"Enter"a basıp içeriğe geçin

Ji bona Ciwanên Kurd û Kurdistanî – Bûbê Eser

Ciwan pêşevanên Gel e. Ciwan hebûna netewe û gel e. Ciwan rûmet û qîmeta Gel e. Loma jî divê ciwan ji bona gelê xwe karê rast, tevgerên durust bixuliqînin.
Ciwan divê bi aqilekî zelal, bi fikrin delal, hêja û neteweyî tevbigerin.
Ciwan divê berjewendiya gelê xwe di ser her tiştekî re bigirin.
Ciwan divê behn fireh bin da ku bikaribin berê bifikirin û dûre tevbigerin.
Heger pêşevanên gel ciwan bin, divê ciwan jî bikaribin tevaya gelê xwe hembêz bikin. Ji nakokiyan dûr birevin, şaşiyan bi awayekî maqûl rexne bikin, başiyan biparêzin.
Ji  Ez  û Ez ê dûr bikevin. Herkesan li gor kar û xebatên wan rexne bikin ya jî bipesidînin.
Bi dilsoziyeke germ xwedî li doza gelê xwe derkevin.Li hemberî êrîşên li gelê we tê kirin bê deng nemînin.

loading...

Ji hev hez bikin, bi hev bawer bin û tu caran nebin xwediyê xwe û biryarên emirwaqî. Tim bi ya piraniyê bikin, lê yên ketin kêmaniyê jî ji bîr nekin. Ji ber ku demokrasî ne tenê dengdan e.
Sal mezin û porsipiyên xwe guhdarî bikin, ji tecrubeyên wan fêdê bigirin.
Di her pêşketinekê de serxweş nebin û di her wendakirinekê de jî dilreş nebim. Tim bi aramî tevbigerin. Dîroka gelê xwe baş fêr bibin. Kesên dîroka gelê xwe nizanibin, dê nikaribin ji bona wî karên hêja, xebatên delal jî bikin.
Tevgerên salên 1960 heta 1980ê berçav bikin. Ji wan dersan derxin. Kêmanî û şaşiyên wê demê, başî û qenciyên wî zemanî, rastî û durustiyên pêk hatibûn, bidin ber hev.
Wê gavê hûnê bibînin ku me ango bav û bapîrin we. Mam û xalanên we, metik û xaltîkên we di ku de çi kêmanî û başî kirine.

Divê hûn ciwanên dixwazin ji bonaTevgera Azadiya Kurdistanê xebatê bikin, divê hûn bi kar û xebatên xwe, bi çalakî û jêhatîbûnên xwe rêvebiriya wê ji porsipiyan xelas bikin. Tevgerên ji bona serxwebûn û azadiya gel bi destê ciwanan têne meşandin. Lewra divê ciwanên Kurd û Kurdistanî vê ji bîr nekin û zûtirîn rojê tevgerên heyî ji rêbertiya sal mezinan azad bikin.

Helbet salmezinên me karên baş xebatên delal li gor dem û zemanê xwe kirine, vê tim bi bîr bînin û bizanibin îro ew sal mezinên me li gor şert û mercên niha nikarin tevgerê bi rêve bibin. Bibin jî dê ew tevger bi pêşnekeve.

Pir eşkere û vekirî tê dîtin ku pişt sala 2000 û heta roja îro wan rêxistinên me yên bi rêbertiya sal mezinan tê meşandin gavekê jî pêşve ne çûne, her weke girtiyên zîndana Diyarbekirê li cih xwe jimartine û li wir mane.

Carekê bala xwe bidin tevgerên niha partî û rêxistinên heyî, hûnê bibînin hemî porsipî ne. Divê hûn ciwanên Kurd û Kurdistanî vê biguherin. Heger hûn rêbertiya tevgerên Kurd îro li bakurê kuridstanê hene, yên herî delal bin jî, rêvebir hemî sal mezin in. Bi rêvebirtiya sal mezinan dikare çend gav bêne avêtinê?

Ji bona tevgereke kurd û kurdistanî li gor hêjayiyên xwe, karê ji bona azadiya Kurdistanê berdewam bibe, pêwîst e ciwanên xwe Kurd û Kurdistanî dibînin dest bavêjin rêbertiya van partiyên hene. Helbet salmezinên me, porsipiyên me jî divê êdî rê vekin û xwe bidin alî…

Ciwan, zana û têgihiştîne. Bibînin ku bê îro bakurê kurdistanê ketiye çi halî. Tenha guherandina vê hûn ciwan dikarin bikin. Êdî bi sal mezinan guherandinên li gor dem û zemên nabe.

