"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mihemed Cemîlê Seyda

Mihemedê Cemîlê Seyda danerê Ferhenga Jîn e.

loading...

Mihemedê Cemîlê Seyda di sala 1918 de li navçeya Licê ya Diyarbekir ji diya xwe bûye. Bavê wî Cemilê Seyda yek ji leşker û lehengê şoreşa Şêx Seîdê Pîran e.

Mihemed kurê Cemîl e. Cemîl kurê Mihemed Hadî (Seydayê Licî) ye. Mihemed Hadî kurê Sebxetullah e. Ew jî kurê Resûl Paşayê Sorî yê Rewandizê ye û birayê Kor Mihemed mîrê Soran e.

Piştî şikestina Şoreşa Şêx Seîd, Mihemed û her du birayên wî yên mezin Evdilbarî û Evdilqudûs digel dayka wan û pênc sed malên zaza ve ji Licê tînin nav Amedê, ku di rê de gelekê zarokan ji ber sermayê dimirin. Wê koça mezin xistine Mizgefta Hz. Silêman. Pişt re wan surgunî bajarê Nîgdeyê kirine. Sê sal ew li wê dûrgehê mane. Di sala 1928an de efû derketiye. Piştî vê fermanê malbata Mihemedê Cemîlê Seyda bi koçberî diçe Kurdistan Sûriyê. Her du birayên Mihemed îlma olî xwendine û bûne mele. Cemîlê Seyda kurê xwe Mihemed şandiye dibistana Şamê û ew spartiye Celadet Alî Bedirxan da ku dibistana fransî bixwîne. Mihemed li bin nihêrîn û şiyariya mamostayê hêja û serbilind, hozan Celadet Alî Bedirxan ku alaya ziman-rêziman û toreya Kurdî bi xurtî hildabû, dixwend û li mala Mîr razaye; zanîn û torevaniya Kurdî ji Mîr Celadet hîn bûye.

Di sala 1930an de firansizan libatên civata XOYBÛNê li bajarê Şamê dane îskankirin. Libatên civatê ev kes bûn: Celadet Alî Bedirxan, Kamîran Elî Bedirxan, Qedrî Cemîl Paşa, Ekrem Cemîl Paşa, Mîqdat Beg, Bedrî Beg, Muhemed Beg, Dr. Memduh Selîm, Dr. Ehmed Nafîz, Nûredîn Zaza, Bozan Beg, Şahîn, Mistefa Beg (Hirço), Hemze Beg, Şewket Beg, Osman Sebrî, Qedrî Can û Haco Axa digel kurên xwe Hesen Haco, Çaçan Haco, Yûsif Haco, Cemîl Haco, Muhemed Şerîf Haco, Ekrem Haco û Behram Haco.

Mihemed Cemîl Seyda di demeke girîng û giran de di nav box û beranên şoreşa kurdî de maye. Di nav hozan û torevan û konevanên neteweya kurd de jiyaye. Mihemed ta sala 1939an li Şamê li nik Celadet Elî Bedirxan li dibistanê xendina fransî û erebî berdewam kiriye. Tore, dîrok, ziman û rêzimanê kurdî û çi serpêhatî û babetên kurdî hene ew li ber destê Mîr Celadet fêrî bûye.

Mihemedê Cemîlê Seyda 9 sal dibistan xwendiye. Di sala 1939an de dîplomaya fransî stendiye. Di Cenga Cîhanê ya duyem de tevayî dibistanên fransî hatine girtin. Di sala 1940î de Mihemed hatiye Cizîra Binxetê û ji ber ku nivîsandin û xwendina kurdî bi tîpên erebî bû, wî dest bi arîkariya xort û xwendevanên kurd kiriye.

Mihemedê Cemîlê Seyda pirr dil hebûye bo xwendina bilind biçe Ewropayê lê mixabin hejarî û xizaniyê vê riyê li ber wî girtiye, digel vî qasî dîsa jî karê wî her xwendin û nvîsandin bûye. Di sala 1962an de Dewleta Sûriyê hin pirtûk û helbestên wî şewitandine û wî xistine zindanê. Dû re, wî surgunî Siwêda kir. Di sala 1964an de dîsa vegeriyaye Cizîrê û dest bi daneriya Ferhenga Jîn kiriye ku heta bi sala 1987an berdewam çap kiriye.

loading...

Bir Cevap Yazın