"Enter"a basıp içeriğe geçin

Hêsrên Kela Zerzewanê – Ülkü Bingöl

Heta destê sibê, di şemala mûmê de belkî sed carî li ser kaxizên biçûk min navê xwe ji hev da alî :

loading...

Ar-gros….Ar-gros

Ar-gros…Ar-gros

Dapîra min dema ku, navê min hildida wisa ji hev dida alî..

Wek aşîtek ketibe û mû ji erdê hilanîbe, di hişê min de ji xeynê navê min ti tiştek nemabû. Hişê min wek lewhayek ving û vala bû. bi sedan kaxizên biçûk di vê Tabûla Rosayê de wek perperokan û li ser wan perperokên spî : Ar-gros…Ar-gros… Ar-gros…Ar-gros

Her tişt ji nişkave qewimî, nîvê bajêr fêm nedikir, nîvê din bo çi û çima tê xerakirin! Bajarî bi qasî rabirdû û dahatûya xwe biyanî vî zemanî bû jî…

Serê sibê keça min Sîlvayê xwe bêronî li dêriyê odeya min qeliband  û go : Bavo divê em jî êdî ji vê dojehê derkevin!

Ku negota rabe ez ê te bibim Kela Zerzewanê ew bedena min a ku di bin barê 98 salan de westiyayî û bi vî bajarî re şikiyayî û hilweşiyayî dê çawa kariba ji vê dojeha li rûyê erdê derketa…

Keça min ez xistim wesayîtê û em çûn Kela Zerzawanê; kela ku lê welidîbûm, lê mezin bibûm û lê evîndar bibûm…Li sedsalekê,li zerzewanê, li evînekî, li emirekî vegeriyabûm û çavên min tije hêsir bû…

Li gor gotina Dapîra min ” piştî ku li ruyê erdê bihostek cî nema ku em lê bistrin me ûrt û ocaxê xwe yên ku mabû anîbû li vê kela Zerzewanê danîbû.”   Piştî hezar û dused û heftê û heşt salan şûn de zarokê pêşîn yê ku li vê kelê welidîbû ez bûm. Diya min digot” Lûsiya xwa te yeksalî bû, Vartanê birayê te sê salî bû em hatin kelê”  û digo ” Piştî du salên me qediya, li vir tu welidî.”

Kela zerzewanê di navbera Kelbajarê Amîda û Kelbajara Mêrdîna qedîm de bû. Keyserê Konstantinopolîsê dema ku ber bi rojhilat ve qêrriyabû û meşiyabû ev kel û kelbajar wek şopa hêrs û linga li dû mabû. Di vê şîpê de gava wî ya dawîn piştî kelbajara Mêrdînê kelbajarê Darayê bû. Ji Deriyê başûrê Amîdayê dema ku mirov daketa li kêleka aşê avê re, di binê birca Rojperestan re mirov xwe digihand perê çemê Tîgrisa Pîroz û nav îrema baxçeyê hewsêr e. û ji wir şûn de mirov dibû rêhêvalê Tîgrisê di Rêya kela Zerzawanê de. Lê di nîvê rê de Tîgris wek çavên wê nebirre wî çiyayê mazî biqelêşe, wek marekî berê xwe dida deştê û pişta xwe dida wan çiya. Rêwiyê rêya zerzewanê piştî ji Tîgrisê biqetiya peyatî bi qasî danekî divê li wan best û baniyan bimeşiya; piştî wan best û baniyan ji nişkave wek rêbirrekî  rê birrîbe li deştê, çiyayên mazî xuya dikir. Geliyekî kûr  û bi vî gelîyê kûr re şiverêyek dikişiya nava çiyayên mazî Û di devê vî gelîyî de çiyayekî bilind wek textê mîra û li ser wî textê mîra Kela Zerzewanê…

Kela Zerzewanê wek dinyayek biçûk û xweşik bû, têrî xwe û têrî hemû kesên ji cî warên xwe hecirîbûn  dikir. Li ser wî textê mîran hezar û du sed mîtro beden bi kevirê zerê mermerî hatibû gerandin. Di nava vê bedenê de perestgehek rojperestan, dêrek veşartî di zinêr de hatibû kolandin û li navarasta kelehê de dêrek duderî, xweşik bi kevirên birrî û neqişkirî hatibû bilindkirin. ji xeynê van perestgehan du embarên avê yê mezin li bakurê rojhilat û  pênce û çar sarincên avê li her derê zerzewanê hatibû kolan. Cebirxane û xanî û xanî… Vê bedena bi kevirê zerê mermerî hatibû lêkirin bi deh birc biçûk û bi du bircên mezin wek hîva devdas xweşik û bedew Kela Zerzevanê ji çav û dilên dexes diparast.

