"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mehmed Dehsiwar

loading...

Mehmed Dehsiwar di sala 1959ê de li Batmanê çavên xwe ji dinyayê re vekirîye û ta salên 1980ê jî li wir jîyaye. Piştî cûntaya leşkerî derketîye derveyî welêt û li Swêdê bi cî bûye. Wî li vir li Unîversîteya Stockholmê beşa înstîtuya sîyasetmedarîyê û pêwendîyên navneteweyî xwendîye. Niha li daîreyeke wezareta kulturî ya Swêdê kar dike.

Pirtûka wî ya pêşîn a bi navê Çirîskên rizgarîyê di sala 1995ê de di nav weşanên Newrozê de hate weşandin. Heman salê ferhenga bi navê Mizgîn, ferhengoka bi wêna ya zaroken derket. Paşê di kovarên Armanc û Nûdemê de nivîsên wî hatin weşandin. Ji her çar rêzepirtûkên Henning Mankell ku ji bo ciwanan hatibû nivîsîn, sê heb ji teref Dehsiwar ve hatin wergerandin û di nav Weşanên Nûdemê de hatin weşandin. Wî paşê romana Kamûran Solmaz a bi navê Kîraze wergerand kurdî, ew jî li Amedê ji teref Weşanên Ronahî ve hate weşandin. Di sala 2016ê de pirtûka wî ya bi navê Evîna dijwar li Swêd û li Amedê ji teref weşanxaneya Apecê ve hate weşandin

Şopa xeterê romana pêşîn e ku ji rêzeromana sê pirtûkan pêk tê û beşek ji rewşa salên 1980 ta 1990ê bi awayekî kronolojîk û herikbar tîne ber çavan. Tevî vê jî piranîya bûyerên ku di romanê re derbas dibin, ji teref nivîskar ve bi awayekî xeyalî hatine hunandin.  Beşa duyem ku navê wê Çepera giran e di sala 2018ê de dîsa ji teref Apecê ve hate weşandin. Beşa sêyem û ya dawî jî çi bêje ji bo çabê amade ye.

Berhem û wergerên Mehmed Dehsiwar li jêrê hatine rêzkirinê:

  • Çirîskên rizgarîyê (roman); Weşanxaneya Newrozê, 1995, Swêd
  • Mizgîn, ferhengoka kurdî ya bi wêne; Weşanxaneya Newrozê, 1995, Swêd
  • Kûçikê ber bi stêrkekê ve baz da (romana ciwanan); Henning Mankell; wergera ji swêdî, Nûdem, 2001, Swêd.
  • Lawikê ku tevî berfê raza (romana ciwanan); Henning Mankell; wergera ji swêdî, Nûdem, 2002, Swêd.
  • Rêwîtîya ber bi dawîya dinyayê ve (romana ciwanan); Henning Mankell; wergera ji swêdî, Nûdem, 2002, Swêd.
  • Kiraze, Solmaz Kamuran (romana dîrokî); wergera ji tirkî; Ronahî, Amed, 2010.
  • Evîna dijwar (romana dîrokî); Apec, 2016, Swêd; çapa duyem Apec, Amed 2016.
  • Şopa xeterê (roman); Apec, 2017, Swêd.
  • Çepera giran (roman); Apec 2018, Swêd.
loading...

Bir Cevap Yazın