Ciwanên delal; welat li ber têkçûnê ye, ziman nemaye. Mejî hatiye guherandin. Ew mejiyê kurdewarî îro ketiye ser xeta Kemalîzmê. Loma jî roj bi roj kurdên bakurê kurdistanê ji welatparêziya xwe, ji bîr û baweriyên xwe yên Kurd û Kurdistanê dûr dikevin.

Ciwanên delal; heger hûn jî îro guherandinekê di ware neteweyî de nekin, bizanibin ku heta demeke gelekî dirêj wê mesela kurdan li bakurê kurdistanê nemîne. Ji ber ku roj bi roj û bi lez ew bawerî û fikra Kemalîzmê xwe di mejiyên ciwanên kurd de bi cih dike û kirî ye. Vê bibînin û zûtirîn demê dest bavêjin meselê. Îro hebûn û nebûna bakurê Kurdistanê wê bi destê ciwanan diyar bibe. Loma divê hûn jî rola xwe bilîzin û erkên xwe bînin cih…

Ji bîr nekin li bakurê kurdistanê piştî bê dengiyeke mezin yên tevgera Kurdistanê xiste hereketê û çalak kirin em ciwanên dema salên 1960-80 bûn. Wê demê sal mezinên di nava me de bi çend kesan dihatin destnîşankirin.

Lê îro jî xort ango ciwanên di nava tevgerên Kurdistanî de bi qasî tiliyên destan e. Ev malwêraniye, ev têkçûna tevegara Kurdistanî ye. Ev tunekirina hizra welatparêziya kurdistanî ye.

Heta ku tevgerên Kurdistanî ji porsipiyan xilas nebin û rêvebirin yekem ya tevgerên Kurdistanî nebin ciwan, ev ê ji bona me malwêraniyê bîne. Bi guherandineke weha wê him tevgerên kurdistanî bi pêşnekeve û wê him jî tevgera Kurd li bakurê kurdistanê mohra xwe li dîrokê bixe. Ev jî tê wê wateyê ku rohniya ji bona azadiya Kurdistanê ya bi destên ciwanan pêkeve, ew ronî hêdî hêdî dikare der dora xwe û welatê xwe ji şevreşê azad bike.

Bibînin û bizanibin, anîna wêneyê Ataturk ya Diyarbekirê û ji bona kurdan diyarkirin, tê wê wateyê ku êdî Kemlîzm li bakurê kurdistanê ketiye ser xeta xwe. Heger ciwan mudaxeleyî vê pêvajoyê nekin, êdî Kemalîzma li ser qirkirina gelan û taybetî ya kurdan wê bi kurdan şêrîn bikin, da ku heta demeke dirêj wê kurd êdî li hember wê Kemalîzmê nikaribin an wê nexwazin tekoşîna azadiya gelê xwe bidin.

Ji ber ku miron nikare li hember tiştên li ber dilê mirov şêrîn şer bike. Armanc û hedefa dagirkerên me û hin pêgrtên wan ev e.

loading...

Spasî bernamegê dikim ku wan xwestin ciwanên me min binasin, Her weha ez jî dixwazim wan binasim, da ku em bikaribin çend gotinên ji bona azadiya gelê xwe ji hevre bêjin. Divê ciwan ji tecrubeyên me yên sal mezinan hin dersan bigirin û divê em sal mezin jî ciwanên xwe guhdarî bikin.

Niha navbêra me bûye weke pira silatê. Loma divê em bi hevre kar û xebatê bikin da ku wê bikin pira navbêra du nivşan ku herkes bikaribin bi rehetî di ser wê re xwe bighêjin hev. Divê neyê ji bîr kirin ku her tişt li ser koka xwe mezin dibe. Loma girîng e ku ciwan me baş binasin û bizanibin me çi kirine…

Heta nivîseke din her şad û bextewar bin…

 

Not: Her nivîskar ji nivîsên xwe berpirsiyar in.

Sitemizde yayınlanan her makaleden yazarların kendileri sorumludur.

loading...