Mala me di navbera cebirxaneya  kelê û dêra mezin da bû. Di nava kela zerzewanê de xaniyê herî mezin me ji xwe re xistibû mal… Ev mala pênc çavîbûn.. xuyabû ku ev xanî di axirzemanekî de yê rêvebirr an sersemerê kelê bû. ji xeynê vî xanî, yên din sê, du an jî yek çavî bû. deriyê xaniyê me li wê dêra duderî dinihêrt. Deriyê her pênc çaviyên xaniyê me li hev vedibûn. Di çaviya eywana xênî  de, kevirekî bi qulp li ser devê sarinca avê ya ku di hundir de  bû. Me ev xaniyê sersemerê pêşîzeman yê kela zerzawanê, dîwarê wê  siwax kiribû… û bi max û hejikên mazî, me ban dabû ser xênî.

Ez pênc salî bûm bavê min ez, Lûsî û Vartan bi hev re birin li dibistana gundê ku pênc kîlometreyan dûrê me bû,  qeyda me lê çêkir. Ji xeynê rojê bi berf û boroz yên zivistanê Pîra Herg  her roj em bi peyatî dibir dibistanê. Di wan rojê bi berf û boroz û xedar de em nediçûn dibistanê. Dema em nêzî dibistanê dibûn dengê zarokên dibistanê  dihatin me digotin: ” Filleyên Zerzewanê wan hatin! Neviyên Herga Fille wan hatin!” Piştî danê dibistanê xelas dibû Pîra Herg em digirt û dianî Zerzewanê. Me hima li mal bi lez û bez  hinek xwarin dixist ber dilê xwe û em bihost bihost li kelê digeriya û me dilîst. Êvaran jî piştî tarî diket erdê, me şîva xwe dixwar û me li mesele û çîrokên pîra Herg guhdar dikir.

Heta neh deh saliya min em tenê li Zerzewanê bûn. Carna jî kesên firar û mahkûm dihatin çend rojan li kelê distrîn û lê dixistin diçûn.

loading...

Bavê min û diya min li kêleka embara avê pêşedînek bi hişkdîwarî ji bo mêşhingivên xwe çêkiribû. Payîzê bavê min hingivê ku derdixist bi du barên hêstirê dibir bajêr û zexîreya me ya bo zivistanê bar dikir û danî. Li jêrî kela zerzewanê çend evleg zevî û çar sed mêwê tiriyê şerawî  danîbûn. Ji xeynê van kar û baran bav û diya min bo ku ava kaniya ku pênc kîlometreyan dûrê kelê bû dîsa bînin kelê du salan xebitî. Coya avê ya ku di kêvir de hatibû kolandin û ji kaniyê dihat û xwe dida ser devê embara avê xetimî bû. Ji embara avê heta serê kaniyê herduyan bi tevir û bêran kola û paqij kirin ew coya avê. Wê sala ku ku me bişînin dibistanê ava kaniyê dîsa xistin coya avê û anîn Zerzawanê. Wê şevê çiqas kêfa me hatibû.. Diya min, bavê min, Dapîra min û em ji kêfa heta derengê şevê me av ji coya avê vexwar û li ser devê embara avê man.Şirrîna avê bû diket embarê û piştî embar tije biba wê îja biketa pênce û çar sarincên avê.

Dapîra min her êvar di ronkayiya çirayê de behsa filitandina xwe ya ji Geliyê Bilûrê dikir. Navê me ji hev dida alî û digo ”  Lû-sî, min nal berepaş li simên hespan xist, bo ku em şopa xwe wenda bikin û ji wî gelîyî bixelisin ”

Digo ”  Var-tan, Geliyê Bilûrê gelîyekî kûr û asê ye mirov ji bo qenciyê jî bi xwe re nabînê ji dûr ve bê wir , lê ji bo xerabiyê ew çiya û geliyên kûr û asê û bi xof dan bin lingên xwe û hatin! Li wir dahla ku, babistîna ku das lê neket nema!”

