"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Bêrîvan Doskî

Bêrîvan Doskî nivîskareke kurd e.

loading...

Doskî li Duhokê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û navîn li Duhokê xwendiye. Lê zanîngeh li Mûsilê tewaw kiriye. Di sala 1987 an beşa wergera Ingilîzî li Zanîngeha Mûsilê qedand. Di sala 84 an de zewicî û semereya wê zewacê 2 zarok in.

Di sala 1987 tevlî tevgera azadixwaza kurdistanê bûye. Bêrîvan demekê li Rojhilatê Kurdistanê û li Iranê koçber bûye. Paşê di destpêka salên 90 î de çûye londonê û li wir bi cî bûye. Li Londonê jî zanîngeha xwe berdewam kiriye û beşa Wergerê heta master temam kiriye. Bêrîvan li berê ve endamtiya saziyên edebî, civanî, siyasî, û wêjeyî kiriye lê eva qasî 4 sal in ku endama Pena Kurd ya navneteweyî ye. Gelek nivîs û helbestên wê di malperên kurdî de belav bûne. Pirtûkeke wê jî niha di bin çapê de ye.

loading...