"Enter"a basıp içeriğe geçin

Çend gotin li ser nivşê me – Bûbê Eser

Belê her nivşek xwezayî ya wê, hêjayî, xweşî û êşên wê hene. Lewra jî her civat li gor nivşê xwe tevdigere. Li gor zanîn û têgihiştina nivşan civat, milet û dewlet jî xwe li gor wê saz dikin. Ji bona vê yekê ye ku di civatê de rol û hebûna nivşan roleke sereke ye. Loma jî min xwest di vê nivîsê de ji bona we ciwanên hêja çend gotinan li ser nivşê me yên ji dawiya salên şêştî û heta destpêka salên 80ê vebêjim.

loading...

Min jî weke gelekan hin caran li ser nivşê me nivîsî ye. Lê vê carê dîsa dixwazim bêjim ku bi rastî ew nivşê me, nivşekî weha bû ku êdî tu caran nema li ser rûyê cihanê dixuliqe.

Me di dema xebatên xwe de her tiştên xwe bi fedekarî, dilsozî û bi bawerî dikirin. Dema em bûne welatparêz me ew ji dil dikir û bê ku berjewendiyên xwe ê şexsî bifikirin, dikirin. Me gelek zehmetî êş û cefa jî dîtin. Em ketin zindanan, me rojên dijwar li serê çiyan derbas kir. Em bûne penaber û di jiyana penaberiyê de em tûşî gelek zehmetiyan bûn.

Lê piraniya me qet û qet ji xebatên xwe yên welatparêzî gav bi şunde neavêtin. Ji bona azadiya gelê xwe her di nav kar û xebatê de bûn û ne.

Niha jî wan kesana bi temenên xwe ê mezin hê jî dixwazin ji bona azadiya gelê xwe kevirekî bidin ser kevirekî. Lewra jî hin bûne nivîskar, hin bûne tacîr, hin feqîr û hin jî dewlemend bûn. Lê dîsa jî bi hemiyan re ew ehlaqê ku girtibûn wê welatparêziya durust bernedan in.

Lê êdî ew nivş yanî em roj bi roj di nav salan de diharin. Pîr û kal  dibin, gelek ji me êdî bûne kalik.  Di nava ewqas salan de ne rehet e ku moriv kêmaniyan neke. Ji ber ku em jî mirov in û mirov dema kar dikin wê şaşî jî bibe. Ji şaşiyan re jî gotinên xweş lazim e ku mirov êdî wan neke. Her weha gelek ji me, em êdî esabî bûne ango bêhn teng bûne. Gotina ne li gor dilê me be him mirov wê qebûl nake him jî mirov êdî ji wî/ê kesê wê dibêje dixeyî de. Aha ya xerab jî ew e.

Xeyd ne tiştekî ku divê mirov bike. Xeyd ne karê rewşenbîrane ku  bikin. Lê mirov ji  dêlva wê dikare rexnan li hev bigire. Mirov dikare ji nerîn û gotinên hev re ne razûbûna xwe jî bêja. Lê divê mirov nexeyd e.

Li gor min niha di nava nivşê me de ev peyde bûye. Mirov nikare rexnan li hev bike. Mirov nema dikare bi dilsozî kêmanî  û nerastiyên hev ji hevdu re bêjin. Eger bê gotin jî dilmayîn çê dibe. Dema dilmayîn jî peyde dibe, têkiliyên mirov jî ji hev qut dibe.

Dema têkilî jî qut bûn, êdî hertişt diqede. Lê divê ev nivşê ewqasî fedekar, ewqasî dilsoz û can fîda, çawa dibe ku ji bona gotineke hevalê xwe, ji bona nivîseke hevalên xwe yên rexneyan dixeyidin. Êdî nema bi hevre qise dikin.

Gelo em çima ketin vê rewşê? Gelo çima li me weha hatiye? Gelo em ê çawa bikaribin xwe ji vê azad bikin? Azadî xweş e lê mirov bizanibe wê bijî, qîmet û rûmeta wê bigire.

Li gor min sedema asasî ku em bûne penaber û bi temenê xwe ê mezin ketina nava kultur û çandeke bi kêmanî pêncî salan ji me pêştetir bû.

Sedema din ku li gor min ya asasî jî ev e. Em û nivşê li dû me, em hevdu nas nakin. Bi zanetî navbera me hate qutkirin ku nivşê li dû me, ji tecrube û zanînên me, xebat û karê me yên wê demê nas nekin.

Nivşê li du me jî ji ber ku me baş nasnakin, nizanin me di dema xwe de çawa û li ser çi asasê kar dikir. Roja çavên xwe vekirine û xwe nas kirin, hinan bi zanetî ji wan re gotine ku: Ew yanî em reviyan. Loma nivşê nû jî me weha dinasin

Weke em dizanin her tişt li ser koka xwe şîn dibe û mezin dibe. Lê mixabin nivşê li du me li ser koka xwe mezin nebûn, em û ew ji hev veqetandin. Ev jî ji alî hinan de bi zanetî hate kirin.

Loma ez dixwazim nivşê nû, destpê bikin, dîroka me bixwnin. Guhdariya me bikin, me di dema xwe de çawa kar dikir, bizanibin. Dema ew vê fêr bibin wê gavê em dikarin gav bi gav berbi hevdu ve bimeşin û nêzîkaya hev bikin.

loading...

Heger em îro li ewroppa ango li xerîbiyê dijîn, em ne ji ber kêfa xwe hatin. Zor û zehmetiyên mezin li ser me hebûn. Heger em nereviyabana îro em ê gelek ne li vê dinyê bana.

Lê em li ewro jî nesekinîn. Tiştê ji me hinan hat me kir. Me ji bona zimanê xwe ji bona gelê xwe çi ji me hat, me ew kir. Me li ewropa destpêkir xwedî li zimanê xwe derketin û me xwest em vî zimanê pîroz xurt bikin da ku êdî bi zimanê xwe berhemên xwe biafirnin.

Em di vî warî de bi serketin. Vê parastina zimanê me û bi wî axaftin û nivîsandinê em xwedî lê derketin. Ev bû sedem ku ciwanan ango nivşê nû jî dest bi nivîsandina bi zimanê xwe kirin.

Îro li bakur kurdistanê bi dehan nivîskar derketine, bi sedan berhemên bi kurdî hatine weşandin. Ev hemî berhema me ya nivşê salên 60 heta 80ê ye. Heger me li ewropa destneavêtiba zimanê xwe, dibû ku îro ziman bi temamî miriba, ango tune bû ba.

Daxwaza min ji ciwanan ew e ku bila ji nû de li jiyana me, kar û xebatên me kirine vegerin û bibînin ku em nereviyan in. Ji mecbûrî bi çolan ketin, lê piraniya me jî me erkê xwe kêm zêde anîne cih.

 

Not: Her nivîskar ji nivîsên xwe berpirsiyar in.

Sitemizde yayınlanan her makaleden yazarların kendileri sorumludur.

loading...