Digo ” Ar-gros, ew agirê nerindiyê ji xeynê vê bihosta Zerzewanê li her derê dinê dişixule hê û wê heta roja heşirê jî bişixule” dema wisa digo me bi xof wek têjikan xwe dida bin per û baskên Pîra Herg.

Loma Dapîra min digo ” Em ê jî her sibê û her êvaran darçirayên qenciyê li wê dêra xwe ya  di zinêr de hatiye kolan de li pêş xaçê xwe vêxîne”  Pîra Herg her êvar û her sibe wek Rahibekî li pêş em jî li dû, me darçirayên xwe dibir li dêra xwe ya biçûk dadanî û ji duayên Pîra Herg re me digo ” Amen!” û em derdiketin.

Êvarek payîza paşîn bû hîv spîron bû; Filîtê Mirtib û malbata wî bi du hêstir û hespekî barkirî ajot nav kela zerzawanê. Dapîra min destê xwe di serê min re da û go ” Ar-grosê min tu netirsî ez, bav û diya te van diçin hela kî ye ev mêvanê me”  Min, Lûsî û Vartan li ser lengera dêrî hinekî bi tirs li yên me û mevanên kelê dinihêrt.

Dengê dapîra min hat go: ” êra Filît tu yî, xêr e te wek firara vê şevê ajot nav vê kelê”

Filît û malbata xwe buhar, havîn û payizan li dora gundan kon vedigirt û di şahî û dawetên wan de bilûr û erbane lêdixist… Di herema kela zerzewanê de Filîtê mirtib û malbata wî bi nav deng bû..

Filîtê mirtib bi dengekî hêlî û bi ken go : ” Ez im, ez im netirsin Pîra Herg, êra gundiyan ez îsal nehewandim me jî xwe li we girtin û em hatin”

Piştî van gotinan rih bi cuniyên me re hat û em jî ber bi wan ve çû. Me barê Filîtê mitirb danî û me xist mêvanê xwe wê şevê. Fecra sibê lêxist me xwirîniya xwe kir û me çû banek avêt ser xaniyê kêleka mala me bo Filîtê Mitirb û malbata wî. Reşadê lawê wî, xunava jina wî û Xanzaya keça wî digotin

” êra em ê jî êdî her zivistan li vir be. Bêminnet e, av û beriya wî heye û Pîra Herg jî li vir e!”

Wê zivistanê û çar zivistanên din jî Filît û malbata xwe hatin li zerzawanê danî. Kela zerzewanê li ber dilê min şîrîntir bibû êdî bi hatina Xanzayê. Ax Xanza … Ax Xanza… Xanza her ku dibişirî gepên wê dibû du qevdên beybûnên spî, lêvên wê wek gulê dibişkivî, cotek kevok ji çavên wê difirî.

Dapîra min digo ”Xanza wek guda berfê ye, mirov dibê qey ne keça Filîtê mitirbe, ya mîrê vê deştê ye”

Xanzaya mirtib piştî pênc zivistanan hat û li zerzewanê ma êdî  min dixwast demsal her tim zivistan be û Xanza sal duwanzde meh li kela zerzewanê be.Mala mirtiba bi seknê xera dibû, lê dilê min buharê bi çûyîna xanzayê… Cara ewil min li dêra di bin erdê de guşiyek ramûsan ji dêliya lêvên Xanzayê quraftibû… Li vir li ciyê ku lê welidîbûm li  Kela zerzewanê Xanzaya Mirtib çirûska evînê pêxistibû di dilê min de û zivistana sala şeşan  nema hatibû … Loma ez bi Lûsî û Vartan re neçûm Moskovayê…mirov nikare dûr bikeve ji ciyê ku agirê evînê bi dil dikeve… Ez mam, ez mam li kelê heta pênc zivistanan û şalûlê dilê min bibû bengiyê Xanzaya Mirtib .

Lûsî û Vartan piştî zaningeh xelas kirin çû moskovayê cem apê min yên ku em paşê pê hesiyan ku ji Geliyê Bilûrê xelisîbû û xwe avêtibû Moskovayê. Min jî Dermanxane li bajêr vekir û ez çûm bajêr… Lê  pîra Herg, Diya min Marî û Bavê min Mardo dest ji kela zerzawanê nekir, heta koça xwe ya dawîn…

Dapîra min dema ku navê min hildida, navê min ji hev dida alî û digo : Ar-gros… Ar-ros…Ar-gros.

*Ev çîrok di hejmara 4. a Kovara Dilopê de hatiye weşandin.

loading...

Bir Cevap Yazın