"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mehmedê Siloyê Bava

Mehmedê Siloyê BAVA (Babayêv Mamêd Sulêymanovîç) (1920 gundê Araratê, Ermenîstan – 2011 Bakû, Azerbaycan) – sertêkoşerê ji nûva dasekinandina Kurdistana Sor, avakar û serokê rêxistina «Yekbûn» ê, pêşeng û rêberê kurdên Yekîtîya Sovyêt a berê. Ji salên 1940-50 î ji bo parastina maf ê gelê xwe yên sîyasî, cîvakî, aborî, çandî dest bi têkoşînê dike. Di sala 1946-an de li Mehabadê bi serok û mêrxasên kurdan, Qazî Mehemed, M.M.Barzanî re hevdîtina pêk tîne. Di avakirina Komara Mehabadê rola wî jî heye.[1][2]

loading...

Mehmedê Siloyê BAVA (Babayêv Mamêd Sulêymanovîç) wek kesayetek dîrokî navê wî derbazî dîrokê bûye. Sertêkoşerê ji nûva dasekinandina Kurdistana Sor, avakar û serokê rêxistina «Yekbûn» ê, pêşengê kurdên Yektîya Sovyêtê a berê M.S.BAVA weha tê pejirandin û nirxandinê.

Babayêv Mamêd Sulêymanovîç di 20 ê cotmehê sala 1920an de li gundê Araratê li Ermenîstanê ji dayik bûye.

Ji salên 1940-1950 î ji bo parastina maf ê gelê xwe ên sîyasî, cîvakî, aborî, çandî M.S.B. destbi têkoşînê dike.

Dema Yektîya Sovetê de kesî culet nedikir ji netewetîyê behs bike, lê ewî destpêkêde tik û tenha berê xwe dabû dewletê, name rêber û serokên dewletê re dişand (Î. Xûrûşov, L.Brêjnîyêv, Y.Andropov, M.Gorbaçov, Y.Prîmakov, B. Êlcîn, S.A.Tovmasîyan – serokkomar ê Ermenîstanê, A.Elçîbay, A.Mutalîbov, X.Vazîrov, G.Alîyêv – serokkomarên Azerbaycanê……) û hevdîtin pêk dihatin. Ewî bi îsrar hîvî û daxwaz dikir ku sebebên rûxandin a Kurdistana SOR û nefîkirina kurdan (1937-1944) werên zelal kirin, Kurdistana Sor jî ji nûva were ava kirin.

Kurdisyana a Sor a ku 1923- an de li ser erdnîgarîya Kurdistana kevnar û dîrokî de hatibû damezirandin û di sala 1929-an de bê sebeb tê rûxandin. Di sala 1937-a kurdê Kafkazîyayê bi fermana Stalîn bê sebeb, bê qanûn nava 24 seeta de li bin şert mercên giran û dijwar de surgunî Asîya Navîn û Kazaxistanê dikin. Li ser 14 herêm û 110 nehîyan gund-gund, malbet-malbet parevedikin. Mebest helandin a cîvaka kurd bûye. Ev bûyera qirêj mora xwe li çarenûsa M.S.BAVA ji dixe (16-17 salî bûye).

Ji bo ku kurd mafên xwe ên hindabûyî û pêpezkirî dest bînin bizava M.S.Bava di salên 1989-90 î de li paytaxt bajarê Moskovaêda meşa derbazdikin. Di dîroka kurd û Kurdistanê de yekemîn carbû ku kurdê Sovyêtê meş ê da bangî dewletê dibûn dewa dasekinandina mafê xwe dikirin û bi serwêrtîya BABAYÊV daxwaza ji nûva avakirina Kurdistana Sor dikin. Di vê meşêda bi hewla Babayêv ji 9 komaran ên Yektîya Sovyêtê 2000-an zêdetir kurd beşdar dibin.

Dewlet soz dide ku daxwaza kurda bîne cî. Lê desthilatdar ên Yektîya Sovyêtê agahdar dibin ku di navbera hin rewşenbîrên kurda de neqayîlbûn heye. Nîvî bi rêbertîya Babayêv ji bo ji nûva avakirina Kurdistana Sor îsrar dikin, çend rewşenbîr jî hevdu digirin û nama dewletê re dişînin ku Kurdistana SOR naxwazin. Rayedar ê dewletê kurdara radigihînin ku kengê kurd bi giştî bi yek biryarbin wîçaxî ewê daxwaza wan çareserkin. Weha kurd hevdura ziman nikarin bivînin, hemberî hevdu radiwestin. Lê mixabin dem dibuhure.

Di sala 1991 a de Yektîya Sovyetan hilweşya di erdnîgarîya Sovyetêda dewletên nû ên serbixwe pêjda hatin. Bi vî awayî ev armanc û nêta Kurdistana Sor nehat sêrî. Belkî jî tewanbarê vê ew çend rewşenbîrên kurdbûn kijan ku bibûn asteng, pêşerojêda dirokê vê helwest û asbêktê aşkar û zelalke. Dîrokê de tu tişt veşartî namîne. Her buyer tê xuya kirin û nirxandinê.

