temamî ne rast in û tenê destanek in û di mijarên cur bi cur de têne nivîsîn, ji destanên hînker bigire heya ên evîndarî, bo vê cure helbestê jî em dikarin Seyfilmilûk û Bedîulcemala helbestvan Siyahpûş navbibin ku ji destaneke kevnar bi heman navî hatiye girtin û nivîsîn.

9.HELBESTÊN OLÎ

Ew helbest in ku li ser mijarên olî û mezhebî hatîne raçandin, yan beşek ji ehkamên olî şirove dikin, yan nesîhet û tewsiyeyên olî dikin û gelek mijarên din yên girêdayî bi ol û mezhebê ve. Ber ku zêdeyî helbestvanên me yên berê alim û pêşevayên olî jî bûne helbestên viha jî di wêjeya me de ne kêm in, bilî helbestvanên navdar yên ku em nas dikin di sedsala çûyî de helbestvanên weke Mela Ebdulla Celîlî, Mela Mihemedê Seyda gelek helbestên olî nivîsîne.

CUREYÊN HELBESTÊ JI ALIYÊ ŞIKL Û QALIBÎ VE

Qalibê helbestê ji şikl û sûretê helbestê re tê gotin û ew jî cureya hatina qafiye û rêzikên helbestê re girêdayî ye. Her wek me got helbest ne di wateyê de tê êxsîrkirin û niha em dibêjin di qalibê de jî giriftar namîne û mirov nikare bibêje tenê filan û filan qalibên helbestê hene û her kes dibe di wan qaliban de helbesta xwe binivîse lê di dirêjiya temenê helbestê de helbestvan û xwînerên helbestê hin qalibên diyar bijartine û zêde di wan qaliban de helbest hatîne hûnandin ku niha ew qalib ji alî her kesî ve têne pejirandin û bikaranîn û helbestvanên kevnarên me jî kêmtir derweyî wan qaliban helbest hûnandine, lê serdema niha de hin helbestvan ji sînorên qalibên kilasîk derbas bûne û helbestên bê kêş û qafiye jî têne nivîsîn.

Qalib şikl û sûretê helbestê yê berçav e, dirêjiya her rêzikê, çawahiya rêzbûna kîteyên her rêzikê, hejmara malikan, qafiye, redîf û dîtir taybetmendiyên helbestê hemû di mijara qalibê helbestê de cih digirin.

Li gor qalibê ger em bixwazin helbesta Kurdî destebendî bikin, bi xwendina helbestên kevnar û nû û bi guhdariya edebiyata devkî û gotarî em dikarin bibêjin çar cure helbestên kurdan hene.

  1. Helbesta Azad (ya serdema niha ye û kêş û newa û qafiye têde nayê berçavgirtin)
  2. Helbesta Gelêrî (ji berê de bi berfirehî di nav kurdan de hebûye, bi taybet di stran û kilaman de, dirêjiya rêzikan û hebûna kêşa wekhev di hemû rêzikan de ne girîng e tenê li dawiya hevokan de peyv wek qafiye têne bikaranîn, em dikarin Sêxiştiyên kurdên xorasanê jî di vê desteyê de nîşan bikin.)
  3. Helbesta kilasîka bênewa (Mîna helbesta newadar e lê bi hejmara kîteyan tê hûnandin û kurtî û dirîjiya wezn û newaya kîteyan di vê helbestê de ne girîng e)
  4. Helbesta kilasîka newadar (ji alî şikl û sûretê helbestê dewlemendtirîn û rêkûpêktirînê cureyên helbestê ye û xwediyê wezn û kêşa wekhev di hemî rêzikan de ye û di gelek qalibên taybet de hatiye bikaranîn û koka wêjeya nivîskîya kurdî jî li ser wê ava bûye)

Her yek ji desteyên navbirî dikarin bi berfirehî û di pirtûkên cida de bêne şirovekirin û lisersekinîn, lê emê bi kurtasî her yekê şirove bikin û bi çend mînakan baştir şikl û qalibên wan nîşan bidin.

HELBESTA AZAD

Helbesta serbest ((Azad, Nûjen)): Di vê curehelbestê de wekheviya kîtan tê de wek bingeh nayê girtin lê belê ew bi tevlîhevkirina pêlên sazbend û wêneyên helbestî balkêş e, bi taybetî bi hestên nazik û şêrîn tên nivîsandin û mijar gelek caran bênîşan û nehîn tê dawîkirin. (Brahîm Qasim, Ciwankariya Helbesta Kurdî, rûpel 5)

Helbesta azad di çarçoveya helbesta kilasîk de namîne û xwe ji xemlên weke newa û qafiyeyê rizgar yan bibêjin bêpar dike, pirr kes vê yekê wek derfet dizanin û dibêjin helbesta azad baştir dikare raman û hizrên helbestvanî bîne zimên ber ku ji zindana wezn û qafiyeyê rizgar bûye û li gor pêşkevtin û teknolojiya îroyîn êdî helbesta kilasîk nikare wêjeyê pêşve bibe û di hember de hene kesên ku destpêka helbesta azad têkçûna helbestê didin nîşan.

