"Enter"a basıp içeriğe geçin

Rewşa zimanê me – Bûbê Eser    

Ez bi xwe li ser rewşa zimanê me ê dayikê hinekî cûda difikirim. Di demên berê de me digot hema bi kurdî binivîsîne çi dibe bila bibe.

loading...

Lê îro rewş guherî ye, êdî xwendevan li berhemên hêja ku tamekê jê bigirin digerin. Loma êdî em nikarin bêjin hema bila bi kurdî be çi dibe bila bibe,

Min xwest hinekî li ser vê bisekinim, Ji ber ku li bakurê kurdistanê tu dezgeheke me ya neteweyî ku ji bona zimên hatibe damezrandin tune ye.

Dema dezgeheke me re ya fermi tune be wê gave her nivîskar li gor xwe dinivîsînin, gelek jê li gor herêma xwe ango devoka xwe dinivîsînin. Ez ne li dij vê me. Lê dive em weke bingeh ji bona xwe Celadet Bedirxan rehber bigirin. Li ser asas û bi karananîna rêzimaniya wî camêrî berhemên xwe biafirînin.

Li ser asasê wê rêzimaniyê mirov dikare binivîsîne û ew nivîs dê di ware gramerê de ya rastir be. Loma jî heta dezgehên me yên fermi çê nebin em ê jî her yek bi devoka bajar an gundê xwe binivîsînin,

Ez vê şaş nabînin heta ev dibe dewlemendiyeke zimanê me. Hevok û bêjeyên gelek deveran ji hev cûda ne. Bi nivîsandineke weha em ê rastî hin bêjeyên nû bibin. Ev aliyekê meselê ye.

Lê kesên bixwazin dikarin karê Enustitiya parîsê bişopînin. Ji ber ku tu dezgehên me yên neteweyî ku li ser zimên kar bike tune ye. Lê ev demeke dûr û dirêj e ku enustitiya parîsê li ser zimên kar dike û ew bûye weke dezgeheke me ya neteweyî û fermi ya ji derveyî welêt.

Ji bilî Enustitiya Parîs hin kesayetî, partî û dezgeh jî karên baş dikin, dive mirov xebatên wan jî bişopîne. Di kar û xebatên wan de jî mirov dikare gelek hêjayiyên li ser zimên bibîne.

Mixabin hIn karên baş jî dikin ew jî zêde belav nabe. Ji ber ku karê ragihandina kurdan qels e. Piraniya rahigandin girêdayî partiyên siyasî ne loma jî ew li gor xwe behsa hin xebatan dikin û li ser wan dinivîsînin ev jî têr nake.

Di vî warî de li gor min Enustutiya Parîsê heta niha karekî beş kirî ye û dike. Komîteyeke wan î li ser zimên kar dikin heye. Û endamên vê komîtê jî hema ji her çar perçên kurdistanê tê de hene. Ez naxwazim zê de li Enustutiyê binivîsînim. Yên bixwazin dikarin wê bişopînin.

Lê min xwest bêjim ku hema hema her roj hin kesan kirine karê xwe û nivîsên têne weşandinê weke zimanzanekî rexne dikin. Yanî xwe weha didin nasîn.

Carekê kesekî li ser Facebookê ji min re nivîsî û got: “Bûbê tu nivîsandina kurdî de qels e û gelekî şaşî û çewtiyên te hene. Mijarên tu dinivîsîne jî ne zêde balkêş in”.

Piştî vê nivîsa wî, me bi rêya telefonê sohbeteke gelekî dirêj kir, Dûre min ji nişkave jê re got:

-Bra gelo te kîjan uniwersîte qedandinye? te li ser zimanê kurdî çiqasî xebat kirî ye? Gelo heta niha çend berhemên te bi kurdî hene?

Bersîva wî pir ecêb bû û ji wê rojê de ye êdî nema wî li ser Facebookê jî dibînim. Bersîva wî weha bû.

loading...

-Min tu mekteb ne xwendiye Tu berhemên min bi kurdî jî tune ne. Min xwe bi xwe gihiştiye û ez dizanim kurdîya te gelekî qels e.

-Baş e gelo tu niha çi karî dike, bi çi mijûl e?

-Ez li bajarê Îzmêrî karkerê înşaeta me. Yanî li ber destê hostayê xanî çê dike kar dikim.

Ez saş mam û min lê vegeran:

-Bra can emeletî ne karekî xerab e. Tu bi wî debara mala xwe dikî. Lê tu nafikire ku min heta niha 10 berhem bi kurdî nivîsîne. Ez ji sala 1986an û virde bi tirkî nanivîsînim û bi kurdan re jî tirkî qise nakim. Hê min axaftina xwe temam nekirî bû. Hema yek ser got, De bi xatirê te

Êdî li ser Facebookê bûye weke adet hinên xwe weke zimanzan rê didin û xwe weke filozofan nişand didin. derketine. Piraniya wan dibistan nexwendine. Lê bikolin hûnê bi xwe jî bibînin

Divê em ji kurdî nivîsandinê sar nebin, her binivîsînin heta ku em jî bûn xwedî dezgeheke neteweyî, Wê gavê dê hemî problemên zimanê me jî weke yên xelkê bê çareser kirin û tekûz kirin.

Loma min xwest êdî divê em berhemên xelk jê hez dikin binivîsînin da ku meraqa wan ya xwendina li ser zimanê kurdî pêk bînin.

Divê em kêf û morala xwe xerab nekin ku hin çi dibêjin û çawa xwe dikin zimanzan bê ku dibistenek xwendibin û berhemek afirandibin,

Ez vê nivîsê ji bona ciwanên me yên kurd ên li bakurê kurdistanê ne weke pêşniyarekê diyarî wan dikim.

Dest bavêjin zimanê xwe, bi wî binivîsîne, biaxife hûn ê bi ser kevin. Zimanê kurdî li vê cîhanê zimanê nehan e. Bi vî zimanê dewlemend û qedîm divê ciwanên me binivîsînin. Xwe ji tirkî û adetên wan, çanda wan, ji zimanê wan dûr bigirin wê serketin ya we tevan be. Serketina kesan bi karanîna zimanê wan dibe.

 

loading...

Bir Cevap Yazın