"Enter"a basıp içeriğe geçin

Jiyana Şemsê Bidlîsî

Şemsê Bidlîsî zanyareke kurd e. Kurê Mele Evdilxefûr e, torinê Mele Silêman Baba’ye, Navê wî ê rastî Mehmûd e, Lê jê re gotine Şemsê Bidlîsî, Şems di erebî de tê wateya roj, “Roja Bidlîsê” bav û kalê wan di sala 1642’an ji Hekarîyê hatine Bidlîsê.[1]

loading...

Şemsê Bidlîsî di sala 1715 li Bidlisê hatiye dinyayê, Pêşyê li cem bavê xwe wana perwerdehiya dîn (Hedîs, kelam hw) dibîne, ji xwe bavê wî pir alim bûne. Dûrra jî dest bi ‘ilmên weke matematîk, mentiq, astronomî, dîrok, û erdnîgariyê dike. Ew zimanê farisî û erebî hîn bûbû tevê zimanê kurdî sê ziman dizanîbû.

Li ser fikrê Arîstoteles wana û Zanistvanên misilman dixebitî.

Di sala 1788’an de 73 saliya xwe de wefat kiriye.

 

loading...