Ger em li wan gotûbêjan derbas bibin gelek helbestên azad hene ku karîne cihekî taybet di wêjeyê de ji xwe re vekin û pirr in ji xeml û ciwankarî û wênesazî û xeyalraçandin û watenasî û dîtir xemlên wêjeyî.

Di hinek cihan de wek Îranê helbesta azad bixwe jî di çend desteyên cida de hatîye destebendîkirin lê em zêde ser vê yekê nasekinin û bi mînakek li helbesta azad ji nemir Arjen Arî em ê derbasî beşa din bibin.

 

TU BIHATA

Himbêzek ramûsan man li keviya çêm

Te gotibû îşev ez têm,

Îşev, beriya hîv dagere kevan…

Ma gund raneza, ma sa ranezan

Xayînê, tê bihata…

Dilê min sed carî di sînor werbû!

Tu bihata, kaniyek din li Xanikan zêde dibû

Tu bihata, Nêrgizlokê j’êvar de rêber bû

Tu bihata, xewlecî bû binê pirê;

Kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê

Xayînê, tu bihata

Ev dil li dû te Binxet nedibû!

Arjen Arî

HELBESTA GELÊRÎ

Di vê cure helbestê de wekheviya kîtan û hijmara dengan wek bingeh nayê girtin, tenê wek lihevanîna ye, bi taybet di dawîbiran de, ev şêwe di filoklora kurdî de zengîn e bi taybet di stran û heyranok, peyzok û mamik û ristên olî de diyar dibe. (Brahîm Qasim, Ciwankariya Helbesta Kurdî)

Mînak: Ji ristên filoklorê gelêrî:

Ez evdalê xweşê nazik û nazdar im

Li ser dara çil û çar nazelîna

Nazik û nazdarê xwe li dayê kim

Ez bi babim li babê kim

Ezê herim serê hewalkî bilind

Sed car destê xwe raberî xudê kim

SÊXIŞTÎ

Dîroka Sêxiştiyan vedigere çend hizar salan ku ev qalib di nav kurdên Xorasanê de pirr bi nav û bang e û pirr hatiye bikaranîn.

Sêxiştî bi rêzikan çêdibe û di her sê rêzikan de jî qafiye heye lê newayeke taybet bo wê nehatiye eyarkirin. Kalemêr û kalejinên Xorasanê gelek sêxiştiyan dizanin û dbêjin lê helbestvanê wan ne diyar e, helbestvanên genc ji Xorasanê niha jî pirr sêxiştiyên heft kîteyî û heşt kîteyî dinivîsin. (Yehya Elewî)

Mehdî Exevan Salis helbestvanê mezinê Îranî di bara sêxiştiyan de viha dibêje:

Sêxiştî hinek caran dişibin Haykoyên Japonî û hinek caran Hayko bixwe ne, Hinek caran parçeyek ji wêneyekî mezin in, Hinek caran herikîna bayekî ne di nav çîmenan de û hinek caran birûskek in di esmanî de. Sêxiştî paşmayîya helbesta Xusrevaniya Sasaniyan e ku piştî hatina Ereban di zimanên Pehlewî û Farisî de hate jibîrkirin û têkçûn lê Kurmancan ew xwedî kirin û heya îro jî anîn, îro sêxiştî yek ji ciwantirînên qalibên helbestê ye.

Sêxiştî weke esereke netewî di Îranê de hatiye sebitkirin.

Mînak:

Çavîne reş kanî kanî

Min kildanek jêra anî

Çav pirr reş in kil hil nanî

HELBESTA KILASÎKA BÊNEWA

Rengê xwe li gor hijmara dengan mîna helbesta kilasîk e, lê bê cudahî di navbera dengên kurt û yên dirêj de, ango bê pîvan û newa ye, loma birên xwendin û mozîkê li hev siwar nayên. Ev cure helbest tê binavkirin helbestên şikestî. Lê nayê wateya ku ev şêwe ne helbestên bê ciwankarî û bilîmet û hestên nazik û şêrîn in. (Brahîm Qasim, Ciwankariya Helbesta Kurdî)

Belkî di zimanê Erebî û Farisî re vê helbestê wek helbesta kilasîk qebûl nekin berku taybetmendiya herî muhîm ya helbesta kilasîk yanî newayê berçav nagire lê di wêjeya me de helbestên vî terzî ne kêm in, mînaka ku her kesê xwendiye yan bihîstiye helbesta Kîme Ez a rehmetî Cegerxwîn e, helbestvanên hevçerx yên wek Osman Sebrî jî zêdeyî helbestên wî di vê desteyê de cih digirin û mirov dikare bibêje 90 li 100î helbestvanên kilasîknivîsên niha jî di vê desteyê de ne û mixabin gelek pirtûkên di vî qalibî de jî çap bûne.

