"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Walî Bedelpûr

Walî Bedelpûr di roja 27ê sibata 1988an de li bajaroka Nûşîn Şehir a bajarê Ûrmiyeyê ji dayîk bûye[1]. Helbestvanekî kurd e û bi terza kilasîk bi zimanê kurdî helbestan dinivîse[2].

loading...

Zêdetir ji 100 helbest heya niha nivîsîne û pirtûka helbestên wî amadeyî çapê ye. Zêde helbestên evîndarî dibêje lê di helbestên wî de xweza, welat û netewe, civak û malbatê jî cihek taybet hene[3].

Walî ji bilî helbestan, Nermalav û Appên telefonan jî çê dike û heya niha çend Appên kurdî jî çêkirine, wekî Telegrama Kurdî, Nermalava Rojhejmêra Kurdî, Nermalava Kaniya Helbestan, Leyîstoka Ew çi ye?, Stranên Kurmancî û hwd[4].

Pirtûkên wî

  1. Kaniya Pêncçavî (Çapbûyî – Weşanên Sîtav 2019))
  2. Rêya Evînê

Bernameyên wî

  1. Kaniya Helbestan
  2. Rojhejmêra Kurdî
  3. Telegrama Kurdî
  4. Language Station
  5. Ew çi ye?
  6. Stranên Kurmancî

Çavkanî

  1.  http://krd.riataza.com/2018/06/06/endamen-kaniya-penccavi-wali-bedelpur/
loading...