"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Mîna

Mîna navê helbestvanekî (şair) kurd e.

loading...

Jiyana wî

Em nizanin ev şairê han kî ye nave wî çiye û xelkê ku ye…Heta niha ti dîrokvanî, nave wî jî wek yê Macin û Sadiq nenivîsiye, belkî helbesten wî jî nedîtiye. Van helbestên han jî min ji wê keşkula bi destnivîs wergirtiye. Wisa tê xwiyakirin ku ev şairê han Kurd e, Mîna leqeba wî ye û ve leqebê di dawiya helbestên xwe de nivîsiye. Dibe ku hevçaxê Melayê Bateyî bûye, lê ne dûr e ku hevçaxê Ehmedê Xanî, yan Melayê Cizîrî û yê Feqiyê Teyran jî be. Çimkî di navbera nivîsandina wê destnivîsê (1181’e h.) û mirina Ehmedê Xanî de 61 sal hene.

Xanî di sala 1119’ê h. de koça dawî kiriye. Her wiha ne dûr e ku Macin, Sadiq û Mensur jî hevçaxên Mîna, Bateyî û Xanî bin yan jî berî wan bin. Her çend Xanî navê wan di Mem û Zînê de neaniye, lê neanîna navê wan di Mem û Zînê de wek yê Bateyî, wisa dide xwiyakirin ku evên han ne berî Xanî bûne, yan jî hevçaxê wî bûne lê wexta Mem û Zîn nivîsandiye, ew ne bi nav û deng bûne. Di dawiyê de em digihîjin wê qenaetê ku di sedê 10 û 11 ‘ê hicrî de, hûnandina helbestan bi zimanê Kurdî belav bûye. Di Kurdistanê de bi lehca Kurmancî gelek şairen Kurdan helbest nivîsandine, her çi qas gelek helbesten wan wenda bûne jî. Wekî Mîna, Macin, Mensur û Sadiq; helbestên van her çar şairan baştirîn belge ne ku evên han gelek şairên bilind bûne.

Helbesteke Mîna

Metle’ê wechêt hebîba min şefeq jê hate der
Rewneqî da Kohe Qaf alem munewwer bû ji ber
Her kesê wê sa’etê vêran bi dil bikra nezer
Damujêtin têk wucûda wî ji pa ta firqê ser
Lew me dayî îltîfat paşî me jî kirbû hezer
Lew me jî kirbû hezer tirsam bisojit ew bi hal
Ew tecellaya cemala sureta pir xet û xal
Yan ji ber narê fîraqa dilberê be’del wîsal
Lew newêram ez bibînim dilbera şox û şepal
Man ji bo min hesret û nalîn û efxan û keser
Sed keser min jê di dil nalîn ji ber tên bêhisab
Lew ji ber narê evinê cerg û mêlak bûn kebab
Qet nema bêtin ji sîna xebxebê yek qetre ab
Yan ji hewza gerdena zer bêne seyla bê hubab
Bêne ser narê dilê min da nesojitin ceger
Min ceger da sotinê çibkim ku min nayêt ji dest
Lew ku serxoş im ji cama şerbetê roja “eleşt”
Hate seyra qametê ilan ji xemrê bûn di mest
Çûme seyrê ebleqan wan ejderan qelbê me gest
Dil reva bir dilberê dîsa ji min wextê seher
Lew seher dil bir ji min bêhed ve min rabû evîn
Zahirê xeşm û xezeb bû batinê hubb û kenîn
Kes nebû alim bi sirra me li ser rûye zemîn
Lew ku min “Qal û Bela” muhbet viwera bû nihîn
Her ji tesnîfê cemalê sed kitab in min jiber
Min jiber ilmê cemal e lew dibêjim nukteyan
Min wucûd têk ilmêhal e pir ji qewl û sî’xeyan
Sifheya lê “Sad” û “Dal”e merkezêt wan noqteyan
Min dikir bêhed mutale fesi û babêt xemzeyan
Lew mudam her dil bi nal e muhbetê dil kir bi ker
Muhbetê dil mubtela kir mamê bê dil ez xerîb
Agirê eşqê bîna kir pêtiyan da dil ecîb
Eql û me’rîfet reha kir lem’eya husna hebîb
Dîlberê cewr û cefa kir lew bi min xoş in reqîb
Heq bi hubbê dil cela kir lew me dil mesrur e her
Lew me dil mesrûrî hal e daîmen jê têt xûroş
Nazika gerden şemal e hate metle’ê perdepoş
Wê li ser destê piyale gote min wer mey binoş
Ew meya mexmûr e al e min vexwar ex çûm ji hûş
Lew dilê te sed melal e geh cehîm e geh seqer
Ew dilê şubhet cehîme daîmen coşen kelîn
Xemzeyêt yara qedîme sed xedenk lêdan nihîn
Lew mudam ez pir girî me min qewî têşin birin
Eqrebêt ser helqê “Mîm”e deq li xalêt filfilîn
Xemriyên ‘enber şemîm e gerdena zer rehguzer
Gerdena zer rehguzar e rebuwara xemrîyan
Şetrî yû belg û guhar e hem refîqêt rîşîyan
Têk û vêk dan hatine xare silsilên lêk aliyan
Sunbulan girtin kenare sef vebestin ef’iyan
Ser milan her lê bihar e kesk û şîn û sor û zer
Kesk û şin û sor û zer tên rîşî yû belg û guhar
Cebhetên sunbul veser tên şubhê cûkanan di xwar
Ew tigel xalan veşer tên ef’iyan girtin kenar
Ce’deyen eswed di ber tên têk ji bala têne xar
Daîmen weqtê seher tên yan kî yan tir jâ bi per
Yan kî yan tîr jê dibarin têne qelban rast û çep
Cumle serpeykan ji nar in pir bi êşan in ‘eceb
Wan kemankêş aşikar in Turk û Gurcîn û Ereb
Aşiqan kohvan diyar in lew dinalin bê edeb
Ew elem nayên veşarîn ger ji ‘eynan bêt eser
Pir eser kir wan ‘iyûnan lew zeîf û zer kirim
Ma bi şemşîrê fîraqê kuştim û ker ker kirim
Ez ti çara hicr û hermana evinê werkirim
Bê dil û sem’ û beser hêlam û çû ebter kirim
Mam di tora dûriyê werbûm neşêm jê biçme der
Ez neşêm xelq û reha bim lew qewî heyran im ez
Bendê şeb rengin dihum kuştiyê ‘eynan im ez
Ma di medhêt wan sifatan bilbilê xoşxan im ez
Serxoş û mest û xirab û be ser û saman im ez
Dîlbera ebrû-keman dil daye ber tîra Qecer
Min nema dil ya Îlahî her Tu min rizgar bikî
Min ji bada eşq û şewqê serxoş û hûşyar bikî
Min fedayî xakî paya Ehmedê muxtar bikî
Hem di nîva asîtana Mistefa m’şarda bikî
Da ku Mîna şubhê qemtîrê bibête xakî der

Çavkanî

  • Şaîrên Klasîk ên Kurd ( Abdulreqîb Yûsuf )–Ji Weşanên Jîna Nû
loading...

Bir Cevap Yazın