Mînak: Osman Sebrî – Ho Xwendayê Kurd

Ma zanî çiqas gelê te şaş e?

Ji ber şaşiyê gelek li paş e

 

Ji hezar salan ew her bindest e

Ji ber ku bêvac ramanperest e

 

Wî ramanek nekir çira derê xwe

Herwekî hefsar êxist serê xwe

 

Holê bi serî dihat girêdan

Dîl û şerpeze di nava cihan

 

Ewbûn peyayên di nav me xwenda

Wana rê li ber me kirne wenda.

HELBESTA KILASÎKA NEWADAR

Wek me got ji alîyê şikl û sûretê helbestê dewlemendtirîn û rêkûpêktirînê cureyên helbestê ye û xwediyê wezn û kêşa wekhev di hemî rêzikan de ye û di gelek qalibên taybet bi xwe de hatiye bikaranîn û koka wêjeya nivîskîya kurdî jî li ser wê ava bûye.

Helbestên helbestvanên navdarên kurd yên weke Cizîrî û Xanî û Bateyî û Tîrêj û … hemû di desteya kilasîkên newadar de ne.

Tabloya jêrîn muqayeseya her çar qalibên navbirî nîşan dide.

  Kilasîkên newadar Kilasîkên bênewa Helbestên Gelêrî Helbesta Azad
Newa û kêş tineye  tineye tineye
Wekheviya hejmara kîteyan tineye tineye
Qafiye tineye
Xemlên Wêjeyî

 

Helbesta kilasîk ser xatira temenê xwe yê dirêj gelek taybetmendî û devlemendî ji bo xwe kom kirîne, şirovekirina helbesta kilasîk bixwe demeke cida dixwaze heta em bikarin li ser hemû taybetmendî û xalên wê yên girîng bisekinin. Ev cureya helbestê bixwe bi gelek qalibên taybet de tê hûnandin û eyarên wê yên pîvan û helsengandinê hene û her kesê ji helbesta kilasîk fêm bike bi hêsanî dikare helbest û nehelbestê ji hev cida bike û bi hêsanî jî helbestê ji alî teknîkî ve binirxîne (Berovajî her sêk cureyên din).

Qalibên herî navdar yên helbesta kilasîk ev in:

  1. Mesnewî
  2. Qesîde
  3. Xezel
  4. Musemmet
  5. Mustezad
  6. Çarîne
  7. Qît’e
  8. Yekbeyt / Tekbeyt

Li gor dema xwe em ê piştre her yek ji van qaliban bi berfirehî şirove bikin û mînakên wan binivîsin.

ÇAVKANÎ

  1. Ferhenga Mamoste Hejar, Henbane Borîne
  2. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî (1983) Stokholm
  3. Kovara Nûdem, Hevpeyivîn [rojen barnas: “peşeroja edebiyata kurdi girêdayî pêşeroja gelê kurd e”] hejmar:10.
  4. Wikipediyaya Kurmancî
  5. Birahîm Qasim (Ciwankariya Helbesta Kurdî)
  6. Scott, Clive, Vers libre: the emergence of free verse in France, 1886–1914 Clarendon Press, Oxford ISBN 9780198151593
  7. Miller, Andrew. Greek Lyric: An Anthology in Translation
  8. مفهوم شناسی شعر و مصداقهای آن (مرتضی براتی 1393)
  9. بهار، محمدتقی ملک الشعرا (1366) شعر چیست و شاعر کیست؟
  10. کتاب سه خشتی‌های کُردی کُرمانجی خراسان (Sê Xiştîyên Kurmancî yê Xorasanê) تألیف پروفسور جلیل جلیل
  11. خبرگزاری بین‌المللی کردپرس_سرویس فرهنگ و هنر یحیی علوی فرد
  12. ارسطو (۱۳۶۲). «بوطیقا، جلد: 13»
  13. جلالی نائینی، سیدمحمدرضا. «قدیم‌ترین کتاب مقدس قوم آریایی ادبیات مقدس هندو
loading...