"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Kurmanc Bakurî

Navê wî yê rastîn Sîrwan e. Kurmanc di sala 1971ê de li Akreyê ku girêdayî Duhokê ye hatiye dinê. Bi êrîşên Seddam vê demê gellek malbat û kes mecbûr dimînin koçî Îranê dikin. Malbata Bakurî ji ber vê derbasî Îranê dibin û bi cih dibin.

Kurmanc di zaroktiya xwe de bala xwe dide mûzîka Kurdî. Di civaniya xwe de bi mûzîka Dengbêjî re eleqedar dibe. Çiqas klamên dengbêjî hene hewl dide ku bixwîne. Di herêmê de ji aliyê xêlk ve pirr tê hezkirin. Bakurî bi karê tesîsata mûzîkê dike. Tesîsatên muzîkî dide kirê. Rojek tesîsatên xwe kirê dike çend hevalên xwe lê melzemeyên wî tên şewitandin ji ber vê bûyerê di sala 2004an de berê xwe dide Stenbolê û li wir bi cih dibe. Heta sala 2008an di Stenbolê de dimîne. Di sala 2009an de dîsa vedigere Duhokê. Bakurî niha li Duhokê jiyana xwe berdewam dike.
Hunermendê hêja Kurmanc Bakurî bi deng û awazê xwe ya zarxweş ji aliyê raya giştî ve pirr tê ecibandin û hezkirin. Xebatên Bakurî hê berdewam in.

Bir Cevap Yazın