"Enter"a basıp içeriğe geçin

Giuseppe Corte – Ülkü Bingöl

Erdnigariyek nexweş û ew  nivîsa li ser deriyê jûra Giuseppe Corte

loading...

Çarê Ûris Nîkolayê Yekemîn di sala 1853’an de ji bo dewleta Osmanî ev gotina dîrokî gotibû : Di dest me de zilamek yê nexweşê giran heye.

Îja gelo ev gotin ji bo dewleta osmanî an erdnigariya ku wê demê Osmanî li ser desthilatdarbû hatiye gotin?

Jİ ber ku niha erdnigariya ku em behs dikin hê jî nexweş e!

Sê cureyên nexweşan hene. Cureya yekemîn realîst e. Ev cure nexweşiya xwe qebûl dike û hewl dide ku ji vê nexweşiyê xelas bibe. Cureya duyemîn nexweşê nexweşiyê ye. Ev cure li nexweşiyê digere.

Ya sêyemîn nexweşiya xwe qebûl nake heta bikeve ber sekeratê.

Çîrokek Dîno Buzzatî ya bi navê ‘’ Heft qat ‘’ vî nexweşê ku nexweşiya qebûl nake her tim tîne bîra min.

Lehengê çîrokê Giuseppe Corte bi tayekî dikeve. Piştî hinek lêkolînê hÎn dibe ku bes bo vê nexweşiyê nexweşxaneyek li bajarokekî heye. Corte, bi rêwitiya rojek ya ku bi trênê  digihê vê nexweşxaneyê. Piştî tahlîlan Corte radikin qata heftan. Corte wê roje ji hemşîreya ku bi wî re aleqedere di derbarê nexweşxaneyê de hinek agahîyan digrê. Li gor van agahiyan nexweşî li qata şeşan dest pê dike û nexweş, li gor giraniya nexweşiyê ber bi qatên jêr ve diçin. Û li ber serê nexweşên qata yekemîn edî keşe(papaz) nobedar e.

Li ser van agahiyan dilê Corte fireh dibe ku ew li qata heftemîn e. Ev kêf her çi qas Corte nepejirînî  jî zêde naajo û hêdî hêdî wî dadixînin jêr.. ji ber ku corte nexweşe her çiqas ew qebûl neke jî…

‘’ ……………. pêvajoya xerabûyîna şaneyan’’

Dema ku Corte, ev gotina bêyom  ji bijîjkê qata şeşan bihîst, hê jî difikirî ku  neheqî lêhatîye kirin û divê ew li qata heftan ba.

Bi vê fikra qata heftan dema ew daxistin qata sêyemîn, çawa bi hêrs ev risteya wek makezagonekê li kartonekî dinivîsand û li deriyê jûra xwe dadiliqand : ‘’Giuseppe Corte, nexweşê qata sêyemîn, jûra demî’’

Pêvajoya xerabûyîna şaneyan domand heta qata yekemîn û heta perdeya tariyê bi ser Giuseppe Corte ve hate kişandin.

Piştî bi sed hezaran mirin, koçberî û karesatên vê nexweşiyê, gelo di vê xaçerêka dîrokî de rojhilata navîn dê karibê vê nexweşiyê êdî qebûl bike?

Heta ku perdeya tariyê ya ku li qatê yekemîn bi ser vê erdnigariya nexweş ve nehatî kişandin divê qebûl bike nexweşe…

loading...

Ji ber ku nexweşiya pevajoya xerabûyîna şaneyan didome û dermanê vê nexweşiyê, ji bo her bihostên vê erdnigariyê DEMOKRASÎ û ji bo her kes î AZADÎ ye…

 

 

 

loading...