"Enter"a basıp içeriğe geçin

Zûgotinokên Kurdî – (Qinikên Kurdî)

Fêsê fêsasê

loading...

bê dînê bê kirasê

heqlîn deqlîn çerik çumul

bisk û umil lolê yasîn gurçik

*  *  *

Derziya min qul,

derziya te qul

Derziya min di qula

Derziya te de.

*   *   *

Suwar bû kerê

Çû bêderê

Avê vexwar

Neda kerê

*  *  *

loading...

Dar û de

Mişk û maran

Arvanê karan

************

Çivîkê kir çîwçîw nav lê kirin çûk

Kir çîweçîw çivîk im got çima kirin çûk.

*  *  *

Şîv kundir,

paşîv kundir,

ez a rinttir

naxwim kundir

*  *  *

Rovî li rê livî,

rê li rovî livî.

*  *  *

Şemo şemo,

sê sêşeman,

sê şo sabûn şabaş daye.

*   *  *

O mo mushkula

loading...

ket bêrîka Evdila

Evdila birê Fatê

keçik anî civatê

keçik bîst û sisê bû

ser kanîka bilqê bû

hotik motik shivana lotik.

************************

Ez çûm mala Xalê Mele Remezan

Min go mala Xalê Mele Remezan

Ka mera mala Xalê Mele Remezan?

      -sê caran tê dubarekirinê- 

* * *

Guvîj û vîjik di kevçî de

Min guvîj xwar vîjik ma kevçî de”

     – sê caran tê dubarekirinê-

* * *

Çîrokê vîrvîrokê

Rûnê rokê

Berda cokê

Co miçiqî

Rûn biriqî

Golika salê

Li garanê

Şengo mengo

Mi çiqas xweş go
* * *

Heft zîp û heft rîp

* * *

Heft ser re û heft ber re

Û heft jî ji xwe û me re

Hê nû here milek giya bîne

Ji ker û golikê xwe re

*********************

Kurm qurm qul kir.

Heft teşt mist nîsk.

Rûvî li rê zivirî, rê li rûvî zivirî.

Pişk û mişkê di kolê de.

Min pişk xwar û mişk ma tê de.

Min tiliya xwe da qijikê, got “qij”. Qijikê berê xwe da min, min got “qij”.

Beran borî di malê de, min beran xwar, beraz ma di malê de.

Çêçik û kûçik di malê de. Çêçik firiya, min çêçik xwar. Kûçik firiya, min çêçik xwar.

********************************

Don, don dondirxan

Elî şivanê berxan

Tasek ava şorikê

Daye milê keçikê

Navê keçikê Perîşan

Navê kurikê Elî Şivan

****************************

Don don dondirxan

Donê mala Mele ye

Li ser pişta Emîne ye

Ne xema Sekîne ye.

**************************

Rovî, rovî, rovî rindik

Sere dûvê rovî bi kincik

Rovî çûye mala xala

Bar kiriye ji barek dar e

Rovî hişk e ter e dar e

Bijmêre ne heger bîst û çar e

(Di gotinê de ku mirov bi tizbiyê dimjêrî bîst û çar heb bêje/peyv der tê)

******************************************

Derziya min qul,

derziya te qul

derziya te di qula

derziya min de

*  *  *

Darê min qul,

darê te qul

darê te di qula darê min de

*  *  *

 Tevr û tirr

min tevrê xwar

tirr ma li cî

*  *  *

Gû germ,

hirmê gêr bû,

min hirmê xwar

hirme germ,

gû gêr bû,

min hirmê xwar

*  *  *

Vîjik û guvîj

min guvîjê xwar

vîjik ma li cî

 

loading...

Bir Cevap Yazın