"Enter"a basıp içeriğe geçin

DANASÎN Û ANALÎZ – Lokman Polat

Dema mirov pirtûkek dixwîne, heger pirtûk xweşa mirov biçe, mirov dixwaze gelek kesên din jî wê pirtûkê bixwînin. Kesên ku li ser pirtûkan nivîsên danasînê dinivîsin, dixwazin pirtûkan bi xwendevanan bidin nasîn û wan teşwîqê xwendina wan pirtûkan bikin.

loading...

Wek gelek nivîskarên ku pirtûkan dinirxînin û wan bi xwendevanan didin nasînê, ez jî dema pirtûkek dixwînim û diecibînim, dixwazim hest û nêrînên xwe yên derbarê pirtûkê bi xwendevanan re parve bikim.

Her çiqas ez bi piranî li ser pirtûkên kurdî dinivîsim jî, carna li ser pirtûkên ku bi zimanên din derketine, dinivîsim û wan bi xwendevanan didim nasînê. Min pirtûkên Coelho, Amîn Maulof, Yaşar Kemal, Ahmed Altan û herweha hinek nivîskarên din, xwend û li ser berhemên wan nivîsî.

Min li ser gelek pirtûkên kurdî nivîsên “danasîna pirtûkan” nivîsiye. Nivîsên danasînê û analîz newekhev in. Danasîn tiştek e, analîz tişteke din e. Di nivîsên danasîna pirtûkan de, nabe ku mirov pirtûkê bi berfirehî binirxîne, anku analîz bike. Danasîn înformatîf e, yanî di derbarê pirtûkê de agahdarî dayîn e. Nivîsên danasînê bi piranî kurtenivîs in. Nivîsên nirxandinê –analîz- dirêj in, berfireh in, piralî ne.

Di danasîna pirtûkan de, mirov di derbarê pirtûkê de hinek agahdarî dide, bi kurtahî behsa naverokê dike û bala xwendevanan dikşîne ser pirtûkê ku ew wê pirtûkê bikirin û bixwînin. Di danasîna pirtûkê de, navê pirtûkê çiye, pirtûk ji alî kîjan weşanxane ve hatiye weşandin, liku derketiye, çend rûpel e, nivîskarê pirtûkê kîye, pirtûk çiye; roman e, kurteçîrok e, helbest e, şano ye, pirtûka lêkolînê ye? Û hwd. Tema pirtûkê li ser çiye û mirov bi kurtahî behsa teknîk, ziman û naveroka pirtûkê dike, wê şîrove dike û dîtinên xwe pêşkêşê xwendevanan dike.

Di nivîsên danasîna pirtûkan de, nabe ku mirov bi berfirehî şaşî û kêmaniyên pirtûkê bibêje û rexne bigre. Lê, di nivîsên nirxandinê –analîzê- de mirov dikare rexne li pirtûkê bigre, şaşî û kêmaniyên pirtûkê û hêla wê ya qels û ya serketî bîne zimên.

Li ser nivîsên min ên danasîna pirtûkan, ji alî xwendevanan ve reaksiyoneke du alî pêk hat. Ev reaksiyona wan bu sedem ku min vê nivîsê nivisî.

Hinek xwendevan ji bo ku nivîsên danasîn û analîzê tevlîhev dikin, dibêjin ”Çima di nivîsê de rexne tune.” Yan jî ”Te çima di nivîsa xwe de bi kûrahî û berfirehî pirtûkê nenirxandiye?” Ev alîkî reaksiyana wan e. Ji alî din ve, hinek dibêjin ”Çima tu li ser her pirtûkê dinivîsî?” Yan jî ”Çima te li ser pirtûka filankesî nivîsiye? Çima te rexne lê negirtiye? Çima te pesnê filan nivîskar û berhema wî daye? Û hwd.

Bi min, di nivîsên danasîna pirtûkan de nabe ku mirov rexnan li du hev rêz bike. Loma jî ez di nivîsên danasîna pirtûkan de rexne nanivîsim. Lêbelê heger hebe şaşî û kêmanîyê wê tînim zimên. Ez ne li ser hemû pirtûkan, lê min li ser gelek pirtûkan nivîsên danasînê nivîsiye. Ji ber ku kesên din –tek, tûk netêde- li ser pirtûkan nanivîsin û ez tim dinivîsim, nivîsên min dikevin ber çavan, bal dikşînin. Heger kesên din li ser pirtûkan binivîsin, ji xwe ez ê ewqas nenivîsim. Lê, helbet car heye, kesek li ser pirtûkek dinivîse û ew nivîs ji bo min têr nayê, yan jî hinek pirtûk hene ku, ez dixwînim, diecibînim û dixwazim xwendevanên din jî vê pirtûkê bixwînin, loma ez li ser pirtûkê nivîseke danasînê dinivîsim ku bala xwendevanan bidim ser pirtûkê.

Hinek kesên ku li hember nivîskarekî hesûd in, loma dibêjin ”Çima tu li ser pirtûka filankesî dinivîsî?” Ez mirovekî bi heş û mejiyê xwe, bi hest û ruhê xwe, bi hal û hareketê xwe, bi helwesta xwe azad im. Keyfa min çi bixwaze, ez ê wê binivîsim. Ez bi emir, ferman û talîmatan nivîs nanivîsim. Ji xwe heqê tu kesî tune ku ji yekê re bibêje li ser vî tiştî binivîse û li ser vê tiştê nenivîse.

Ez îdîa nakim ku hemû nivîsên min bi tevahî baş in, bi rêk û pêk in. Yên ku nivîsên min naecibînin, bila ew bi xwe hîn baştir binivîsin. Yên ku di nivîsên min de rexne nabînin, bila ew bi xwe nivîsên rexneyî binivîsin ku ez jî bixwînim û jê siûdê werbigrim.

loading...