"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mahmut Aydin

Mahmut Aydin nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî ye. Aydin di sala 01.01.1967 de li Gundê Şêxo (mezraya Gundê Avakor) ku li ser navçeya Tatosa Erziromê ye, ji dayik bûye. Wî li gundê xwe dibistana seretayî qedandiye. Dû re dibistana navendî (Tatos), lise (Erzirom) û Zankoya Dokuz Eylûl/Fakulteya Perwerdeyê ya Bucayê, beşa Mamostetiya Erdnîgariyê (Izmir-TR) qedand.

loading...

Mahmut Aydin ji sala 1994 vir de li Almanyayê dijî û ew ji sala 2001 vir de hemwelatê Almanya ya Federal e. Aydin Ji sala 1998 vir de jî mamostetiya zimanê dayîkê dike. Ew bi karên perwerdeyê re mijûl e. Ji bo ku zarokên Kurd zimanê xwe hîn bibin, wî du pirtûkên dersê ji bo polên 1. û 2. amade kirine û li ser berhemên nû xebata xwe dimeşîne. Ji bilî karên perwerdeyê, ew helbestan jî dinivîse. Gelek helbestên wî di malperên internetê û kovarên wêjeyî de hatine weşandin.

loading...

Bir Cevap Yazın