Di şer û dagirkeriyê de rastî û mirovatî tê kuştin, edalet tê vemirandin..

Di 1992-1993 de tevî Qerebaxa Çîya Kurdistana Sor jî di hêla Ermenîstanê ve tê dagir kirin. Mijara Kurdistan a Sor jî hêdî-hêdî mînanî dewleta kurd a Şeddadîya derbazî arşîva dîrokê dibe.

Pey BABAYÊV re kesî culet nekir ew êstafêta ku wî hildabû heya dawîyê hilbigire.

Babayêv di sala 1946-an de li Mehabadê serok û mêrxasên kurda ra Qazî Mehemed, Mistefa Barzanî re hevdîtina pêk tîne. Di avakirina Komara MEHABAD ê keda wî jî hebû. [3]

Babayêv bi bandora Q.Mehemed û M. Barzanî de wek kesayet û rêberekî kurd têdigêhije.

Ku M.Barzanî tê Sovyêtê (1947-1958) dema ku Ermenîstanê nava kurda de digere wedekî mala Mehmedê Siloyê Bava de dimîne. Babayêv bi Serokê kurdan M. Barzanî ra diçe qebûla serok komarê Ermenîstanê S.A.Tovmasîyan. Serok M.M.Barzanî ji wî hivî dike ku jêra soz bide wekî salê 10-15 law û keçên kurd bê îmtîhan zanîngehada werên qebûlkirin. S.A.Tovmasîyan gilî dide û sozê xwe diqetîne. Bi daxwaz û tekîda M.M.Barzanî Babayêv sazî û rayedarên dewletêra nama dişîne û hivî dike ku sebebê nefîkirina kurda agah kin. Bersîv nastîne lê tên jêra dibêjin careke din karê wehara mijûl nebe, Babayêv li mala xwe de Gênêralê kurd M.M.Barzanî re soz dide ku yê heya dawîya emrê xwe ji bo mafê gelê xwe, ji bo rastîyê yê berxwdanê bike. Berxedaneka weha ne hêsabû gelek cara mala wî digerin, tu zext, zor, astengî, bandor, xeberdartî, dijwarî nikarin wî bidin rawestandin, gellek cara rayedarên dewletê jêra radigihînin ku dest ji kurdayetîyê berde, lê ew vî karê pîroz bi bawerî heya dawîya emrê xwe berdewam dike.

loading...

Babayêv di 1993-ê sale diçe Rojavayê Kurdistanê. Bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û hemû derdodên sîyasî yên kurd re hevdîtinan pêk tîne û tevî hevdîtinên aştîyê dibe, pêşnîyar dike ku PKK ji Turkîyê daxwaza atonomîyê bike, ji Abdula Ocalan jî vê daxwaza Babayêv dipejirîne. Bi wesîla Celal Telebanî Turkîyayêra ev daxwaz tê ragîhandin, lê rayedarên dewletê vê daxwazê qebûl nakin.[4]

Pêşengê kurd Babayêv him jî zanyarbû, li ser beşa malhebûna gundîtîyê endamê ulmîbû (kandîdat nauk s.x.). Ji bo xebata baş çend cara bi xelat û mêdalên tewrebilid ve tê rewa kirin. Hertim xebatê bilid de kar kirîye (Ermenîstan û Azerbaycan). Ew mirovekî xêrxwez û întêrnesîonel bûye. Ewî hertim digot: «Pêwîste mirov kêrî hevdu were, mirovan ra alîkar û xizmetkar be». Ew hertim li gelê xwe re girêdaybû, nav gelda digerya, civîn derbaz dikirin, ji kurd û Kurdistanê gilî vedikir. Cîwanara şadibû, ji mera digot: «Netewa xwe hesbikin, qedirê mirova bigirin, şerm nekin zimanê xweda –bi kurdî biaxifin, pêşerojê hunê gel temsîl bikin, bixûnin, zanebin û gelê xwe nasbikin. Em miletekî mêrxas û dîrokîne». Ewî hertim şîret dida cîwana, bicûkara bicûk mezinara mezinbû, mirovekî gellekî bi sebr û bi hemdbû, tu wext ji xwe dernediket, heya dawîye her kes dibihîst, tu wext ser mirovan de hêrs nedibû. Mirovekî pir xwedênas û zanebû, dixast her kes bi zanebe, serbest û baş bijî. Heyîn û hebûna wî,nefesa wî kurd û Kurdistanbû, bi ruhê xweva gel ra girêdaybû. Ji eskerekî artêşa Yektîya Sovyêtê heya lîdêrekî gel têgêhîşt.

