"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Cuwan Batû

Cuwan Batû, li gundê Şêxê Reş, Şirnexê, bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Wî xwendina xwe ya tibbê (tendûrûstiyê) li Bulgaristanê tewa kiriye û piştre ew hatiye Swêd. Dr. Cuwan Batû li Swêdê pisportiya doktortiyê, beşê psîkiyatrî tewa kiriye. Niha wî, weke doktorê pispor, ciheke xwe yê doktoriyê li Stokholmê vekiriye û ew serbest kar dike.

loading...

Berhemek (lêkolînek zanistî) wî bi swêdî di derbarê nexweşiyên mejî, taybetî yên jibîrkirinê (demens) heye.

Dr. Cuwan Batû, salên 1996-98-an de kovara “Rojbaş” derxistiye. Niha wê kovarê weke Rojbash online derdixe. Gelek nivîsên wî di kovar û rojnameyên kurdî derketine.

Pirtûka wî ya ewil bi kurdî, bi navê “Şûjin” sala 2000-an de ji aliyê çapxaneya kurdî ya APEC li Swêd derketiye. 16 kurteçîrokên wek fabel di nava vê pirtûka wî Şûjin de hatine civandin. Pirtûka duwem, bi navê “Xeta Sor” sala 2007-an, ji aliyê çapxaneya Doz li Stenbolê derketiye.

Dr. Cuwan Batû endamê “America-Kurdistan Friendship League, AKFL”- ê ye

loading...