"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Fehim Işık

Fehim Işık (* 1961 Amed) nivîskarekî kurd e.

loading...

Jiyan

Fehîm Işık di sala 1961’an de li Amedê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navencî û zanîngehê li Amedê temam kir. Di sala 1988’an de Zanîngeha Dîcle, Fakulteya Fen û Edebîyatê, beşa Bîyolojiyê qedand. Demekî kurt li Êlihê mamosteyî kir. Di sala 1989’an de dest bi berpirsîyariya kovara Deng (kovar) kir.

Di destpêka sala 1990’an de ji ber nivîsekî xwe hate darizandin û 4 sal û 2 meh cezayê hepsê dan wî. Nêzî 2 sal di Zîndana Amedê û Bismilê de raza. Piştî ji zindanê derket, rojnamegeriya xwe domand.

Li Amedê demekî berpirsîyariya rojnama Azadî (rojname)yê birêve bir. Herî dawî jî Gerînendeyê Giştî yê rojnameyên Ronahî (rojname) û Hêvî (rojname)yê bû. Ji sala 2002’an heta sala 2009’an endamê desteya rêvebir ya Kurd-Kavê Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî bû. Di sala 2009’a de bi qasî salekî navber da rêveberiya Kurd-Kavê. Di kongreya dûmahî ya Kurd-Kavê de ku di dest pêka sala 2010’an de çêbû, carekî din wekî cîgirê serokê Kurd-Kavê hate hilbijartin.

Berhem

Sê berhemên Fehîm Işikî yên wergêrê hene.

  • “Şairê Efsanevî ya Kurda: Evdalê Zeynikê” yê Ahmet Aras, ji Kurdî wergêrand Tirkî. Lîstikên teatrê yên Cuma Boynukara ya bi navê “Mem ile Zîn” (Mem û Zîn) û “Ateşle Gelen” (bi agirê ve hatî) jî bi navê “Mem û Zîn & Arîn” wergêrand Kurdî.
  • Wergêra wî ya dûmahî lîstika “Yoksun” (belengaz)ya Cuma Boynukara ye. Vê lîstika jî bi navê “Bêpar (lîstik)”, wergêrand kurdî. Her du kitêbên ewil ji alî Weşanên Evrenselê, kitêba dawî jî ji alî Weşanên Lîsê ve hatin çapkirin.

Fehîm Işik xwedî gelek makale û lêkolînên bi kurdî û tirkî ye. Li ser Tevgera 1925’an, Medreseyên Kurdî, ziman û çanda kurdî û hwd. gelek lêkolîn û makaleyên wî di rojname û kovaran de hatine weşandin. Niha di malpera www.ilkehaber.net’ê de bi tirkî, di kovara Tîrojê de jî bi kurdî û tirkî dinivîsîne. Ji bilî vana di Radyoya Yaşamê de jî bi navê Kulturnameyê bernameyeke kurdî çêkir.

loading...