Pêşeng û xêrxwezê gelê kurd Babayêv di 29-ê dêkabrê sala 2011-de li serbajarê komara Azerbaycanê li Bakûyê çûye li ser dilovanîya xwe. Ku tê defn kirin akadêmîk, zanyarê kurd ê navdar birêz Knyaz Mîrzoyêv li ser gora wî him bi zimanê azerbaycanî, him jî bi kurdî diaxife, ramana xwe weha tîne ziman: «Îro em di şexsê Mehmedê Siloyê Bava de miroveki bê hempa, lêgendar (efsanewî) çalakvanekî azayê mirovekî maqûl, şareza, xizmetkarekî mirovahîyê verêdikin dunya heq. Ew gelê xwera, her kesîra sembol mayak, mînak bû. Jîyana xwe çarenûsa netewa xwera girê dabû. Heya dawîyê gelê xwera kar û xizmet kir. Ez bi şanazî dîyar dikim wek kesayetek têgêhîştina minda bandorekî girîng û balkêş a Mehmedê Siloyê BAVA li ser min heye. Ew mêrxasekî mirovahîyê, azayê bû, dîroka wî gelê wî bû. Her kes hewil dide ku bişibe Babayêv. Ji mirovahîyê ku em difikirin ew tê bîra me. Dereqa wîda kilam hatine sêwirandinê (“Ya ku te kir kesî nekir Mehmedê Siloyê BAVA”). Ew him jî sembola dostanîyêbû, dostî û biratîya gelan dixwast. Em gellek tişt ji wî hînbûn. Hesret a yekbûnê, azaya gel û welêt di dilê wîda ma. Navê wî bi tîpên zêrînva di dîroka welêt de yê bê nîvsarê. Wî nifşek hîşt çû, nifşên hatî yê rêça wîda bimeşin… Ew hêjayî nirxandinêye».

Pey K.Îbrahîm re sernîvîsar (redaktor) û xwedanê rojnama «Dîplomat» ê rojnemavan Tahir Silêman weha diaxife: «Mirov çi ku dibîne pêwîste wê jî bêje. Ez 1988-ê salê li Kazakistanê bûm xeber hat ku Mehmedê Siloyê Bava bangi kurda kirîye ku li bajarê Moskva beştarî meşêbin. Cara ewlîn min ew li Moskova meşêda dît. Bi hezaranva mirov berav bibûn meşê bi coşeke mezin û bi hestek usa ji kurd û Kurdistanê axifî hundirê mirovada hestên waletparêzîyê û kurdayetîyê pêşda dihat. Gellek mirovan qe nizanbûn kurd û Kurdistan çiye. Welatparêzî û kurdayetîyê ji wî hînbûn. Geleka ew naskirinê şûnda dibûne welatparêz. Ewî pir ked da gelê xwe, emekê wî pire, piştgirî û alîkarîya her kesî dikir. Hewil dida gelê wî hertim pêşda here, em tu wext wî ji bîr nakin . MIROV HEYE JI MALÊ DIÇE, MIROV JÎ HEYE JI ÊLÊ DIÇE. Mehmedê Siloyê Bava ji elê çû…».

Navê M.S.Bava ji bo kurdên Yektîya Sovyetê bibû sembol a berxwedana kurdayetî û walatparêzîyê, kurd hemû bi wîra şadibûn û bawer dikirin,ew wek xayî xwedan û parestvanekî netew ditîtin

Kurdên Sovyêtê welatparêzîyê, kurdayetîyê, biratîyê, dostanîyê, rûmetê, serbestîyê,dîrokê, berxwedanê, jîyanê ji Babayêv hîndibûn. Emel û kirinên mirovan ên qenc mirova hertim zindî û jîndar dike. Mirov gorî keda xwe a menewî dijîn.

Mirovên bextewar û dahî-berz ew kesin ku bi emelên xweva qelbê mirovanda diêwirin û têne bîranînê de.

Navê Mehmedê Siloyê Bava wek sertêkoşerê ji nûva avakirina Kurdistana Sor, pêşeng û rêberê kurdên Yektîya Sovyêtê di dîroka kurd û Kurdistanê de bi tîpên zêrînva yê bê mor kirin. Kesayyetên wek Babayêv nemirin.

Dereq Babayêv gelek gotar, hevpeyvîn, pirtûk hatîye nîvsarê [5] û kilam hatîye sêwirandinê (Mecîdê S.) û helbest hatine nivîsarê.[6][7]

Gotinên Babayêv:

«Gulla ku bere gel ê min didin, bila ya ewlîn li singê min keve». Mehmedê Siloyê Bava (Mamêd S. Babayêv).[8]

  1.  http://basnews.com/index.php/kr/reports/321009
  2.  Mehebad Kürt Cumhuriyeti, 1946, William Aegleton, Türkcesî M.E. Bozarslan, 1976, s.238.
  3.  Mehebad Kürt Cumhuriyeti, 1946, William Aegleton, Türkcesî M.E. Bozarslan, 1976, s.238.
  4.  Rêya jîyanê, Hesenê Hecîsilêman, 2009, Almata, Kazaxistan, s.92
  5.  Дорога жизни, Гасане Хаджисулейман, 2009, Алматы, Казахстан (Rêya jîyanê, Hesenê Hecîsilêman, 2009, Almata, Kazaxistan).
  6.  http://hertist.com/1448/mehmede-siloye-bava-babayev-mamed-suleymanovic-ki-ye-kiye
  7.  http://krd.riataza.com/2017/01/07/sertekosere-kurdistana-sor/
  8.  Nûbar, № 1 (8-9), sal 2007, Almata, Kazaxistan, s. 21.
loading...