Dr. Nesrîn Fexrî, li 27ê Qanuna Yekem 1937ê li taxa Sabunkeran li bajêrê Silêmanî ji dayîk bû. Malbata wê malbatek rewşenbîr û Kurdperwer bû. Bavê Nesrînê di artêşa Iraqê de efser bû. Ji ber vê yekê jî piranîya bajêrên Kurdistanê û Iraqê digerîyan. Nesrînê li Kerkûkê, li Hewlêrê û li Bexdayê piranîya qonaxên xwandina xwe tewawkir û di sala 1959 de bakaloryasa xwe bi pileya şeref li ser ziman û wêjeya Erebî li Zankoya Bexda ji beşê wêjeyî bidest anî.
Nesrîn Fexrî, di naverasta salên şestan a sedsala bîstan de ji bo berwamkirana xwendina xwe çû ji bo Yêkîtîya Sovyetê û li bajêrê Bakûyê dest bi xwendina xwe kir. Her çiqas li Zankoya Bexdayê bakaloryosa wê li ser ziman û wêjeya Erebî bû, wê doktora xwe li ser „Ferman di herdu şêwezarê Kurmancîya Jêrê û Jorê de“ kir û serketî bû. Ev yekem car bû kesekî li ser vê babetê doktora bi dest anî.
Dr. Nesrîn Fexrî xwedana 40 berhemên çapkirî û destnivîsên ne çapkirîye. Wê 11 pirtûk bi zimanê Kurdî çapkir. 12 pirtûkên wê bi Kurdî destnivîsin hêj nehatine çapkirin. Wê 10 pirtûk jî bi zimanê Erebî çapkir û 3 pirtûkên wê jî hêj nehatine çapkirin. Ji bilî van berheman Dr. Nesrîn Fexrî 4 dîwanê helbestan jî çapkirîye. Dr. Nesrîn Fexrî, sedan gotar û lekolînên zanistî di rojname û kovarên Kurdî û Erebî de weşandîye . Dîsan Dr. Nesrîn Fexrî, wekî rewşenbîreka Kurd dewreke mezin wekî damêzrêner di avakirina Kora Zanyarîya Kurd û YêkîtîyaNivîskarên Kurd de lîst. Ew endama damêzrêner a van herdu sazîyan bû. Dr. Nesrîn endama lijneya danana pirtûk û bernameyên xwendinê li Wezareta Perwerde bû. Wê demekê jî di radyoya Kurdî û Erebî de kar kir û dewsa wê wê demê gellek dîyar bû.
Dr. Nesrîn Fexrî, li roja 11.10.2018 li bajêrê Silêmanî koça dawîyê kir û li goristana Girdî Seywan, li kêleka nemiran li xak hate spartin.